Îdrîsê Bedlîsîyê ku navê wî di hinêk kitêb û çavkaniyan de wekî Mewlana Îdrîs û di hinek cihên din de jî wekî Molla Îdrîs derbas dibe wekî ku ji bernavka wî jî diyar e bi eslê xwe Bedlîsî ye. Ew bi navên “Hakimuddîn” û “Kemaledîn” jî tê nasîn. Wî di helbestên xwe yên bi Farisî, Erebî û Tirkî de navê xwe “Îdrîs” wekî navekî mexles û qelemî bi kar aniye.
Her çend roja jidayikbûna wî ya rastîn nayê zanîn jî bi piranî tê qebûlkirin ku ew di navbera 1452 û 1457an de ji dayik bûye.
Bavê wî, Husamedîn Elî, yek ji alim û şêxên Bidlîsê, li Diyarbekirê li qesra Bayindirli Uzun Hesen xizmet kiriye û wexta ku merkeza dewletê hat guherandin Tebrîzê, ew çû wir; derbarê diya wî de tu agahî û malûmat tine ye.
Hinek kitêbên tarîxî dibêjin, Bedlîsîyê ku Kurd e li Diyarbekrê hatiye dinyayê. Hinek kitêbên tarîxî jî dibêjin ku ew li Tehranê hatiye dinyayê.
Îdrîs di zaroktî û xortaniya xwe de perwerdehiyeke baş girt. Di sala 1469an de bi bavê xwe re çû Tebrîzê. Piştî mirina Ûzûn Hesen, ew xizmeta sultanên Akkoyûnîyan kir, wekî nîşangir, katibê dadgehê xebitî û li wir mamostetîya hinek zarokên sultanan kir.
Piştî bi quwwetbûna xanedana Sefewiyan di bin serokatiya Şah Îsmaîl de û bidawîbûna Dewleta Akkoyûnîyan, ew rastî zilm û zordariya Sefewiyan hat û xwe sipart Împaratoriya Osmaniyan.
Siltanê Osmanî Bayezîdê Duyem berê bi nameyekê pîrozbahiyê ku ji Yaqup Beg, hukumdarê Akkoyunîyan re nivîsandibû, ew nas kiribû û heyranê wî bû. Beyazidê duyem wî bi germî pêşwazî kir û ferman da ku bi mehane meaşek jê re bê dayîn. Îdrîsê Bedlîsî wekî sekreter û nîşangirekî taybet ê Bayezîd II. li qesra Osmanî wezîfe kir.
Bayezîd II. ji Îdrîsê Bedlîsî xwest ku dîrokeke mezin a hêjayî ya xanedana Osmanîyan bi Farisî binivîse. Bedlîsî xebata xwe ya bi navê Heşt Behişt yanî Heşt Cennetê di nava 30 mehan de temam kir û di sala 1506an de pêşkêşî Sultan kir. Berhem yanî esera wî ji aliyê rayedarên dewletê ve ji ber dirêjbûna ne hewce û ji ber teqlîdên beşên edebî ji pirtûk û eserên alim û zanyarên berê, hate rexnekirin. Ji ber ku bi rayedarên dewletê re ketibû îxtîlafê, Îdrîs hîs kir ku neheqî lê hatiye kirin. Wî qerar da ku ji qesrê derkeve û biçe Mekkeyê.
Îdrîsê Bedlîsî di sala 1511ê de îzna hecê girt. Dema gihîşt Qahîreyê, demekê li wir ma. Bi Sultanê Memlûk Kansû Gawrî û alimên Misrî re hevdîtinan kir. Hinek ji eserên xwe pêşkêşî Sultanê Misrê kir. Piştî ku Şah Îsmaîl herêmê xist bin kontrola xwe, wî li wir dest bi xizmeta Îbrahîm Gulşanî kir, ku ji Tebrîzê reviyabû û li Misrê bi cih bûbû. Piştî fermana Sultanê Memlûk ku îzna wî ji bo hecê da, ew bi biraziyê Sultan re çû Mekkeyê û qerar da ku li wir bi cih bibe.
Di sala 1512yan de, piştî mirina Bayezîd II. û derketina textê siltaniyê ya kurê wî Selîm, emir hat dayîn ku Îdrîs-î Bedlîsî ji Mekkeyê derbikeve û vegere Stenbolê. Wexta gihaşt Stenbolê temamê eserên xwe û bi xusûs Heşt Beheştê yanî kitêba Heşt Cennetê pêşkêşî siltan kir. Wî, gazin û gilîyê wan kesên ku di dema Bayezîd II. de neheqî li wî kirine kir û daxwaza edaletê ji siltan kir.
Ew di bin fermana Yavuz Sultan Selim de gihîşt meqamên mezin û di siyaseta Osmanî de roleka aktîf lîst. Wî dîqet kişand li ser fealiyetên Sefewîyan ên li Anadolûyê û di warê serkeftina siltan de wezîfeyeke mezin girt. Ew beşdarî Seferberiya Çaldiranê bû. Piştî serkeftinê, ew bi leşkerên pêşîn re çû Tebrîzê û li wir di warê hezkirina ji îqtîdar û hukûmeta Osmaniyan de xebatan kir. Wî her wiha fermandariya qereqol û hêzên çavdêriyê yên ku li Tebrîzê hatibûn sazkirin û damezrandin girt li ser xwe.
Yavuz Sultan Selim ji ber tehlûkeya li Tebrîzê ji herêmê vekişiya. Şah Îsmaîl artêşa xwe ji nû ve kom kir, vegeriya Tebrîzê û Karaxan wek waliyê Dîyarbekirê tayîn kir. Piştî vegera Yavuz a ji Stenbolê, Îdrîsê Bedlîsî bi dilxwazên herêmî dorpêça Dîyarbekirê rakir. Pişt re dorpêçiya Firat û Dîcleyê dest pê kir. Bedlîsî mîrên Kurd razî kir ku piştgiriyê bidin Osmaniyan û ji piraniya wan piştgirî û destek girt. Di Selîmnameyê de, wî îfade kiriye ku wî, Kurd teşwîq kirine da ku li dijî Sefewiyan şer bikin û Kurdan sond xwariye ku destekê bidin Osmaniyan. Wî her wiha nivîsandiye ku Yavuz Siltan Selîm berî Şerê Çaldiranê 40.000 Qizilbaşîyan li Anadoliyê kuştine.
Di sala 1515an de, Îdrîsê Bedlîsî, li ser qerara Selîm I. ji mîrên Kurd ên ku destek dabûn Osmaniyan wek walî hat tayînkirin.
Dema ku Bıyıklı Mehmed Paşa di Sefera Misirê de bû, Îdrîsê Bedlîsî rêveberiya Dîyarbekirê girt ser xwe. Piştî vegeriya, tesîra Bedlîsî li ser xelkê Diyarbekrê kêm bû. Ji ber vê yekê, sultan, Bitlîsî dawet kir ku di Sefera Misirê de wekî şêwirmend wezîfeyê bike. Dema li Misirê bû, xizmeta Îbrahîm Gulşen kir û wergerek temam kir. Wî gilî û şîkayetên xelkê û gel di qasîdeyan de ji sultan re pêşkêş kir. Wî zêrê ku ji hêla sultan ve hatibû dayîn qebûl nekir û bi wesîleya wezîran ew zêr îadeyê padîşah kirin. Pişt re ew vegeriya Stenbolê, jiyana xwe ji bo xebatên akademîk, tarîx û îlmî dewam kir. Wî di seferên rojhilat de tewsiye li Qanunî kir.
Îdrîsê Bedlîsî di tarîxa 1520î de li Stenbolê wefat kir. Qebra wî li herêma Gumuşsuyê, di navbera Kolana Kerîm Axa û Cadeya Gumuşsuyê de ye.
Îdrîsê Bedlîsî dewletmedar, dîroknas û nivîskarekî Kurd bû. Wî di siyaseta Kurdistana Bakur a ku di bin îdareya Împeratoriya Osmanî de bû de bi taybetî di dema hukûmeta Yavuz Sultan Selîm de, roleka mezin û mûhîm lîst.
Wî gelek kitêbên tib, kozmolojî, felsefe, tesewuf, siyaset, exlaq û tarixê nivîsandine. Piraniya kitêbên xwe bi Farisî, dûre bi Erebî û Tirkî nivîsandine. Îdrîsê Bedlîsî bi xebata xwe ya li ser dîrok û tarîxa Osmanî, Heşt Behişt (Heşt Cennet), ku bi fermana Siltanê Osmanî Bayezîdê IIê bi Farisî hatiye nivîsandin, gellekî meşhûr bûye. Bi edebiyat û xetatiya xwe, bi kitêb û îlmên xwe, bi fikr û sîyaseta xwe gelek bûyer û helbest û eserên mûhîm ji bo pêşerojê wek mînak û mîsal hiştiye.
Kitêbên meşhûr yên Îdrîsê Bedlîsî:
Rîsale-î Baharîyye (Rebî’u’l-ebrar).
Ev rîsaleyeke Farisî ye li ser derketina demsalan, xusûsiyetên wan û hin bûyerên tebîetê hatine nivîsandin.
Rîsale-î Hazanîyye.
Ev esereke Farisî ye ku tê de qala çîroka rêwîtî û seyhata hukumdarê Akkoyunan Yaqub Beg tê kirin ku ew ji Azerbaycanê ber bi Arranê ve diçe û Îdrîsê Bedlîsî jî beşdarî wê rêwîtiyê bûye.
Munazaratu’s-sevm we’l-'îd.
Ev esereke Farisî ye ku bi şêwazekî tevlihev bi helbest û beytan re li ser mijarên rojî û cejnan hatiye nivîsandin.
Heşt Beheşt.
Ev kitêbeke dîroka Osmanî ye û bi Farisî ye ku bi emr û fermana Bayezîdê Duyem hatiye nivîsandin.
Mîratu'l-Cemal.
Ev esereke Farisî ye û li ser siyaset û exlaqê sîyasetê hatiye nivîsandin.
Mîr'atu'l-'Uşşaq.
Ev esereke Farisî ye û di warê tasawûfê de bi helbest û şiiran hatiye nivîsandin.
Selîmname.
Ev kitêba hanê bi zimanê Farisî hatiye nivîsandin, qismeke helbest û qismek jî ji nîzama ye, bûyerên ji dayikbûna Yavuz Sultan Selim û heta mirina wî hatine nivîsandin.
Mecmûatu’l-Munşeat.
Hinek name û mektûbên ku bi Tirkî hatine nivîsandin di nava xwe de dihewîne. Tê zanîn bes ev kitêba wî bi zimanê Tirkî ye. Nimûneyên pîrozbahî û tebrîkê û mektûbên fethan di nava xwe de dihewîne.