Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

DU BİRATÎ

25.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Du biratî hene. Yek jê biratiya rasteqîn e, a din biratiya derewîn e...

Gelî xwendavanên hêja! Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa biratiyê bikim. Ez bawer dikim ku hûn jî ehemmiyeta vê mijarê dizanin û heta ku ji me tê em biratiyê dijiyîn. Ji ber ku em bira ne, ez dixwazim vê mijara muhîm di bîra we de bînim.

Du biratî hene. Yek jê biratiya rasteqîn e, a din biratiya derewîn e. Yek jê hogiriyê yek jê jî neyartiyê derdixe holê. Yek jê ev e ku wexta qala biratiyê dibe, hilma mirov fireh dibe, can tê serçavê me. Ji ber ku ev biratî biratiya îslamê ye. Biratiya eshab e, biratiya fedakariyê ye. Di vê biratiyê de mirov xisara xwe dixwaze lê xisara birayê xwe naxwaze. Di vê biratiyê de mirov mifteya mala xwe û ya erebeya xwe radestî birayê xwe dike. Mirov dibêje bila can û malê me ji birayê me re feda bin.

Biratiya derewîn li ser berjewendiyê, yanî  li ser menfeetê ava bûye. Yek dixwaze bi vê biratiyê heq û mafê hevalê xwe nedê. Her tim li ser wî hikumraniyê bike û nehêle birayê li hember wî daxwaza heqê xwe bike.  Birayê ku mexdûr/mezlum e her gava ku devê xwe vedike yê din dibêje em bira ne, dengê xwe meke. Daîmî çavê wan li berîka me ye. Bi vî awayî wî birayê mexdûr êdî tê asteke wilo ku dibêje biratiyek wilo ji min re ne lazim e. Mixabin di vê heyamê de hinek piranî vê biratiyê datînin ber me. Heke em bira ne ji bona çi ev dadgeh/mehkeme hene? Ji bona çi şerî’et heye? Ji bona çi axret heye cennet, cehnime/dojeh heye? Ji bona çi Xwedê Te’ala mafê mirovekî li mirovê din helal nake û wê Xwedê Te’ala pirsiyara vê jê bike.

Di vê meseleyê de xuya dibe ku mane/naverok pir girîng e. Ger tiştê mirov dike di heqîqetê de dijberî naverokê be wê encamek dijî armanca me derkeve holê. Mebesta biratiyê ew e ku misilman ri’ayetê hiquqên hev bikin; şefqetê, dilnizmiyê, fedakariyê û îsara ku sehabe jiyiye derxe holê. Hat xuyakirin ku ger mirov mislimantiya/biratiya xwe bike amûra berjewendperestiyê wê çaxê dijminiyek pir mezin derdikeve holê. Şefqet dihere hesûdî, dilnizmî dihere pozbilindî, heq/hiqûq dihere zordestî para me re dikeve. Her wiha tu kîjan emr û nehyên Xweda li gor menfeeta xwe dizayn bikî wê encamên ne baş derkevin holê.

Gelî xwendevanên ‘ezîz! Biratî elzem e, pêwîst e em nehêlin saziya biratiyê birûxe, xerab bibe. Ji bona vê jî fedakarî, xweşexlaqî, bêhnfirehî divê. Ji bona biratî bidome jî divê haya me ji menfe’etperestan hebe, da ku em nehêlin van kesana biratiya me îstîsmar bikin. Ger em rê li ber vêya negirin birayên me yên safdil wê ji teref hinekên din bê xapandin û bi sedem vê ewê ji riya heqiyê dûr bikevîn. Ji ber vê jî lazim e, em heqiyê bi awayekî eşkere bînin ziman û midafe’a mezlûman bikin. Wexta em vê jî bikin ne hewce ye ku me re, mîna fîleke ketibe dikana zicaciyê û hemû tişt şikandibe, bike.

Gelî xwendevanên hêja! Ez dizanim ku ev rê ne hêsan e. Cûrbicûr dafik li ber me hatine danîn. Rê dirêj e, mijar giran e, sebr û tebat dijwar e, tehemmul mîna jehrê tehl e. Lê belê mêweya wê şêrîn e, encam xêr e, dawî jî bihuşta baqî ye. Ji xwe hûn talibê riya pêxemberan bûn. Li ser vê riya hanê wê gelek pirsgirêk derkevin pêşiya me. İsbata wê jiyana pêxember û eshab e.

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS