Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

DAYÊ

M. Salih Akay M. Salih Akay
12.10.2026
Hejmara 70yî

Paylaş

Icon

Dayê dayê lê şêrînê

Dayê dayê wefakarê
Dayê dayê cefakarê
Li ber dila tu şêrînî
Mîna kulîlkên buharê

Xanî bi te dibin ava
Tu hêjayê pesn û nava
Bê te herder şeva reş e
Tu yî nûr û ronya çava

Dayê dayê belengazê
Hesret bû ku tu têr razê
Lorîna te pir xweştir e
Ji bilûr û dengê sazê

Dayê bê te zarok mest in
Sutûxwar û hem bindest in
Dema ku tu ji nav me çû
Em bûn xizan em şikestin

Te şev bêyî xew buhurand
Ez girîyam te j-mir lorand
Hem bi şev û hem bi rojan
Dergûşa min te dihejand

Li ser min te sipî kir por
Te pir kişand zehmet û zor
Dayê hêsrê van çavê min
Zuha dikir te j-hawîrdor

Zarok bûm bêhêz û mecal
Şîrê safî paqij zelal
Ey dayikê te dida min
Şev û rojan meh û demsal

Hezkirina te bû jiyan e
Himêza te çi derman e
Yadê jibonî zaroka
Tu hem av û hem jî nane

Dema nexweş dibûm dayê
Li ser min tu diket tayê
Hêsirê te dibariyan
Wek baran û wekî bayê

Dayê te pir kişandî jan
Welleh bê te ta'l e jiyan
Kesê te'dê li te bike
Mehrûm dimîne ji ûjdan

Qedrê diya baş bizanin
Bera ji we nekin gazin
Ma li cîhan û axretê
Serfîrazyê hûn naxwazin

Gelî bajarî û gundiya
Neşkînin hûn qelbê diya
Lewra dayik mezintirin
Ji serok û ji qadiya

Dayê dayê lê şêrînê
Salih feqîr ji Mêrdînê
Tu carî te jibîr nakim
Heta sax bim li vê dinê

Paylaş

Son Eklenenler

12.10.2026 Hejmara 70yî

Di Dilê Asyaya Navîn de Durreke Ezmanî: Mizgefta Şîn

Nivîskar: Evdisselam Şanli[...]
12.10.2026 Hejmara 70yî

HEDÎSÊN PÊXEMBER

[...]
12.10.2026 Hejmara 70yî

SUHEYBÊ RÛMÎ LACÊ SİNANİ -2-

Çı wext, Suheyb qey hicreti tedarikê xu vineno u kuweno rayır. [...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS