Medhekar im bo Xodayê roj û şev
Her çi kare hey bi hîkmet yê kirî
Nadetê wesfê ji ‘eczê kes bi dev
Hêbetê encam e lew axirî
Wî li dûryana dine dana mirov
Daye ‘erd û hêz û zevyû daye tov
Daye warê wî ji cehlê kirye gov
Çîmen û bağê kirî dehl û dirî
Rast e rêya xo li ber singê vekir
Dayê rêbaza wekî şîr û şekir
Lê ewî-l gore riya xo pale kir
Lew le’înê yê bi nig xove birî
Lew -berê xobdê- jiyan lê bû jehir
‘Alema hinde fireh ma wek qebir
Xoşî ka wî? Bes bi destê ma qehir
Sal hemî-ber wî zivistanew çirî
Şev reşew deyarye heyva çûye xar
Rêberê rêberzeye-j ‘eqlê hejar
Çi dem e hatî bi ser da wey hewar
Leş wî êxsîrew riha têda mirî
Sehke serdarî ji bo kê pale ye
Agir e-b kê ji bo kê kole ye
Sed ‘eceb dê bêjî ne-j axa me ye
Bo rezê xo kî we dît bûye strî
Bo berîkê her çi tiştê hey firot
‘Ar û namûs û heta dînê me dot
Şêr e bo jara li wan hestîfirot
Bo neyara mîheke-l ber kavirê
Sehkê teqwadarê zana kîve çû
Kê cihê wî girt û kê keftiye dû
Heyf e bo dînê nehêla avirû
Ew dûhî serbû nûke yê bûy kurî
Kûrye ewbû çî dewarê çû serî
Dûyve lank û tabi ‘e yê-l ber derî
Bo heqiyyê yê kerr e bê zeverî
Lê dema alîk ji dûr ve dît zirî
Ew wekî avê ye wî reng nîne qed
Ezbenî ger hesbiket narew cemed
Heyf e ger îblîs e ger nûra semed
Dîn lewa-l ber xelkê yê tarî kirî
Bo kesê korey nehêla bîr û ray
Sehkê çawa wî-b jinê dava veday
Ey dilo hetta tu jî yê mubtelay
Wey hewar ‘eqlê me hemya yê firî
Sehke şeytanî çewa dava veday
Çawa wî-b rêka jinê pifkir çiray
Kê bi dest maye gelo tekbîr û ray
Şehwetê ‘eqlê-j serê hemya dûrî