Li ser van çîrokên ku di nav xwe de hîm û motîfên mîna dostîtî û dijmintî, wefa û îxanet, hêvî û bêhêvîti, aramî û gengeşî, xeyal û rastiyê û tiştên hwd. dihewînin, hêj di warê nivîskar û dîroka nivîsandinê de nîqaşeke bêencam berdewam dike. Lê rastiyeke li berçavan heye ku ew jî tesîra gerdûnî ya van çîrokan e. Ev çîrok li Ewrûpayê cara ewil ji teref Antoîne Galland ve bi Fransî hatine wergerkirin. Bi vê wergerê li Ewrûpayê belavbûn û geşbûna Çîrokên Hezar û Yek Şevan dest pê kir.
Em ê di vê xebata xwe de li ser van mijaran mîna; çavkanî û dîroka nivîsandinê, naverok, teknîkên vegotinê, xebatên ewil ên ku li ser çîrokan hatine kirin, di edebiyata cîhanê de tesîra çîrokan çi ye birawestin. Em ê di bergeha van xalên ku li jorê hatin birêzkirin de hewil bidin da ku pêşî mijar bê fêmkirin û dû re jî cihê wan a di edebiyata cîhanê de çi ye bê nîşandan.
Çîrokên ku me li ser wan xebat kir di zimanê Ingilîzî de bi navê “Arabian Nigts”, di zimanê Farisî de “Hezar û Yek Şeb”, di Tirkî de “Binbirgece Masalları” û di Kurdî de jî bi navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan tên binavkirin. Ji bilî van zimanên ku me li jorê qala wan kir ev çîrok bi gelek zimanên din hatine wergerkirin.
Di navbera jiyan û çanda gel û neteweyên ji hev cuda de digel ku sînorên mezhebî, qewmî, nijadî, çandî û sînorên hwd. hebin jî di navbera çanda van neteweyên ji hev cuda de sînor tune ne; ango her tim îxtîmal heye ku yek ji wan di bin tesîra ya din de bimîne. Dema ku em li van çîrokên ku wek “Elf Leyle ve Leyle” ango bi navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan tên binavkirin dinêrin û dema ku em çand, kevneşop û şaristana di nav van çîrokan de, li dereke kom dikin, em dibînin ku di nav van çîrokan de bes çanda neteweyekê xwe nîşanî me nade; bereqs tesîra çanda gelek neteweyên din jî xwe di çîrokan de nîşanî me didin.
Ev çîrokên ku çanda hevpar a gelek neteweyan in, ji nişka ve derneketine holê; berewajî peyder pey ango di çend qernan de derketine holê, geş bûne, deng vedane û di nav xelkê de cî girtine. Di nav çîrokan de dem tê, mirov li rasta rastiyên jiyanê û tiştên qenc ên mîna exlaq, dostî, wefa, biratî, xwedîtî, edeb, ilm, silm û tiştên mîna van tê û dem jî tê li rasta tiştên mîna xaîntî, îxanet, xapandin, kuştin, zilm, û tiştên mîna van ên nebaş tê. Ev hêmayên baş û nebaş, qenc û neqenc tev dewlemendiya çîrokan û rastî û heqîqetên jiyanê ne ku ji ber vê yekê çîrok balkêş in û xwedî tesîreke mezin in.
Ev Kulliyata Hezar û Yek Şevan a ku em qala wê dikin li Ewrûpayê cara ewil ji teref Antoine Galland ve ji destxeta ku ji Sûriyê hat şandin bi Fransî hat tercumekirin.” (Ulutürk, 1992:181). Piştî vê wergera Fransî ya ku ji teref Antoine ve hat kirin re di warê Rojhilatê de di zihn û xeyalên Ewrûpayiyan de rûpeleke nû vebû. Lewra bi vê wergerê, Ewrûpa êdî dest bi naskirina Şerqê kirin. Di warê tesîra Çîrokên Hezar û Yek Şevan de Hellmut Ritter wisa dibêje “Kitêba herî navdar a şerqê ye. Ewrûpayî Şerqê bi vê kitêbê tesewur dikin.” (Ritter, 2011:124). Bes ji vê ravekirina kurt bi xwe jî tête fêmkirin ku Çîrokên Hezar û Yek Şevan bi wergera Antoine tesîreke çawa li ser Ewrûpayiyan hiştine û dengeke çawa li Ewrûpayê vedane. Piştî demekê Çîrokên Hezar û Yek Şevan, ne bes li Ewrûpayê bi heman awayî li temamê dinyayê dengeke mezin vedan û cihê xwe di nav wan wêjeyên neteweyên ku ew nas kirin de girtin. Em ê di beşên pêş de qala vê tesîra çîrokan ango cihê wan a di edebiyata cîhanê de çi ye bikin û em ê hewil bidin da ku ev girîngî û ehemiyata çîrokan bi şiklekî baş bê fêmkirin. Piştî van agahiyên kurt em dixwazin derbasî hûrgiliyên mijarê bibin.
1-Pênaseya Çîrokan
Ger bo navên van çîrokan pênaseke giştî bê kirin mirov dikare bibêje: Ji wan çîrokên ku tev de ji hezar û yek çîrokan pêk tên û di nava hezar û yek şevan de bi şiklekî teknîkî û balkêşî hatine gotin re Çîrokên Hezar û Yek Şevan tê gotin. Lê belê lêkolînvan û lêkolînerên ku li ser van çîrokan lêkolîn û xebat kirine her yekî/ê ji wan li gor xebata xwe tarîf û pênasek bo navê wan kirine.
Di warê pênaseya van çîrokan de Süleyman Tülücü pênaseke wisa dike “Ev çîrokên ku navê wan a rastî bi Erebî Elf Leyle we Leyle ne kulliyatek e ku tê de teknîka ‘çîrokên bi çarçove’ hatiye bikaranîn ku em di edebiyata Hîndê de li rasta wan tên.” (Tülücü, 2004:1) Her wisa Jorge Luis Borges jî di vî warî de pênaseyeke berfireh dike û hest û ramanên xwe yên derbarê navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan de wisa radigihîne: “Ez dixwazim li ser navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan birawestim. Kitêbeke xweşiktirîn ji kitêbên cîhanê ye. Bi ya min ew kitêba ku min qala wê kir bi qasî navê xwe û wek Ceribandina Demekê xweşik e. Lê belê di nava Çîrokên Hezar û Yek Şevan de xweşikatiyeke din heye. Bi ya min çavkaniya vê xweşikatiyê beramberbûna peyva hezarê bi bêdawîbûnê re ye. Hezar şev tê wateya şevên bêhed û bêhîsab û wateyeke tiştekî wisa. Hûn ê bi wê biwêja ecêb a di Îngilîzê dê zanibin; Îngilîz carinan di şûna frover(heta bêdawiyê) de frover and a day (heta bêdawiyê û rojek) bi kar tînin. Li ser peyva heta bêdawiyê ve hejmara yekê jî zêde dikin.” (Borges, 2000:56)
Digel ku ev çîrok bi navê Çîrokên Hezar Yek Şevan hatibin nasîn û cihên xwe di edebiyata cîhanê de girtibin jî ji bo navên van çîrokan hinek nirxandinên cuda tên kirin û bi navê Hezar Çîrok û Hezar Efsane jî tên binavkirin. Di vî warî de Ritter dibêje ku navên çîrokan a rastî ne Çîrokên Hezar û Yek Şev e û destnîşan dike ku navê wan resen Hezar Şev e. Ritter di xebata xwe de cî daye van agahiyan: “Hezâr tê wateya hezarê. Halbukî navê meşhûr a çîrokan Hezar û Yek Şev e. Sedema vê yekê bi du şiklên muxtelîf tefsîr dikin: 1.Kêfa Ereban ji reqemên gilover ên mîna hezarê re nayê. Ji ber vê yekê vê navê xistine şiklê Hezar û Yek. (Elf Leyle ve leyletun) Ev çîrok lihevanî xuya dike. Bi min çîroka duyemîn bi mantiqtir e. Li gor vê sedema bûyînê Hezar û Yek Şev bi tesîra Tirkan e û ev yek di dewra Memlukiyan de çêbûye. Em nizanin di nava Hezar Efsanê’yên kevin de çi hebûn.” (Ritter, 2011:127)
Digel vê ravekirina Ritter, Agah Sırrı Levend jî pênaseke nû bo navê çîrokan dike û di vî warî de ango di warê çavkaniya navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan de çavkaniyê wek çîrokên Farisan ên bi navê Hezar Efsane nîşan dide û wiha dibêje: “ Hezar Efsane’yê ku bingeha Çîrokên Hezar û Şevan in, çîrokên Edebiyata Îranê ne. Exlebeyê çîrokên di nava vê berhemê de dû re hatine guhartin, an li gor jiyana Ereban hatine lihevanîn an jî ji nû ve hatine nivîsîn. Ereb navê ‘Elfu Hurefe’ ya ku beramberê ‘Hezar Efsane’yê ye bi kar anîne. Ev berhema ku navê ‘Elfu Leyle’ girtiye li ser xwe dû re bi navê Elfu leyleti ve’l Leyle hatiye binavkirin.” (Levend, 1973:199 )
Di warê pênasa navê çîrokan de em dikarin bibêjin ku tiştekî esseh û teqez heye ku ev çîrok bes ne ya çand û kevneşopî, şaristan û kelepora Ereban e; bereks di nav van çîrokan de çand û kevneşopî, şaristan û kelepora di serî de yên neteweyên mîna Hînd, Îran û dû re yên gelek neteweyên din jî hene. Dibe ku ev çîrok wek destpêkê li ser çîrokên Hîndê hatibin avakirin û dû re digel çîrokên Hezara Efsane yên Îranê kemilîbin û dû re di nav Ereban de digel çîrokên wan şax dabin û di warê dewlemendiyê de gihaştibin asta herî bilind. Ji ber vê yekê dibe çîrok di destpêkê de navê Çîrokên Hezar û Yek Şevan li ser xwe negirtibe; lê bi ya me ev çîrok di pêvajoya gihaştinê de di nav neteweya Îranê de bi cî bûne û navê Hezar Efsane’yê girtine li ser xwe û di dawiyê de digel çîrokên Ereban ên ku li vê kulliyatê hatine zêdekirin gihaştibe asta xwe ya herî dawî û navê Hezar Efsane’yê piştî demekê ji ber sedemên ku Ritter dibêje navê Hezar û Yek Şevan girtibin li ser xwe.
2. Çavkanî, Dîroka Nivîsandinê û Teknîka Vegotinê ya Çîrokan
2.1. Çavkaniya Çîrokan
Li ser çavkanî û dîroka nivîsandina çîrokan minaqeşeyek bêdawî ji mêj dest pê kiriye û hêj berdewam e. Dema ku li naveroka çîrokan bête nihêrtin tê dîtin ku bes ne çand, kevneşopî û şaristaniya Ereban; berewajî ya gelek neteweyên mîna Hînd, Faris, Kurd, Tirk û hwd. tê dîtin. Di vî warî de hest û raman, fikr û nêrînên cûrbecûr hatine gotin û derbarê çavkaniya çîrokan nîqaş hatine kirin.
Di warê çavkaniyên çîrokan û erdnigarî û warên ku çîrok jê derketine, lê kemîlîne û lê şax vedane de em dixwazin çend gotinan bibêjin û dû re dixwazin di vê gotarê de cî bidin fikr û ramanên kesên lêkolîner, nivîskar û zanyarên ku di vî warî xebatîne.
Em dixwazin ji çîrokan, navên warên ku lehengên çîrokan eslê xwe jê ne an jî çîrok bi xwe li ser wê erdnigariyê qewimîne wek mînak bidin da ku mijar çêtir bê fêmkirin.
Hind:
Dema ku li çîroka bi navê “Çîroka Wezîr û Lawê Şehzadeyî” tê nihêrtin tê de tê dîtin ku qîza padîşehekî Hindê cihê xwe di çîrokê de digre û qala war û welatê xwe dike. Qîza padîşah di çîroka ku me navê wê da de wisa derbas dibe: “ Ez qîza padişahê Hindistanê me. Ez li ser hespê xwe siwar bibûm û hatibûme nêçîrê. Di dema nêçîre de min rêya xwe winda kir. Dema ku ez li rêya vegere digerîyam li ser hespê xwe di xew ve çûm. Dema ku ez hişyar bûm, min dît ku ez hatime vê dera bê kes û bê deng. Hespê min jî ji destê min revîya û ez li vir bi tenê mam...” (Tassûcî, 1388:29)
Kabîl:
Kabîl wek erdnigarî di çîroka bi navê “ Canşah û Şemsê” de wisa derbas dibe: “Padîşahek hebû ku jê re “Melîkê Teyqmûs” digotin. Ew hakimê xaka Kabîlê bû û xwedîyê gelek qudret û milkan bû. Zarokên Melîkê Teyqmûs tune bûn. Bi tenê daxwazîya wî ew bû ku bibûya xwedîyê zarokekî da ku piştî mirina wî, ew zarok bibe melîkê Kabîlê…” (Tassûcî, 1388:77)
Faris:
Erdigarîya Farisan di çîrokan de di gelek cihan de derbas dibin. Bes em dixwazin çend mînakan ji çîrokan bidin da mijar zelaltir bibe. Milkê Farisan di çîroka bi navê “Çîroka Melîkê Sendebad” de wisa ye: “ Li ser erda Farisan padîşahekî navdar hebû ku jê re digotin “ Sendebad.” Teyrêbazekî kedîkirî ya Melîkê Sendebad hebû…” û di çîroka bi navê “Çîroka Hespê Abnos” de jî wisa “Di wan demên derbasbûyî de, li welatê Farisan padîşahek dijîya. Sê qîzên wî yên xweşik û lawekî wî çeleng hebû. Navê lawê wî Hurmûz bû. Rojek ji rojan sê hekîmên zana hatin qesra wî padîşahî…” (Qasimnîma û Abyar, 1390:17) derbas dibe.
Çîn:
Çîn jî wek erdnigarî di çîroka bi navê “Çîroka Padîşah, Kurê Wî û Carîyeya Hîlebaz” de wisa derbas dibe: “Li ser xaka Çînê padîşahekî dadmend û qudretmend hebû. Di binê hukmê wî de gelek şervan û pehlewan hebûn, gel jî, ji edalet û rêvebirîya wî razî bû…” (Qasimnîma û Abyar, 1390: 83) derbas dibe.
Misir-Baxdayê:
Di çîrokan de gelek war, welat û bajarên Ereban derbas dibin. Em ê di vî warî de bes du mînakan bidin. Di çîroka bi navê “Çîroka Xelîfeyê Masîgir” de Baxdayê wisa derbas dibe: “Çend sal berê li bajarê Bexdayê zilamekî masîgir ê bi navê Xelîfe dijîya. Ew masîgir zilamekî dil paqij û xêrxwaz bû…” (Qasimnîma û Abyar, 1390:11) û welatê Misirê jî di çîroka bi navê “Şemsedîn û Nûredîn” de jî wek “Li ser axa Misrê padîşahekî adil û mêvanperwer hebû. Wezîrekî aqilmend yê wî padîşahê hebû û ew wezîr jî xwedîyê 2 xortên zîrek bûn…” derbas dibe. (Qasimnîma û Abyar, 1390: 35)
Me li jorê navê welatên bi navê Hind, Faris, Çîn, Baxdayê û Misirê anî ziman. Ji bilî vanan, mirov dikare van mînakan zêdetir bike. Di temamê van welatên ku me qala wan kir û çîrok li ser xakên wan diqewimin û ji wir ve ber bi welatina din ve tevdigerin de; çand, kelepor, kevneşopî û bastanên ji hev cuda hene û di nav van çîrokan de taybetiyên ji hev cuda derdikevin li ber çavan. Ev taybetî bi xwe jî dide xuyakirin û dide nîşandan ku Çîrokên Hezar û Yek Şevan ji hêla çavkaniyê ve bes bi neteweyekê tenê ve ne girêdayîne.
Piştî ve kurtenirxandinê em dixwazin cî bidin fikr û ramanên kesên ku di vî warî de berî niha xebat kirine da ku mijar qewîtir û zelaltir bibe.
Ritter di warê çavkaniya Çîrokên Hezar û Yek Şevan de li ser motîfa jinê ya di çîrokan de nirxandinekê dike û bingeha çîrokan wek Hîndê nîşan dide. Ritter di xebata xwe de van tiştan dibêje: “Esasa çîrokan Hînd e. Nexasim jî ji hêla çîroka bi çarçove, ji hêla uslub û şêwazê ve eslê xwe yê Hîndê ye. Çîrokên Hîndê dibe ku di dewra Enûşîrvan, dibe ku di dewra Sasaniyan de wergera wan bi Pehlewî hatibe kirin û ji wir jî di qerna 3yemîn de wergera wan bi Erebî hatibe kirin." (Ritter, 2011:128)
Li gor xebata bi navê “Binbir Gece Masallarının Anadolu Türk Masallarına Etkileri Üzerine Bir Araştırma” ya ku ji teref Atiye Nazli ve wek teza doktorayê hatiye nivîsandin de lêkolînvanekî din ê bi navê Duncan Black MacDonald jî derbarê çavkaniyên çîrokan de ne bes Ereban bi heman awayî Hînd û Îranê jî nîşan dide. Li gor xebata ku Nazli kiriye Macdonald derbarê mijarê de wiha radigihîne: “ Ereban amûrên berhemên devkî ji welatên nêzî xwe, nexasim jî ji Îran û Hindistanê wergirtine.” (Nazlı, 2011: 22/23)
Emile François di xebata xwe ya ku li ser van çîrokan kiriye de balan dikşîne li ser çanda hevpar a gelek netewe û qewman û derbarê mijarê de wiha dibêje: “Her çi qas kitêba bi navê Hezar û Yek Şevan, di wan salên ku Împaratortiya Ereban tê de ji hêla siyasî ve hilweşiyabûn de hevgirtiyeke danhevî derxistibe holê jî, ew taybetiya wê ya kitêba xelkê ya ku palpişta wê li ser hevkariya gelek nifşan hatiye avêtin ; wê li ser wê herêma Behraspî ya ku ji Nîlê hetanî Dîcleyê dirêj dibe kiriye wek du gerokan, dû re jî bi çavkaniyên wan civakên rûniştî ve girê dide.” (Juile, 1993:51)
A. Nicholson jî derbarê berhevkerin û çavkaniya van çîrokan de agahiyeke balkêş bi me re parve dike û dibêje “Ebû Abdullah Muhammed b. Abdûs el- Cehşiyarî(Mîladî. 942- 943) kitêbeke ku tê de çîrokên ku her yekî ji wan mustaqîl in û ne girêdayiyê yên din in û malê milletên mîna Ereb, Yewnan, Îran û yên milletên din in berhev kir. Wî çîrok-vebêjênên wan berhev kir û ji wan yên ku dizanibû û tiştên herî xweşik û spehî ji wan girt û ji kitêbên çîrok û fabilan tiştên ku xweşa wî çûn hilbijart. Ew hûnermendekî jêhatî bû, ji ber vê sedemê wî ji wê metaryelê her şev teqrîben çîrokeke kamil a ku ji bi pêncî wereqî pêk dihat û tev de 480 şev bûn anî ba hev.Lê belê negihaşt wê hezar çîroka ku wî ji xwe re kiribû armanc mir.” (Nicholson, 2007:310)
Veli Ulutürk di xebata xwe ya ku li ser vê mijarê kiriye de dibêje tê tehmînkirin ku ji çîrokan hinek ji wan ji ‘Hezar Efsanê’ya bi Farisî derbasî Ereban bûye û dû re wiha cî dide agahiyên di kitêba Mesûdî de: “ Di wan tarîxan de di nav Ereban de kulliyateke çîrokan ya bi navê ‘Hezar Şev’ hebûye û ev çîrok jî wek wan berhemên din ên Yewnan, Îran û Hîndan ji derve derbasî Erebî bûne û eslê wan Farisî ne û navê wan Hezar Efsane ye.” (Ulutürk, 1992:181)
Di vî warî de Levend jî wisa dibêje: “Hezar Efsaneyê ku bingeha Çîrokên Hezar û Yek Şev in, çîrokên Edebiyata Îranê ne. Exlebeyê çîrokên di nava vê berhemê de dû re hatine guhartin, an li gor jiyana Ereban hatine lihevanîn an jî ji nû ve hatine nivîsîn. Ereb navê ‘Elfu Hurefe’ ya ku beramberê ‘Hezar Efsane’yê ye bi kar anîne. Ev berhema ku navê ‘Elfu Leyle’ girtiye li ser xwe dû re bi navê Elfu leyleti ve’l Leyle hatiye binavkirin.” (Levend, 1973:199 )
Dema ku em van agahiyên ku berî niha xebatên ku hatine kirin de hatine dayîn li ber çavan bigrin û dema ku em naveroka Çîrokên Hezar û Yek Şevan binêrin û bi şiklekîke baş û hûrgilî li ser wan bisekinin, em ê wê demê li rasta heqîqetekê bên ku ew jî ev e: Ev kulliyeta çîrokan bes ne ya Ereban e; berewajî yê gelek neteweyên ku di wextê wê de têkilî û pêwendiyên wan bi hev re hebûn û tesîr li hev dikirin e. Bi gotineke din çanda hevpar a gelek neteweyên ji hev cûda ne. Di vî warî de Nazli di berhema xwe de dibêje “Ew zanyarên ku derbarê vê mijarê de lêkolîn kirine derbarê vê kulliyata ku çi wextî û ji teref kî ve hatine nivîsîn de dibêjin ku ev kulliyat edebiyata devkî ya wê herêma ku di nav de Hînd, Ereb, Îran, Misir û herêma ku îro jê tê gotin Rojhilata Navîn e.” (Nazlı, 2011:20) Lê belê bereksê vê nirxandinê kesên Îranî vê yekê qebûl nakin û rasterast dibêjin ku ev çîrok ê me ne, Di bergeha vê gotinê de di pêşgotina kitêba bi navê “Hezar û Yek Şeb” de wisa tê gotin: “ Kitêba Hezar û Yek Şev, çîrokên şevê yên Îraniyan e ku berî vê çend sedsalan hatine nivîsîn.” (Tassûcî, 1388) Ji bilî van agahiyan heqîqetek heye ku temamê neteweyan li ser hev tesîrê dikin û ev tesîr di qadên cûrbecûr de û bi rêjeyên cuda ye. Li ber vê tesîrê ango dan û standinê tu asteng tuneye. Derbarê danûstandina navbera çandên neteweyan de Ziyat Akkoyunlu dibêje “Sînor û milleta danûstandina çandê tuneye û ev yek ne girêdayê şert û mercekê ye û ji xwe me re çêdibe. ” (Akkonyunlu, 1996:1)
Ew ê berdewam bike…