Seyda Mela Huseyn melayê Hertevina (1) bû. Digot rojekê ji gundê Hertevina ez diçûme Sêrtê. Belê ne bi wesaîtekî normal, di romoqa motorê de, nêzî deh kesan em di gel hev diçûne Sêrtê. Hevalên me hinek jê Berûkî (2) bûn. Min Berûkî tev nas dikirin, belê ciwanek nav wana de hebû min nas nedikir. Ev ciwan pir xeber xweş û însanekî şiyar û zîrek bû. Hem rêzdarî û hurmet jî ji min re pir digirt. Min navê wî, gundê wî, îş û karê wî pirsî. Gote Seyda, navê min Fehîme, (3) ez ji Berûkê me, belê niha bonî xebatê diçime Edene û Mêrsînê. Îş û karê min paleti ye, carna li bexçeyên porteqala, carna li zeviyên zebeşa û car na jî li avdanî û aşêva pembû dixebitim. Mixabin bext û siûda me Kurdan her û daîm ev e. Her tim em ji xelkê re dixebitin. Ka binêrin li tevê welêt, Kurd yan hemal e, yan pale ye, yan jî rêncber e.
Min jî wiha gotê: "Xuda xêrê bide te û fehma te zêde bike Seyîd Fehîm bê guman tu rast dibêjî, de ka emê çewakin, tiştek ji destê me nayê...”
Min jê pirsî tu Tirkî dizanî? gote min belê Seyda ez Tirkî baş dizanim. Min gote Tirk yek zimanê dizanin belê em Kurd ji Tirkan bêhtir pêşketîne, lewra em du zimana dizanin. Bi vê zanîna xwe ya duzimanî, lazim e em ji wan serwexttirbin û ji wan çavbeltirbin. Lewra her lîsan însanek e.
Bi vî awayî carna bi Kurdî, carna bi Tirkî carna jî Kurdî/Tirkî tevhev dikir û bi ken û şahî rêwîtiya me dewamdikir. Çaxê em gehiştine deştika bixalê (4) min gote "Seyîd Fehîm eger deştika bixalê de bu DEVÎ ler olmasaydi çok gûzel bîr ZEVÎ olurdu" çaxê min wiha got, pir xweşa Seyîd diçe dikene û dikene... Paş hingê çend caran vê gotinê dubare dike û dikene.
Ji xwe ne wisabe rê naqede. Lewra ev rê bi tevr û bêra hatibû çêkirin, tev kort û çal, cihna av û herîceqan, cihna jî tije kevirbûn. Tev dol û newal û fetlopêçbûn, kêm ciha erdê rast hebû, ew jî tev kevir û toz bû. Welhasil ev rêya ha xweş be wesaît saetekê wê here, belê ev rêya ha û bi motor û romoqê pênc/şeş saet dikêşa. Rêwîtî sibê hetanî paş nîvro dewam dikir û dil û hinavên me di devê me de dihate xar. Kesê ku mecbûr nebe ne dikete vê rêyê. Çaxê sefer diqede ji tozê yek yekî nas nedikir. Ji xwe pirê gundiya bonî hewcehiyên xwe bi karwanî li ser pişta hesp û hestira diçone bajêr.
1) Hertevina (Ekindüzü) gundeke girêdayê navça Berwariya Sêrtêye.
2) Berûk (Karasungur) gundeke girêdayê navça Berwariya Sertêye, gundê Seyîdane.
3) Fehîm, Şehîd Seyîd Mela Fehîm 25,06,1992 li Mêrsînê ji teref PKK ê ve tê şehîdkirin.
4) Deştika bixalê eraziyekî raste rêlistan û tev dar û devîbûne.