Ji Ensar xortek hebû, navê wî Culeybîb bû, temenê wî 16-17 sal bû. Herî feqîr, mihtac û mu’ûz bû. Mal û mulkê wî tunebû, cilên wî hemî kevn û pînekirî bûn. Bejna wî kin, wechê wî ‘ebûsî bû, pîxwas digerîya, bi sedem bêxanî bû, êvaran li mizgeftê radiza, azib bû, îmkanê wî yê zewacê tunebû, kesekî jî keça xwe nedidayê. Bes dinya wî ya me’newî herî dewlemend bû, di her nimêjê de daîm li sefê pêş bû.
Rojekê diçe ba Resûlê Xweda, dixwaze tiştekî bibêje, bes şerm dike, cesaret nake bibêje. Pêxember (s) rewşa wî ferq dike, bi awirê şefqet û merhametê lê dinêre; ew nêrîna bi şefqet cesaretê didê. Culeybîb xwe dicivîne ser hev, wechê wî ji fedya sor dibe, di encamê de ya di dilê xwe de weha vedike, ji Resûlê Xweda re dibê: “Ya Resûlellah! Ez hatime cem te jibo tu destûra min ya kirina zinê bide. Ez dixwazim zinê bikim. Çimkî êdî tehemmula min nemaye”
Hinek eshabê li wêrê runiştî bi gotinê wî aciz bûn, nerazîbûn nîşan dan; heta hinekan ji wan jibo şitexalîya xwe qut bike destê xwe danîn ser devê wî. Hinek pê da xeyidin gotin “bê edep, tu çawa teklîfeke weha li Resûlê Xweda dikî” Heta hinekan bi çingirê wî girtin xwestin wî ji hizûra Resûlê Xweda derxin bavêjin bivin derve. Bes Pêxemberê şefqet û merhametê bi eshaba re xeyîdî, got: “Bihêlin! Bira Culeybîb şitexalîya xwe biqedîne.” Resûlê Xweda heta dawî guhdarîya wî kir, paşê gazî wî kir got were li tenişt min rûnê. Culeybîb çû li ber çokê wî rûnişt. Ew tewrê Pêxember, bandorek girîng li ser wî kir. Pêxember jê re wiha got:
Pêxember (s): Culeybîb! Ev tiştê tu doz dikî, ma tu dixwazî yek li xuşka te li diya te li keça te li meta te wiha bike?
Culeybîb: Nexêr! Ya Resûlellah! Ez qet naxwazim hinek li diya min û li xuşka min wiha bikin.
Pêxember (s): Ey Culeybîb! Çawa tu naxwazî kesek bi diya te re, bi xuşka te re, bi keça te re, bi xaltiya te re û meta te re zinê bike, herwiha tu kesek naxwaze bi diya wî re, bi xuşka wî re û bi keça wî re zina bê kirin.
Resûlê Xweda bi van şitexalên xwe yê îksîr Culeybîb îqna dike. Paşê jibona wî ji Xweda re dua dike, dibêje: Ya Rebbî! Tu gunehê Culeybîb efû bike, dilê wî paqij û arî bike, namûsa wî jî muhafaza bike.” Fexra Kaînatê, li hember kerkesî wefadar bû, kêmasî û qusûrê kesekî li wechê wan nedixist, jibo herkesî qezenc bike, tiştê ji destê wî dihat dikir.
Li gorî rîwayetan, piştî vê diaya Pêxember (s), Culeybîb li Medînê di mijara edep û îfetê de bû nimûne. Bes ji ber ku temtêla wî nelihev bû û jîna wî ya borî dihate zanîn û îmkanê wî yê maddî tunebû, li Medînê kesekî nedixwest keça xwe bidê. Encax Pêxemberê Îslamê (s), derdê Culeybîb û qîymetê wî fêm dikir, rojekê gazî wî dike û wî dişîne cem malek eşraf û dewlemendê Medînê.
Culeybîb diçe li derîyê malê dixe, xwedyê malê derî vedike, Culeybîb derbasî hundir dibe. Selamê Resûlê Xweda li wan dike. Xwedyê malê bi heyecanek girîng silava Resûlê Xweda pêşwaz dike. Paşê Culeybîb dibêje wan: Resûlê Xweda min şande cem we, jibo ku hun keça xwe bidne min. Diya Qizîkê û bavê wê li hember vê teklîfê, dicemidin li hev dinêrin, difikirin, di dilê xwe de dibêjin “Em û Culeybîb” Lehzakê tereddud dikin, wê çawa Keça xwe bidin Culeybîb? Ew kî Culeybîb kî? Di dilê xwe de dibêjin “Em û Culeybîb ne hunkifê hevin”
Hê berya bersiva neyînî bidin, keça wan li hêla malê li şitexalîyê di navbêna wan û Culeybîb de derbas bibû guhdar dike. Keça wan ji hêla malê gazî diya xwe û bavê xwe dike û ji wan re weha dibêje: Dayê, bavo! Hûn çawa li emrê Resûlê Xweda guhdar nakin. Ma Xweda di Qur’ana Pîroz de nabêje: “Dema Xweda û Resûlê wî, li ser kêşeyekî hukum dan, jibona tu mêr û jinek bawermend heq tuneye ku li gorî daxwaza dilê xwe tevbigere. Kî bi gotina Xwedê û Resûlê wî neke, êdî bi rastî wî bi reşekî aşîkar rê şaş kiriye.” -Ehzab: 36-
Paşê jibo wê bidin Culeybîb diya xwe û bavê xwe îqna dike ji wan re dibêje: Min bidin Culeybîb, çimkî Resûlê Xweda tucaran zirara min naxwaze.
Li ser vê hişyariya qîzikê diya wê û bavê wê, herwekî ji xew hişyar bibin, bi hişê xwe ve tên û rast diçin cem Resûlê Xweda dibêjin: Ya Resûlellah! Em hatine jibo ku em keça xwe bidin Culeybîb. Haziriya dawetê dikin û Culeybîb bi qizîkê re dizewice.
Piştî dawetê bi çend rojan, Resûlê Xweda û Eshabê xwe derdikevin ğezwekê, Culeybîb digel zavayê nû bû, ji çûna cîhadê li paş namîne. Beşdarî artêşa Îslamê dibe, bi gernasî şer dike û şehîd dibe. Piştî şer diqede, Resûlê Xweda li der dora xwe dinêre dibêje “kesek ji me kêm heye?” Sahabe dibêjin “nexêr kesekî kêm tuneye ya Resûlellah!”
Resûlê Xweda dibêje, “Kêmanîyek min heye” Wek bavekî kezebşewitî kurê xwe wunda kiribe û lê bigere li Culeybîb digere. Li qada şer digere serê Culeybîb û gewdê wî di nava xwînê de dibîne. Culeybîb hê şûrê wî di dest wî de bû, di nava xwînê de gemirî bû, bes heft kafir li tenişt xwe li erdê raxistîbûn û ew jî gihaştibû merteba şehadetê… Resûlê Xweda dema wî di vî halî de dibîne, pir mehzûn dibe, li ber cesedê wî rûdinê, serê wî datîne ser çonga xwe, sê cara li ser hev dibêje: Piştî heft kafir kuştiye, ew jî hatiye kuştin. Ya Rebbî! Culeybîb ji mine, ez jî ji Culeybîb im.
Piştre Resûlê Xweda bi destê xwe yê mubarek radihêje wî, jibona wî tirbê dikolin, kefenekê wî pê bipêçin tunebû, bi destê xwe yê mubarek wî dadixe tirbê û vedşêre. Şehîd ji ber ku nayên şuştin, wî naşon. Belê Culeybîb belkî kin bû, ne bi kêsim bû, ne lihevhatî û bedew bû, bes dilê wî pir xweşik bû, îmana wî herî li jor bû, gernasî û qehremanîya wî li pêş bû.
Pîreka Culeybîb çavnêrîna zilamê xwe dikir, dema xebera şehadeta wî sitend, jibo bibû pîreka şehîda şukra Xweda kir. Nexasim dema dibihîze ku Resûlê Xweda derheqê wê de gotiye “Ya Rebbî! Xêrê bîne pêşiya wê, di dirêjîya jîna wê de astengîya pêş nekê” Dunya tev dibe ya wê. Bi sedem vê duayê herkes dilê xwe dibijîne rewşa wê û alîkarîya wê dike.
Civanên dema me yên dilê wan bi qirêja gunehan tarî bûye, werin hûn jî wek Culeybîb dilê xwe bi tobe û îstîxfarê paqij bikin.