Dê çikim ez vî zemanî safî nabit qelbî ye
Wê mirin bîra xwe nanî ew di dinya talî ye
Min hebû mehbûb de îro min gelo sêran dikir
Min nezer daye li çavan xet li dêmê Hindî ye
Zêr li pey nûnê raşandî neqş û sun’a qudretê
Ku nivîsî hê di nîv “mîm dal” li pey wê daniye
Kî gelo ser hiş demînî ku dibînî ebrûyan
Cam û ferfûrê li ber wê zul di xettê laî ye
Çi dibit wê ez binêrim carek li bejna te letîf
Bêm tewafa zulf û xal û îsmê tey nûranî ye
Ku tewafkim pê û destan da mubarek bit feqîr
Ez binoşim mey ji camê işq bibit tim baqî ye
Dê li kû erzîgirim bejna wekî reyhan bi nûr
Mislê rojê bit şefeq bexçe û nav ridwanî ye
Baxçeyê gul wê di nav de min li dorê çerx dida
Lem’ekî hatê ji bala wî di nav da daniye
Min nezer da lem’êyê subhan ji şahê qudretê
Husn û cemala dîlberê cewher û ‘unsur ‘alî ye
‘Unsurê xamis me dî îro burca zuhreyê
‘Eşqa perwînê di ber de ew dibûn alaî ye
Şewwişîn em her ji ber wan ku me dîtin xal û zulf
Meftiha qelbê ‘elîla ew di burca şemsî ye
Ez dibûm sukran ji ber wan kî gelo mehder bikit
Mehdera wê şewq û nûrê efdelê sed hecî ye
Kes nema mehder bikit îro li halê te zelil
Melceyê ‘işq û uşaqan ew Rbbê tim baqî ye
Tu qebûlke ya Reb du’aya vî ‘ebdê xwey feqîr
Ku dinale her zemanan ew Nezîrê Dahî ye