1—Ey ewê ku ‘îzzet û cemal her ji bo Wî ye!
2—Ey ewê ku mulk û mezinahî her ji bo Wî ye!
3—Ey ewê ku qudret û kemal her ji bo Wî ye!
4—Ey ewê ku mezin û bilind e!
5—Ey ewê ku cezayê Wî bi şiddet e!
6—Ey ewê ku ‘ezabê Wî bi şiddet e!
7—Ey ewê ku hîsaban bi lez û bez dibîne!
8—Ey ewê ku xêra herî qenc her li ba Wî ye!
9—Ey ewê ku diya kîtaban her li ba Wî ye!
10—Ey ewê ku ‘ewrê barkirî dişîne!
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Emanê bide me. Em emanê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(5)
Ya Rebbî! Ez bi heqê van navên te ji te dixwazim!
1—Ey Hennanê ku xwedîyê merhameta daimî ye!
2—Ey Mennanê ku xwedîyê qenciya heqîqî ye!
3—Ey Deyyanê ku bi ‘edalet hukum dike!
4—Ey Xufranê ku dibexşîne!
5—Ey Burhanê ku xwedîyê delîlên aşîkar e!
6—Ey Sultanê ku xwedîyê quwwet û mezinahîyê ye!
7—Ey Subhanê ku pak û bêrîyê ji hemî kêmasîyan e!
8—Ey Muste’anê ku her tim alîkar e.
9—Ey Zelmennî welbeyanê ku xwedîyê nî’met û beyanan e.
10—Ey Zelemanê ku xwedîyê emnyet û emanê ye.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Emanê bide me. Em emanê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(6)
1—Ey ewê ku her tişt li hember mezinahîya wî xwe datîne.
2—Ey ewê ku her tişt teslîmî qudreta wî bûye.
3—Ey ewê ku her tişt li hember ‘izzeta wî zelîl e.
4—Ey ewê ku her tişt îta’eta heybeta wî dike.
5—Ey ewê ku her tişt bi qudreta wî dimeşe.
6—Ey ewê ku her tişt ji tirsa wî xwe kêm dike.
7—Ey ewê ku ji tirsa mezinahîya wî çiya qelişîne.
8—Ey ewê ku asîman bi emrê wî sekinîne.
9—Ey ewê ku serzemîn bi izna wî tebitiye.
10—Ey ewê ku neheqîyê li gelê/xelqê welatê xwe nake.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û berî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Emanê bide me. Em emanê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.