Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

DARQÎTIK

Îbrahîm Êlihî Îbrahîm Êlihî
05.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Bi piranî dudu dudu tê leyîstin. Ev leyîstik, “Leyîstikeka Tîmî” ye. Pêwîst e ku qerar û biryarên xwe bi hev re bistînin. Bi tena serê xwe, tu kes nikare qirarekê bide.

Yek ji leyîstikên me yên zaroktîyê, leyîstika bi navê Darqîtik e. Ev leyîstika “Darqîtik” ji alîyê du grûban ve tê leyîstin. Yek û yek du kes jî bi tenê dikarin bilîzin, lê ku jimara wan cot bin ango 2, 4, 6.. bin, wê hê xweştir be. Bi piranî dudu dudu tê leyîstin. Ev leyîstik, “Leyîstikeka Tîmî” ye. Pêwîst e ku qerar û biryarên xwe bi hev re bistînin. Bi tena serê xwe, tu kes nikare qirarekê bide.

  1. Awayê leyîstikê:
  • Du grûbên jimara wan weka hev.
  • Du keviran weka tifikê datînin ber hev.
  • An jî dîsa du heb keviran, vê neqlê bi kêlekî datînin ber hev.
  • Darekî ji tîreke nanê sêlê qalindtir bi qasî 50-75 cm. Ji vî alavî re tê gotin “Dar”.
  • Darekî dî yî 20-25 cm e û her du serîyê wî hatine xeritandin û ziravkirin. Qalindîya vî alavî jî bi qasî tîreke nanê sêlê ye. Ji vî alavî re jî tê gotin “Qîtik”.
  • Herdû keviran datînin ber hev û qîtik datînin ser herdû keviran. Dora kê be, dar dixe binê qîtik û heyya jê hebe dipekîne.
  • Ku kevir bi kêlekî danîbin ber hev, ewê dîsa qîtik deynin ser herdû keviran, lê vê neqlê ewê dar têxe bin qîtikê ji bo keysa lêxistinê hebe û ewê qîtikê bi qasî metreyekê bi qewweteka ne zêde bilind bike û hê li hewayê, heyya jê were bihijdîn ewê li wê qîtikê bide û bipekîne.
  • Hingê jî pêwîste ku hevalên wî li nêzî wî nesekinin daku gava li qîtikê da, dar ji destê pekîya, li hevalên wî nekeve û wan birîndar neke.
  • Ev her dû tîm pêşî wek “şil û ziwa” pişkê diavêjin.
  • Pişt li kê bikeve, pêşî ew dest bi lîstinê dike. Bi dar, wê qîtika ser herdû keviran, heyya ku jê were, li gora leyîstikê di qada leyîstikê de karibe biavêje, dûr diavêje.
  • Kesên tîmê dî jî tev di nav qadê de, wê qîtika ku tê avêtin, hewil didin ku berî bikeve erdê zeft bikin, li hewayê bigirin.
  • Ku zeft kirin, ev tîmê ku pêşî pişk lê ketibû têk diçe û cîyê her dû tîman diguhere. Îcar kesên tîma dî ewê bên dar li qîtikê bidin û kesên tîma dî jî ewê herin hewil bidin daku wê qîtikê li hewayê bigirin.

b) Heke her dû tîm jî qîtikê li jorê/li hewayê negirin, leyîstik bi vî şeklî dewam dike;

  1. Ku kevir li ba hev/parelel/rastênhev hatibin danîn, ewê ew leyistikvan, qîtika li ‘erdê rahêjê û biavêje wan her dû keviran. Leyîstikvanê ku bi dar li qîtikê daye jî ewê hewil bide ku wan her dû kevira bi dar bi parêze ji bo qîtik li wan keviran nekeve. Ku qîtik li wan keviran bikeve; dora kesê ku li qîtikê dabû dişewite. Ku li kevir nekeve leyîstikê didomînin.
  2. Ku kevir li pey hev/bêrwarî/qêrqaş danîbin; hingê ewê pêşî wî darî bi kêlekî di nav wan her dû keviran de rastkin. Ji vê tîmê ku qîtik li hewayê negirtine jî yek jê an jî yekî bikêrhatî û nîşangir ji wê dûrahîyê ewê qîtik biavêjê wî darî. Ku lê da, dîsa tîma ku pêşî pişk lê ketibû têk diçe û her dû tîm cîyê xwe diguherînin.

    Ku wê qîtikê li dar nedin; hingê jî sê heqê vî endamê vê tîma ku dar li qîtikê dabû heye. Ku sê cara li qîtika li ‘erdê da û qîtikê nikaribe ji ‘erdê rake ev endam dişewite. (Lewra sê heqê wî hene. Ku carekê lêda û qîtik ji erdê ranebe, du heqê wî dimîne, du cara lê da ranebe hingê jî heqekî wî dimîne. Cara sisêya jî lê da ranekir, dişewite.)  

c) Ku li qîtikê bide û ji ‘erdê rake;

  • Her carê bi dar li qîtikê dide û ji bo qîtik nekeve ‘erdê hê li hewayê wê dipengizîne û berî qîtik bikeve ‘erdê heya jê bê ji wan kevira dûr dipekîne.
  • Ku sê cara bi darê xwe li qîtikê da û qîtikê bi qasê sê pîya ji wan kevira dûr neke, dîsa têk diçe û dibe dora raqîbê wan.
  • Her cara ku li hewayê darê xwe li qîtikê bide pênç (5) pênç (5) dijmêre. (Ango 5,10,15,20…) Piştî sê cara ku wisa qîtikê li hewayê pengizand û ji kevir dûr kir, gihiştibe kijan jimarê (weka em bêjin bûbe 200) ji tîmê raqibê xwe re dibêje; “Hûn li gora dûrbûna minî ji kevir û li gor ku ev puanê min civandîye hûnê çiqas pûan bidine min?”

Tîmê reqîb jî li gora dûrbûn û pûanê daye hev, jimarekê dibêjin. Mesela, li gora vê puana jorê (200) û em bêjin deh metre ji kevir dûr be, dibê, “Pênç hezar (5000) puan.”

Ku raqîbê wan jî qebûl bike ji xwe tu pirsgirêkek namîne. Ku hindik bibîne û qebûl neke hingê ew jî dibêje, “ez qebûl nakim” û yan ewê puana ku dane zêde bikin yan jî ewê bêje, “em zêdetir nadin, bijmêre.”

d) Puana hatîye dayîn neyê qebûlkirin û bi pîya jimartin

  • Hingê leyîstik halekî dî distîne. Lewra ewê bi pîyê xwe (ne bi gava bi pî/lingê xwe) bijmêre. Her pîyek 5 puan e. Heke ku ji wê puana ku reqib dayê zêdetir derê; ji xwe tu pirsgirêk namîne çiqas derket hewqasî qezenç dikin. Ku kêmtir derê ango 2000 puan dabin ku 1995 û berjêrtir derê, hingê ev tîm dîsa têk diçe û bi reqîbê xwe re cîyê xwe digûherînin.  
  • Îca heke gava ku qîtik hate avêtin, ê ku qîtik digire serîyekî wî li ‘erdê be û serê dî jî li hewayê bê ango bi hawê quçandî bigre, hingî avêtina vî qîtikî cüda ye. Ji ber ku ne li hewayê ne jî li ‘erdê girtîye du heqê wî yên avêtinê çê dibe.
  1. Pêşi ewê destê xweyî rastê/çepê bide gohê xwe. Destê xweyî ku qîtik jî di destê wî de ye di nava wî destê xweyî ku bi gohê xwe girtîye derxe û heya dikaribe ewê wî qîtikî bi alê wan dar û kevir ve biavêje. Ji bo nêzî wê bibe.

2-  Cara duduya jî radihêje qîtikê û diavêje dara ku di navbera keviran de ye.

  • Bi vî şeklî ev leyîstik, heya ku dilê wan bixwaze an jî ku jimarek danîbin, heta gihaştina wê jimarê didome. Kî pir puana bide hev ew qezenc dike.

 

                                                                               

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS