Îro dîsa kelam rabû *Saba* Kurdî ez dixwînim
Dîclew Firat mewc û pêla bêjin li ser warê bê zar
Kêferata min ji bona resmê te li dil bixînim
Gerçİ tali' û bextê me bê rewş e, mij û tarî ye
Ji bo heqîqet bê xwîya lazim feraset ku hebî
Bağê îremê têgihîn ji alî Rebbê Barî ye
Pur gava te dibîr tînim, derdê şewat her ê tebî
Çi qedîm e Mezra Botan, destan û tarîx û dewlet
Derketin her jê ‘alim û zana'w evîndar bi newbet
Hem kanî ye Mezra Botan berêw paşê ji bo ‘alem
Dibêtî ku ji vir derket hîv û roja benîadem
Bi pergal dest pê kir liha jîyan û artêş û xwendin
Ji ewil de li hişê nas bi mîxî hat nivîsandin
Bîrkarîyû Hendese hem, rojimêr ji vir stendin
Robar ji dûr di herikin cîh û zeman pevgihandin
Peyğemberin hatin û çûn, rê pêketye erda qedîm
Ji tewhîdê re hêlîn e, qewmê şervan û cengawer
Emsal gelek hene bêjim şahid e Qurana ‘ezîm
Serê xwe bispêrim sênga vê bedena Dîyarbekir
Dîcle! Ji kûr di nihire, sitranbêjî sal û dewran
Ka mêrxasê herb û fetha, deryê nûrê li me vekir
Ez ji Zozan(*) dest pê bikim, bihejmarî naqedînim
Di piştî qewmê ‘Erebî pêşdarê îmanên e Kurd
Bi secdeya bawerîyê em ‘ezîz bûn, ku dibînim
Carna sênga me difûre me qelişand sûr û benda
Dîcle'w Firat bi efsun in yekdestîyê mewc û pêlda
Selaheddîn taca ummet, ğalibê ser xaçpesenda
Ji axa delal derketin Caban û(**) Mela Guranî
Meşhûr Se'îdê Kurdî ye, hem qutbê zeman Geylanî
Xanî li serê nivîsand
Lê gerî Feqîyê teyra
Cizîrî qesîde nihirand
Bateyî dixwend di peyra
Nabêjî ma tu çiqasî jimeyî Îslama ‘ezîz
Em jî hewqasî ji te ne gelek dewranê bi te'zîz
Mezra Botan şaristan e, bawerîyû çandîyû hêz,
Li tarîxê dibustane, zanîn û reh lê bûne rêz
Di piştî xunavek sibê ziwa bûn jîyan û aheng
Zeman rizî li enya min hunda bû tac û keramet
Diclew Firat nayên xumîn wergerîn nişan û mîheng
Şopa mîrê min hunda ye, kul û kedera min abadî
Dibêjin me hûn biçûkin...
(nezanin)
...gelek e jiwer azadî
Bi tevnê xeyal hûnandin karkerên nîjadperestî
Carna rojê înkar kirin, heqîqet jî, xweperestî
Gotinê xwe bi zordestî li ser sênga me çikandin
Kevir û lat û putê reş êrîş kirin ser konê me
Hebûn û dîrok û çandî li erda me perçiqandin
Beşera mîrê-m venabe çav berda ye Mezra Botan
Kêferat dike li warê xwe biyanî dilêm sotan
Esmere rengê huzna min talanê min tê firotan
Min dit û ne dît li me tê mirin, hedm û qutifandin
Em hatin bijartin ji boy cerbandinêw pêşve danê
Tim para me ye sirgûn û ta'm dayîn û qurifandin
Ev çi xewa ğefletê ye ji vir serê pênsed salî
Sibe ye bes de ka rabin şêr û pilingê zozana
Wehşetê em talan kirin ji lew em hatin vî halî
Dilo tofan ranabe qey, uxdûd geş bû li mezlûma
Mêvanê pîroz nehatin, Âd û Semûd peyda dibin
Hespa Seyîdêm likumî, ro tarî bû li mehrûma
Gêran ji destê me ket xwar, bi me kenîn pûtû senem
Cûdî xwîya nebû mîro, kelekê me sekin ketin
Tali' û bextê me reş bûn, axir li me şikand qelem
Şêx Se'îd qîyama jara, wek heyfê ye evîna min
Dîcle ziwa bû ji nalîn, Kerbela ye nêrîna min
Qazî Mûhemmed bişirî, bi dar da emin rahejîn
Mehabad tebessumek bû kurtenivîsa nazenîn
Roj li ava Mezra botan çengek qêrîn û axîn e
Hîcran ji çavêm hêstira bi terennum dadixîne
Tirsam nîne ya Îlahî ji êş û keder û derda
Lîyaqet cila hebûnê bi şe'nê me jîn li ser da
Piştî ku ferman bi te ye min hemî ğeman bi der da
____________________________________
*Saba* Di Kurdî de meqamekî mûsîkîye
Bîrkarî, riyazîye: Matematik
Hendese: Geometri
Artêş: Ordu
Rojimer: Takvim
Nivîsa Mîxî: Çivi yazısı
Qutifandin: Sindirme
Pergal: Düzen
Robar: Nehir
Gernas: Kahraman
Şaristan: Uygarlık, medeniyet
(*)Zozan: Di Zemanê Mûhemmed (aleyhissalâtu vesselâm) de pîrekek e musluman bûye, ji ewilê Kurdan e.
(**)Caban: (Dibêtî Gavan-Ebu Buseyr) Di zemanê Peyğember (aleyhissalâtu vesselâm) de Musluman bûye, bi eslê xwe Kurd e.
“Caban el- Kurdî, di zemanê Resûl-ê Ekrem de li herême Bazan e, bi walîtî hatîye te'yîn kirin. Bixwe ji walîyen Îslame ewilî ye.
Ji ehadîsen Peyğemberê me (‘eleyhîsselatû wesselam) bê şek ew hedîsa ku pur tê xeberdan ji Caban el-kurdî hatîye rîwayet kirin. "Min ji we re du emanetên giran hiştin, xwe bi wan hişk grêdin: Yek Qûr'an, a din jî Ehl-e Beyt'a min." (weyaxud Sünneta min) Ev herdû qet'en ji hev na qetin, di herême de têne bal min. Tirmizî vê hedîsê ji Cabir bin ‘Ebdullah, ewî jî ji Caban el-Kurdî neqil kirîye.
Saidê Nursî:
Ji ebnayê cinse xwe re çend gotina ne bêjim, bi min behs wê ne temam bimîne. Ey Kurdên di zemanê Âsûrîyan û Kîyanîyan de ku ‘esker bûn wekî şêra peşdar û mêrxas. Di piştî pênsed salî hûn razan bes e. Sibe ye, de şîyar bin. Ya na di çola wehşetê de, wehşet û ğeflet ewê we talan bike.
Gula Dilê Min, Muhammed
Nivîskar: Xelîl Çetîn[...]
BÊ SERPOŞ
Roj di beşera me de hiltê li heyama dewranê serpeyî, dem bi dem[...]
XUŞEXUŞA EFXANISTANÊ
Nivîskar: Cahît Zarîfoglu[...]