Dilê xemgîn ji xewa şêrîn bikin bes
Heval çûn tev li şûnwara nema kes
Dizanî roj bilind bû bûye êvar
Qe nabînim te kir qencî bi yek car
De zû rabin heval tev çûn tu mayî
Tenê mayî gelo ma qey tu nayî
Kesên napak emanet da nekin yar
Hevalya wan ji sibhê nake êvar
Divêtin zehmetê bêşek bibînî
We îlla destevala tê bimînî
Dilo hişyar be ey malik xerabo!
Qe nabêjî gelo ka da û bavo
Hemû çûn ew li nav gorên giran in
Xeber nayê kesek rewşê bizanin
Bi dinyayê nebin bawer tu cara
Nekin hembêz nekin wê pişt û bara
Bi çend roja te hew dî va bi lez çû
Yekê dî bîr berî bada bi bez çû
Ji bo keskê qe nakit ew erênî
Heroj yek dî li hembêzê dibînî
Bila pir bin me daim bê jimar bin
Xwedî xan û serayû têr geda bin
Xwedî xadim li jorê şaneşîna
Li ber dêrî cûlên hesp û mehîna
Bi yek carê hemû wê paş bimînîn
Tu feyda wan ji bo asla tunînin
Hemû tîştên dibînî tev xeyal e
Kesên zana dizanin bê kemal e
Mirin qet wê nekit ew pirsiyarê
Emîr û mîr yekê nadê kenarê
Hezer kin hûn ji vê dinyê temamî
Dixapînê hema her ew mudamî
Binêrin Nûh hezar salî ‘umur kir
Nedî rûmet digel ewqas keda kir
Suleymanî Nebî û hem melik bû
Emîr û hem hukumdarek xweşik bû
Hemû hiştin berî badan û tev çûn
Dema dîtîn wefa nînin bi rev çûn
Ev e dawî bizan “Behmûri” vê baş
Kesên zana bi yek car jê xwe dan paş