1—Ey ê ku qusuran dibexşîne!
2—Ey ê ku belayan radike!
3—Ey ê ku melce’a paşî ye ji bo hêviyan.
4—Ey ê ku dana Wî pir zêde ye.
5—Ey ê ku hîdayeta Wî ji her tiştî re fire ye.
6—Ey ê ku raziqê her mexlûqî ye.
7—Ey ê ku fermana mirinê dide.
8—Ey ê ku ji derdan hayîdar dibe.
9—Ey ê ku leşkeran dişîne.
10—Ey ê ku hêsîran azad dike.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û bêrî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(8)
1—Ey xwedîyê wesf û pesnê bilind.
2—Ey xwedîyê şan û şerefdarîya bilind.
3—Ey xwedyê fexr û îhtîşamê.
4—Ey xwedîyê peyman û wefadarîyê.
5—Ey xwedîyê ‘efw û rizayê.
6—Ey xwedîyê qencî û dana zêde.
7—Ey xwedîyê gotin û birrîna hukum.
8—Ey xwedîyê ‘îzzet û beqayê/hertimhebûnê.
9—Ey xwedîyê comerdî û nî’metan.
10—Ey xwedîyê qencîya belaş û dayîna veşartî
Tu ji hemî kêmasîyan pak û bêrî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.
(9)
Ya Rebbî! Bi heqê van navên te, ez bes ji Te dixwazim!
1—Ey Mani’ê ku tiştê naxwaze men’ dike.
2—Ey Dafi’ê ku def’a belayan dike.
3—Ey Naf’ê ku menfî’etan dide.
4—Ey Sami’ê ku temamê dengan dibîhîze.
5—Ey Rafi’ê ku derenca bilind dike.
6—Ey Sani’ê ku her tiştî bi sin’et dike.
7—Ey Şafi’ê ku şefa’et her bi Wî ye.
8—Ey Cami’ê ku tişta li hev dicivîne.
9—Ey Wasi’ê ku zanîna Wî fireh e.
10—Ey Mûsi’ê tiştê ku dixwaze fireh dike.
Tu ji hemî kêmasîyan pak û bêrî yî, ji Te pê ve tu îlah tune ne. Ewlehîyê bide me. Em ewlehîyê dixwazin. Me ji agirê cehennemê biparêze/xelas bike.