Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

Edalet, Ceza, Hesab, Mukafat, Zulum

12.10.2026
Hejmara 70yî

Paylaş

Icon

JI RÎSALEYÊN NÛR

Edalet, Ceza, Hesab, Mukafat, Zulum

“Maf û heqê kesekî bêguneh (masûm), hetta ji bo hemû gel jî nayê betalkirin. Heta ferdek jî, ji bo selametiya giştî (umumî) nayê fedakirin. Di çavê merhemeta Xwedê de heq e; li mezinî û biçûkî nayê nihêrîn. Biçûk ji bo mezin nayê betalkirin.”  (Mektûbat, Mektûba Panzdehemîn, Pirsa Duyemîn)

“Ji bo selametiya cemaatekî, bêyî razîbûna ferdekî, jiyana wî û heq û mafê wî nayê fedakirin. Bi navê hamiyet, dilgermî û eger bi razîbûna wî be, ew meseleyeke din e.” (Mektûbat, Mektûba Panzdehemîn, Pirsa Duyemîn)

Lê edaleta nisbî ji bo selametiya giştî (kullî), parçeyê feda dike. Ji bo cemaatê, heqê ferdê nayê hesibandin. Bi navê ‘Ehwenê Şer” dikeve hewlê ku cureyeke edaleta nisbî pêk bîne.” (Mektûbat, Mektûba Panzdehemîn, Pirsa Duyemîn)

Eger adaleta rast û tam (adaleta mahza) pêk bê da ku were tetbîqkirin, wê demê naçe ser adaleta nisbî (adaleta izafî.) Eger biçe ser wê, ev zilm e. (Mektûbat, Mektûba Panzdehemîn, Pirsa Duyemîn)

Li dijî yên ku neheqiyê wek heq didin xuyakirin, daxwaza heqê xwe û serî li lêdana wan neheqiyek e; ew bêhurmetî li dijî heqê ye. (Zeyla Mektûba Şanzdehmîn)

Du cûre heq û maf hene: Yek heq û mafê şexsî ye; yê din jî, bi navê heqê ûmumî (giştî) tê zanîn, ku wek cûreyekî heqê Xwedê (hûqûqûllah) jî tê hesibandin. (Mektûbat, Mektuba Bîst û Nehemîn, Qismê Rîsaleya Yekemîn )

Tu kes nikare li hemberî  Cenabê Heq (Xwedê) xwedîyê heqê îtirazê be. Her wiha heqê gazin û şikayetê jî tune ye. (Mesnewî-i Nûriye, Şemme)

Di nîzama alemê de, di wan tiştên ku li xîlafa xwestek û hewesê kesê ku şikayet dikin de, bi hezaran hikmet hene. Eger tenê ew kes were razîkirin, bi hezaran hikmeta wê hêrsê hene. Ji bo razîkirina kesekî, hezar hikmet nayê fedakirin. (Mesnewî-î Nûriye, Şemme)

Ceza, encama tebîî ya gunehan e. (Sunûhat)

Carinan hin kes dema ku bi meraq şer û pevçûnan dişopînin, qelb û dilê xwe didin aliyekî. Zûlmên wê alîyê xweş dibînin û di zûlma wê de dibin muşterek. (Şûa, Şûaya Dehemîn, Meseleya Çaremîn )

Ew bi destnîşana civaka xeyalî zor û zordarî dikin. Qeder jî dibêje “Hûn çima bi îxlaseke tam bi piştevaniyeke tam, nebûn hîzbûllahekî bêkêmasî” û bi destên wan sîle lê xist û edalet bicih anî. (Şûa, Şûaya Çardehemîn)

Hêz û qûwet divê di qanûnê de be. Eger wisa nebe, qanûn zordestîya xwe wê belav bike. (Dîwanê Harb-î ‚Urfî)

Heq û mafên ebdan (însanan) nakevin şûna huqûqa Xwedê da ku bibin heq. Dibe ku bibe sebebê  neheqiyên nefsî.  (Lahikaya Emîrdagê -II, Mektûba 102yemîn)

Paylaş

Son Eklenenler

12.10.2026 Hejmara 70yî

Di Dilê Asyaya Navîn de Durreke Ezmanî: Mizgefta Şîn

Nivîskar: Evdisselam Şanli[...]
12.10.2026 Hejmara 70yî

HEDÎSÊN PÊXEMBER

[...]
12.10.2026 Hejmara 70yî

SUHEYBÊ RÛMÎ LACÊ SİNANİ -2-

Çı wext, Suheyb qey hicreti tedarikê xu vineno u kuweno rayır. [...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS