Ehmedê kurê Îsayê kurê Şêxê ji qebîla Şeyban, berî wefata xwe bajarê Amîdê kir bin hikumdarîya xwe. Û kurê xwe Muhammed kir walîyê Amîdê. Piştî mirina Ehmedê kurê Îsa, Xelîfe Mu’tezîd girt ser bajarê Amîdê. Bajar bi herbê zift kir. Lê Meyyafarqînê bi sulhê girt (h 286/m 899). Xelîfe Mu’tezîd, Fadilê kurê Îmran kir waliyê herêmê. Piştî mirina Xelîfe Mu’tezîd, Muktefî ket şûna wî. Piştî mirina Muktefî jî Razî bû xelîfe. Xelîfe Razî di sala 934an (h 322) da Se’îdê kurê Asim kir waliye Meyyafariqînê. (İbni Şeddad; 1, 160)
Dewleta Bîzansîyan, ev guhertina li ser herêmê, wek firsetek dît û zordestî û hicûmê xwe zêde kirin li ser herêma Meyyafarqînê.
DEWRA HEMDÂNÎYAN (H;292-394/M;905-1004)
Di dewra Hemdanîyan da girîngîya siyasî ya Meyyafarqînê çiqas diçû, zêde dibû. Xelîfe Muqtedîr di sala 318an a hicrî da (m 930), jibo îdarevantîya rojavayê Diyâr û Rabîayê û Nisêrbîn, Şengal, Xebûr, Meyyafarqîn û Erzenê, Nasîruddewle vezîfedar kir. Piştî ku Mûnis xelîfe Muqtedir kuşt, Qahîr Bîllah bû xelîfe û wî jî Nasîruddewle kir walîyê Mûsilê (320/932) (Gûner; “Nâsiruddewle”, TDVİA, XXXII, 402) Meyyafarqîn û Amîd jî bi Mûsîlê va girê dabûn. Di sala 333an a hîcrî da, Nasiruddewle birayê xwe Seyfuddewle ‘Êlî, kir îdarevanê Amîd û Meyyafarqînê. (Îbnî Şeddad, I, 161; Yınanç, “Diyarbekir”, İA, III, 608).
Seyfuddewle ‘Elî el-Hamdanî li Meyyafarqînê hatibû dinyayê. Li Helebê jî wefat kir. Cenazê Seyfuddewle birin Meyyafarqînê û li tenişta dayik û xwenga wî veşartin. (İbn’ul Esîr(1),IV,44; İbn Asakîr,II-III,24; İbn Tağriberdî,I,394; İbn’ul-‘Adîm,I,28; İbn Kesîr,XI
Seyfuddewle ‘Êlî ji sala 333an a hicrî hetanî 367an a hicrî wezîfedar ma li Amîd û Meyyafarqînê. Seyfuddewle ehemmîyet û hezkirineke bi taybet nîşanî Meyyafarqînê dida. Seyfuddewle sûrên wê tamîr kir, kelha kevin nûjen kir. Di zemanê wan da heşt (8) derê kelha Meyyafariqînê hebûn. Derîyê bi navê Meydan ji terefê Seyfuddewle da hatibû çêkirin. Hemdanîya nêzî derê Babul-ferah wel-xem, qesrek ji xwe ra çêkirin. Ev derîyê ku me behs kir li ser goşeyê wê yê ji qible va du hejmar fîgurê xem û ferahîyê hebûn. Fîgura kêf u ferahîyê ku temsil dikir, “zilamekî çepik lê dida” Fîgura hizn û xemmê jî ku temsîl dikir, “zilamekî tehtek dabû serserê xwe” (İbn Şeddâd, I, 156-163). Seyfuddewle ku gava dihate serdana bajêr, li wê derê dima. Seyfuddewle bi anîna şebekeyek nû av li bajêr bela kir.
Meyyafarqîn di dewra Seyfuddewle da ji aliyê çand û edebiyat û huner û ‘îlm û îrfanê va jî gelek pêşda çûbû. Ye’nî di dewra wî da bajar bû navenda zanist û çandê. Meyyafarqîn bûbû qonaxa gelek şa’îr û ‘alîm û wa’izê navdar. Ji vana yên navdar ‘Ebdurrehîmê kurê Nubate, Qadî Ebûbekirê kurê Qarîa, el- Mutennebî û Ebû Fîras bûn. Ev kes ji civata Seyfuddewle yên li Meyyafarqînê bûn. El- Mutennebî helbestek şînê li ser ‘Ebdullahê kurê Seyfuddewle nivîsand bû. Ew helbest di nav lîteratur û edîban da meşhur bû. ‘Ebdullahê kurê Seyfuddewle di sala 338/949an de li Meyyafarqînê wefat kiribû û li vir kiribûn goristanê. (İbn Ezrak;113-İbn Şeddad 77-78)
Di dema îdareya Seyfuddewle de Cizîr misêwa di bin êrîşên Bîzansiyan de bû ku bergeha axa wê digihîşt heta Amîdê. Mislumana jî li hember van hicûmê Bîzansiyan bersiv didan. Lê belê jiber ku yekîtîya Mislumana tunebû, ev bersiv ji êrîşan re bêqîm bû. Bîzansiyan gelek car êrîş dan ser herêma Meyyafarqînê. Seyfuddewle di sala 345an a hicrî di meha Recebê da girt ser welatê Rûman. Bi hêz û quweteke mezin. Bi vê seferê gelek xewf û tirs kire dilê wan û bi xenîmeteke mezin zivirî Meyyafarqînê. (İbn Esir(1), IV,27; İbn Kesir,XI,261)
Bizansîyan di sala 346an a hicrî de êrîşek birin ser herêma Meyyafarqînê. Herêmê talan û tajan kirin. Seyfuddewle li dijî van êrîşê Bîzansiyan sekinî û bersivek bi hêz û quwet da. Gelek leşkerê Bîzansiyan kuştin û gelekî dîl girtin. Bi serê Bîzansiyan da tiştê ku xeyal nedikirin anîn. (İbn Tağrîberdî,I,397; Tokuş,s,63)
Xwînmij û pozneşewîtiyê Bîzansiyan di sala 354an a hicrî de dîsa êrîşek birin ser herêma Amîdê. Der û dorê Amîdê talan û tajan kirin û piştra bi ser Meyyafarqînê da meşîyan. Lê belê pêlewanê Meyyafarqînê Seyfuddewle berya Bîzansî werin herêmê, wî tedbîra xwe girtibû. Seyfuddewle bi artêşa xwe li cîhekî ku Bîzansî texmîn nedikirin, kemînek li pêşîya wan danîbû. Wexta artêşa Bîzansê hat, wek teyrê baz êrîşî ser wan kirin. Artêşa Bîzansê tarûmar kirin. Bîzansî bi êş û elem mecbûrî zivirîn welatê xwe. (İbn Haldûn,IV,241; Yinanç, “Diyarbekir”,İA,III 609; Tokuş, s, 69)
Îdarevanê Mûsilê birayê Seyfuddewle bû. Navê wî Nasiruddewle bû. Nasiruddewle li ser dana qezanca bacê, bi emîrê Buweyhîya ra bey’at kiribû. Di sala 347an a hîcrî, di meha Muharremê da ji ber Nasiruddewle qezanca bacê nedabû, emîrê Buweyhîya Muizzuddewle jî girt ser Mûsilê. Nasiruddewle jiber êrîşê revîya û çû Meyyafarqînê ba birayê xwe Seyfuddewle. Serokê Meyyafarqînê digel pêlewanîya xwe, sîyasetmedar bû jî. Di navbeyna birayê xwe Nasiruddewle û emîrê Buweyhîya Muizzuddewle da navbeynçîtîyê kir. Di salê da bi qasî 2.900.000 dirhem Nasiruddewle wê bide Muizzuddewle di nav wan da silh çêkir. (İbn Kesir, XI, 264)
Piştî mirina Seyfuddewle, Meyyafarqîn bû perçeyek ji Diyarbekir û ket destê walîyê Mûsilê Ebû Texlib el-Xezenfer. Di demekî da Ebû Texlib di şerrê di nav Buweyhîya da jibo padîşahîyê li hember ‘Edûduddewle alîkarî û piştvanîya Bextîyar kir. Di vî şerrî da ‘Edûduddewle biser ket û Bextîyar hat kuştin. Jiber ku Ebû Texlib alîkarîya Bextîyar kiribû ‘Edududdewle bi ser Mûsilê ve girt. Ebû Texlib bi hatina Edududdewle malbata xwe hilanî û revîya. Di ser Nisêrbînê ra çû Meyyafarqînê û ji wir jî bi alîyê Bedlîsê va çû. ‘Edûdudewle fermandarekî xwe bi navê Ebûl Wefa Tahirê kurê Mihammed bi dû xist. Ebûl Wefa wî neqefalt û zivirî hat Meyyafarqînê dorpêçk kir. Ebûl Wefa bajêr zeft kir û sûr û kelha bajêr nûjen kir. Li ser sûr û kelha bajêr navê ‘Edûdudewle nivîsand û Ebû ‘Elî Hesenê kurê ‘Elî kir walîyê bajêr. (İbn’ul-Esîr(1),IV,78-79; İbn Kesîr,XI,330; İbn Şeddâd,I,163; Minorski, “Meyyâfâriqîn”, İA,VIII,198; Savran, “Meyyâfâriqîn”, TDVİA,XXIX,511
Di nivîseke din da emê bixêr behsa Merwanîya bikin. Bimînin di xêr û xweşîyê da.