Gelî dost û hevala dilê min pir nexeweş e
Betilandîw bê hal im li dor min mişeweş e
Guhdar bin wa birano çi hebûnek serxweş e
Bi gilî û gazin im ka werin suhbeta min
Dest davêjim kîjanî li ser dil bû keder man
Kufr û zulma vê dewrê tijî kir erdû ‘ezman
Ji alîkî dinhêrim ev derdê mey bê derman
Bi sed sala dewam e zêde ye heyreta min
Ji alê din di bînim di nav me de neyarî
Her yek ji me li a xwe dinhêre çav şîyarî
Ji wehdeta îmanê çê nabe pirsîyarî
Brîna min şewat e têk veda hesreta min
Cema’et û terîqet meşreb û bend û celeb
Bi nav xizmetê hebûn belê ne heqq e teleb
Geleka em di bînin ya bi menfî’et sebeb
Yan bi hesab şuhret in ne bona kulfeta min
Me fam kir rêberê wan hawil û xapa dikin
Hinek bi zanebûnî têkilî dor wan dibin
Pur kesên bi koranî çima li pey wan diçin
Ji ‘edl û heqê dûrin naêne ulfeta min
Xweda zane van kesan ne şêx in ne mela ne
Şelaq û qirdikên dor ewan dikin ağan e
Yan frotîw xayîn in ya hin ji wan vala ne
Di fikrim ez halê wan sebebê ‘uzleta min
Li ba xwe ew dibên qey kes nizane halê wan
Hîlebazî û xap in em zanin tevgerê wan
Bi neheqî ma'mele dikin ev e karê wan
Dengê heq na bihîzin ev sebeb ğurbeta min
Ey kesên renge yarî xerabên bi dil neyar
Ew lîsê we zeft kirî ji wer daîm na be yar
Ne bawer bin li dinê hûnê ji wir neyên xwar
Ez di bêjim li vê der ha ev e qebheta min
Şev û rojên bi jimar zû tên û çûn di borï
Hê li zemîn hîsabek pêş zordesta bi zorî
Heye bela bin ji hev dezgê hîlê bi dorî
Neheqî ji kêr maye ranake ğeyreta min
Evan bê qîmetên çep û çovikên destê wan
Li her der û her weqtê yek in nîne rastê wan
Îro ‘alema Îslam ketîyê nav destê wan
Ji bo ummeta mezlûm tev rabû şefqata min
Di nav hîzb û sefê heq hinek nehêja hene
Ne layîq in cî digrin li ba xwe qerase ne
Mani'ê pêşveçûnê ev gotin ji bo we ne
Perda rûyê we xwezya rojekî daxista min
Ji bo çûnê em hatin evê dunya ha fanî
Kesên bê heqanîyet bi zorê diçin banî
Carna xweng û bira ne li hevdû bi koranî
Di bin de tehdê dikin radikin sosreta min
Ev dunya ha derewîn min kal û pîr kir gelek
Sal û zeman derbas bûn zîvirîn çerx û felek
Tevgera jîyana kor di sityê min de xelek
Qudûmêm nîne rabim ji dest çû qudreta min
Xeyalên nêzîk û dûr ne giham şadîmana
Bi heqîqet bi rastî jîyanek ka çima na
Ku min xeberda ez bûm pizika ser zimana
Ji tineyî derdê me gelek e kesreta min
Çar âlî dora min girt evî derdî ez xwarim
Zêde ye kedera min ji dil bi ah û zarim
Min dêşîne ev xesim welleh ez pê nikarim
Bi nav ğerîb û ‘evdal bela bû şuhreta min
Şol ket destê ne ehla hukmê rastîyê hilat
Derew bi qedr û qîmet pal daye serê civat
Mirarê bi reng zindî ka xweşî çima ne hat
Di nav sênc û kavila hunda bû rûmeta min
Çiqas min rastî meşand li astenga qelibîm
Min berê xwe da heqiyê ji kostenga fetilîm
Ji dest ğemsarên gendel li heyatê betilîm
Min dest ji dunyê berda bes neçe axreta min
Li dîwanê tenê mam bê dost û yar û heval
Derketim seyda bayê digerim deşt û newal
Asîman teng e li min ev ‘umrê min bû zewal
Nivîskarê rojê me xweştir e xelweta min
Cumle di şubhê şevê ev dunya bê wefa ye
Di çavan awr û tavî min qet nedî sefa ye
Ah û enîn xencer in di sênga min cefa ye
Li stêrka di bezim çê nabe dewleta min
Li ber çavêm biketa carek pêjna sermedî
Ji nûra te birevya bêbextî û şemedî
Vebûna bostanê me gula sora Ehmedî
Bi tevî hebûna xwe li berê raxesta min
________________________________________
Mişeweş: Karmaşa
Celeb: Grup
Hawil: Hile
Ulfet: Alışma, kaynaşma
Qirdik: Maskara
‘Uzlet: Toplumdan uzak
Çovik: Sopa, değnek
Şadîman: Mutluluk
Kesret: Çokluk, derdin fazlası
Asteng: Güçlük, zorluk
Kosteng: Köstek
Gendel: Hantal, pasaklı
Sermedî: Ebedî
Şemedî: Uğursuz