Du’a mejyê îbadet e
Ji muminar ew rûmet e
Li cem Xwedê-b qîmet e
Terka wê jî xesaret e
Du’a wekî erzîhal e
Mumin dike nale nale
Li ber deryê zulcelal e
Ev halekî pur taybet e
Du’a ji mer ne armanc e
Pê derkevin bal mî’rac e
Bi wê bibin xwedî tac e
Biqedin kul û zehmet e
Ew werîsê mumina ye
Nî’meteke Xwedê daye
Hewara me her Xweda ye
Roj û şevan di her wexte
Bela tên xwar ji ezmana
Du’a-d keve pêşya wana
Nahêl zerar bid însana
Bi hedîsê ev sabit e
Ne-j du’a be ma em kî ne
Li cem Xwedê neb tişkî ne
Qedr û qîmet ji mer nîne
Ruh û jiyan hem weslete
Ey mumino rab derenge
Li ber Xwedê veke çenge
Du’a bike-b dizîw deng e
Di tengîyû hem nî’met e
Sibew êvar hûn dua kin
Bi îxlas û îman ban kin
Li Rebbê xwe bi hewar kin
Jê sist nebin bereket e
Ya Rebbî em ‘ebdê tene
Gunehê me gelek hene
Em feqîr in pur hewce ne
Hewcedarê bi rehmet e
Hukmê du’a gelek heye
Tesîra wê wek gulle ye
Bawerya me bi vê heye
Ne texmîn e heqîqet e
Du’a mezlûm mislê tîra
Dighê dilê mustekbîra
Çare namîn qet ji wîra
Tîne ser wî felaket e
Salih du’a zîv û zêr e
Wê bernede xêr û bêr e
L-ehlê dunyê tu nenêre
Ê dîn dane-b tîcaret e