DESTANA HERDÛ SE’ÎDA
Destana herdû Se’îda
Her bo dîn û doza Xweda
Pir bi şan û nav û deng e
Bi qelem û cehd û ceng e
Yek wek şêr e bi tiving e
Yek çi mêr e wek piling e
Yek şervan e bûye dozwan
Yek Loqman e bûye derman
Yekî heyat kirye cîhad
Yekî xebat kirye mirad
Yek bi qiyam û berxwedan
Yek bi selam û nûrefşan
Yek Mûsa ye b-şêwr û dîwan
Yek asaye b-‘ilm û ciwan
Bûne rêzan û pêşîvan
Yek ji Hîzan yek jî Pîran
Yek Şêx Se’îd, yek Nûr Se’îd
Yek bû şehîd, yek bû murşîd
Bi yek nav û bi yek deng in
Ji medrese b- ‘ilm û reng in
Wek baran û berfa çiyan
Ser milletê me bariyan
De’wa Xweda bi Qur’anê
Dane nîşanê cîhanê
Îro l-çar aliyê cîhan
Bi ref însan têne îman
Bereketa van murşîdan
Şerefa herdû Se’îdan
Azadiya me Îslam e
Dîn û millet pê li qame
EHMED SERHEDÎ