Hebû tûne bû. Tê riwayetkirin ku di dema Hz. Suleyman (s.x.l.) de axayek hebû. Ev axa çavnebar, zilimkar û bêbext bû. Axa ji xeynî dewlemendî û navdariya xwe, xwestîye zanebûn jî bi dest bixe. Lê axa, ev zanebûn ne ji bo tiştên ku kêrî mirovahîyê were, ji bo berjewendiya xwe xwastiye.
Li ser vê yekê lêkolînan dike da ku çawa ji rêyek kin ew zanîna ku herkes nagihêje peyda bike û bi wî zanînê bikaribe xwe derîne pêş û bibe xwedî hêz.
Piştî lêkolîn û lêgerînan axa, dibihîze ku Hz.Suleyman (s.x.l.) bi zimanê ajalan dizane û bi vî awayî dikare ji her deverê haydar be û hêza xwe her dem zêde bike. Radibe diçe cem Hz. Suleyman (s.x.l.) û jê re dibêje:
-Divê tu min jî hînî zimanê ajalan bikî. Ma Xwedê ev hûner daye te, da ku tu tenê ji bo xwe bixebitînî?
Hz. Suleyman dibêje ku ev ne karê her kesî ye. Dibe ku ji bo wî bi zirar be. Lê ev mirov tu car li Hz. Suleyman guhdar nake. Axa carinan bi lavayiyan carinan jî ji bi şermîyan teleba xwe didomîne.
Hz. Suleyman (s.x.l.) ne ku pê nikare an jî mecbûrê wî ye lê ji bo jê re bibe ders û ibret, êdî pir li ber xwe nade û ev daxwaza wî dipejirîne. Bi destûra Xwedê (c.c.) vî axayî hînî zimanê ajalan dike.
Ev mirov li dû hînbûnê lê dixe û ber bi malê ve tê. Di rê de ji kêfan difire. Lewra ji her derî dengê ajalan tê û ew, axaftinên wan fam dike. Çûk qala tiştên li nav bajêr dikin, moz cihê hingivan dibêjin û her ajalek bi zimanê xwe tiştên ku kêrî wî bên dibêjin.
Axa di nava xwe de dibêje "Welleh êdî tu kes wê bi min nikaribe."
Ji kêfan axa pê nahese ku ev rêya dûr û dirêj çawa xelas dibe. Hew dibîne gihiştiye malê jî. Bi dengekî hêrsbûyî bi ser xulamên xwe de diqîre û dibêje:
-De zû ji min re xwarinê bîne. Ez birçî bûme.
Ji xwe tu car kesek nediye ku axa bi mirovan re bi peyva xweş axiviye. Her dem xwe ji ser mirovan digirt û li wan zilmê dikir. Ji mirovan re gotinên nexweş digot û dilê mirovan dişikand. Gundî, ji ber ku ew, axa bû nediwêriyan jê re tiştekî bibêjin an jî serî li ber wî re rakin. Ji xwe xulamên wî dema navê wî dihat gotin, dilerizîyan. Lewra hema şaşîyek an jî tiştê ku ne li gor dilê xwe bidîta wî, di cî da siza dida wan. Sizaya herî biçûk bi dar lêdan bû.
Xulam zû kir û xwarin anî danî ber wî. Lê ji tirsan dilerizî.
Dema ku xulav av tîne, lingê wî leqitî û li erdê ket. Lê baş bû axê ew nedît, xwe di cî de da hev û avê jî danî ber axê û got ku kerem bikin ezbenî. Axa tew lê nenihêrt û ava xwe vexwar. Heta axa negotana here, divê destê xwe girê bidana û li piyan bisekiniyana. Û hetta axa îşaret nekiribana ew nikaribû ji cihê xwe veqetîyabana.
Cihê xwarina axê ji hewşê bi qasê du metre, du metre û nîv bilind bû. Di sifreya wî de her tişt hebû. Li pêşberê wî bexçeyê wî yê mezin hebû.
Di bexçeyê de ji her cureyê fêkî hebûn: Sêv, hirmî, hêjîr, bihîv, gûz û hwd. Di jêra bexçeyê de jî rezeke mezin hebû. Mirov dil nedida ku li wî rezî mêze bike. Ew qas ku xweşik bû.
Di axura wî ya gelek mezin da dewar, pez û bizinên wî hebûn. Hespên wî yên rewan di ciheke xweşiktir de bûn. Li ber deriyê wî kûçikên har hebûn. Wî, ji kûçikên xwe pir hez dikir. Mirov dikare bibêje ku ev axa tenê ji kûçikan hez dikir. Lewra dizanibû ku tenê kûçikên wî ji wî re sadiq in. An jî ew wûsa dizanibû. Lewra kûçik sadiq in, lê heta mirov hestî bavêjin li ber wan.
Axa, di nav van hestan de bû, dîtina ku dîr kûçikê ser mezin, Qolo dev avêt pisîka malê ku wê bixwe. Lê pisîkê di carekê da xwe ji devê wî xilas kir çû ser darê. Kûçik diewtîya. Di wê xirecirê de pisîkê jê re wiha got:
- Hevalê kûçik tu ji min çi dixwazî? Min çi bi te kirîye? Ji xwe goştê min jî hindik e. Çi dibe tu bela xwe li min nedî. Çêlîkên min hene, giş biçûk in. Ger tu sebir bikî wê sibê mîha reş a nexweş bimire, ez û tu emê têr bin.
Axa çawa ku bi van gotinan bihîst hema di cî de gazî xulamê xwe kir û jê re got:
-Here di cî da wê miha reş serjê bike.
Xulam lê vegerand û got:
-Ser seran axayê min.
Xulam di cî da çû û wê mihê serjê kir. Kêfa axê hat. Xwe bi xwe got ku ev hê destpêk e. Xwedê dizane ezê çiqas kar bikim.
Piştî vê yekê cixareyek pêxist û derbasî hindir bû, xwe dirêj kir. Cixareya xwe zûqûmand hêdî hêdî, çavên wî çûn ser hev û raket…
Axa serê sibê zû rabû.Taştêya xwe dîsa li cîhê her gav dixwar. Dîtina ku dît Qolo waye dîsa pisîkê xistiye quncikê ku wê bixwe. Qolo ji pisîkê pirsî:
-Ka te doh got sibê wê miha axê bimire û emê wê bixwin. Ka li kû ye mih, ka li ku ye goşt?
Pisîkê bersiva wî da:
-Axa qey dît ku nexweş e, ew da serjêkirin. Lê meraq neke sibe wê nogina axê bimire. Goştê wê him ji ya mihê zêdetir e û him jî ji ya mihê xweştir e. Emê wê bixwin. Dev ji min berde çêlîkên min hene.
Kûçik dîsa dev jê berda û di rêya xwe de çû. Xwe bi xwe got ku baş e emê nogina axê bixwin. Axa bang li xulamê xwe kir û jê re got:
-Here wê noginê bîne serjê bike.
Xulam jî got ku ser çavan û çû da ku noginê serjê bike.
Ji aliyekî ve kêfa axê dihat ku ji zirarê xilas bû; lê ji aliyekî ve jî hêrs bibû ku heywanên wî wûsa yeko yeko herin wê çi bibe. Yê didûwan jî vî kûçikê Qolo dema qala mirina ajalan dibe kêf dike. Ma gelo van kûçikan jî ji axê hez nedikirin! Axa ji ber vê yekê di ber xwe de got:
-Ezê nîşanê we bidim. Hûnê îxanetê li min bikin ha.
Axa bê sebr li hêviya roja din bû. Dît kû Qolo way dîsa bi pisîkê re ye. Qolo encamê ji pisîkê re got û jê doza soza wê kir. Dîsa pisîkê wûsa got:
-Tu meraq neke sibê wê gayê axê bimire, ger em heyfteyek jî wê bixwin em nikarin wê xelas bikin.
Qolo dîsa dema diçû got:
-Bila wûsa be. Xwarina gayê axê jî xweş e.
Axa herwiha ga jî bi xûlam da serjêkirin û goştê wî birin firotin. Roja din dîsa axa li ser eywana xwe li benda Qolo û pisîkê bû. Her du jî hatin cihê her gav. Qolo, êdî dev ji xwarina pisîkê berdabû lê dîsa jî jê pirsî:
-Ka ga, ka goşt? Min ji te bawer kir. Bê gûman tu derewan dikî.
Pisîkê di cî da cewaba wî da û got:
-Meraq neke ev car mizgînîyeke min li te heye. Min ji çivîkên Hz. Suleyman bihîst ku ev axa wê sibê bimire. Ev car wê xwe jî bifiroşe? Emê herin gora wî û wî bixwin.
Dema axa ev gotin bihîst, çavên wî di serê wî de lîstin. Xweydan jê hate xwarê û got:
-Aha welleh malik li min xera bû. Min got ez kara xwe zêde bikim, lê ez ketim dafika xwe. Çavbirçîtî çi pîs e û karê kesên xebîs e.
Ey Rebbê me! Tu me ji çavnebaran û çavbirçiyan nekî. Tu ji zanebûna ku me dixe nav şaşiyan û roja meşherê ji me tê pirsîn dûr bixî. Tu zanebûna ku em pê ‘emel bikin, nesîbê me bikî.