Ki dixwaze heq bibîne
Heqqê mezlûma bistîne
Pişta zalima bişkîne
Bira dest bavêje Quran
Kî ku dixwaze azadî
‘Edalet û heqperestî
Şahiya di vî welatî
Bira dest bavêje Quran
Kengê ji Quran dûr bûne
Rezîl û perîşan bûne
Ê-J riya Resûl dûr bûne
Bira dest bavêje Quran
Kî dixwaze tobe bike
Xu-j guneha safî bike
Bixwaze rastî hîn bike
Bira dest bavêje Quran
Gaziya me-l hemî kesan
Nedin li dû xelkê nezan
Wek talibê Huseyn Rêzan
Bira dest bavêjin Quran