Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

 Çend Şîret Bo Nivîskarên Ciwan

05.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Ebdurreqîb Yusif

Min di bernameya xwe ya lêkolînên zanistî de ev neh xal bi Kurdî nivîsîn, ev neh xal kurteya du nameyên dirêj bûn ku min ji nivîskarekî bakûr re nivîsandibû, mixabin nivîskar di bin bandora du kesên Duhokê de çend xeletî kiribûn. Lê ji ber ku nivîskar lêborîna xwe xwestiye, min tenê ew neh xal bi kurtî aniye ziman da ku nivîskarên ciwan jê sûd werbigirin û xeletiyên wiha nekin.

1. Heger ez ji nivîsîna dijminê xwe sûd wergirim, divê ez navê wî kesî binivîsim, ji ber ku di zanistê de dijminatî û dostanî tune.

2. Heger ez pirtûkeke li ser mijarekê binivîsim, pişt re ez pê bihesim ku berî min yekî din li ser wê nivîsiye, divê ez di pirtûka xwe de behsa wê xebatê bikim û mafên wî kesî veneşêrim.

3. Heger ez pirtûka yekî wergerînim, an jî tîpguhêzî bikim (di dema niha de, latînî bikim an jî berevajî vê yekê) divê ez navê xwe ne tenê li ser bergê binivîsim û ne jî navê wî tenê li ser bergê binivîsim. Pêwîst e navê nivîserên sereke bi hev re li ser bergê hebin.

4. Eger ez pirtûkeke destnivîs biweşînim, lazim e ez bibêjim ku min ew destnivîs ji kê wergirtiye, nusxeya orîjînal li ku ye, li ba kê heye, kê yekem car navê destnivîsê gotiye û min ji kê bihîstiye?

5. Heger kesek pirtûka helbestvanekî çap bike paşê jî ez çend helbestên din ên heman helbestvanî ku di pirtûkê de nehatine dîtin ji nû ve peyda bikim; divê ez wan helbestan nekim nav berhema wî û paşê bi navê xwe çap nekim. Ger ez van helbestan li helbestên wî zêde bikim, bila navê wî li ser bergê be û navê min jî weke ku min lê zêde kiriye li ser bergê be.

Mela Taha Mayî ji bo berhevkirina Dîwana Mela Ehmedê Muxlisî gelek xebat kiriye, dîwan di çar cildan de hatiye çapkirin. Lê piştî wî hinek helbestên din dîtine, carek din dîwan çapkirine, navê Mele Tehayê Mayî nenivîsîne, ked û zehmetiya wî mixabin veşartine û heqê wî xwarine. Lewra eger kesek pirtûka kesekî din çap bike û navê wî kesî li ser bergê nenivîse di pêşgotinê de jî behs bike, dibe dizî. Cil û berg bo mirovî bingehîn û girîng e, mîna bilindbûna bejna mirov e.

Di vî warî de mînakeke balkêş ev e ku 1134 sal e navê Îbn Quteybe wek diz tê gotin. Bi rastî jî ta niha diziya îlmî ji holê ranebûye û her maye. Nivîskar divê hay ji pênûsa xwe hebe û diziya ilmî neke. Lê jibîrkirin û xeletî ji hev cuda ne.  Min di pirtûka xwe ya bi navê “Bangek ji Rewşenbîrên Kurd” re de soz daye û nivîsîye ku her kesê xeletiya min bibîne û sererast bike ezê supasiya wan bikim. Di ‘ilmê de quretî tune. Peydakirina nav û şuhret bi sextekarî wek kefa ser avê ye û zû winda dibe. Mixabin ev yek di hin çapên Dîwana Feqîyê Teyran de derketiye hole ku kesek hinek helbestên din ên Feqîyê Teyran peyda dike, bi destê kesekî din dixe û hemûyan bi navê xwe diweşîne. Ev rewş mixalifê exlaqê ilmê ye.

6. Ezmûna min a 63 salan di nivîsînê de heye, ez jî birîndarê destê dizan im. Bi rastî di qonaxa nivîsînê de qonaxeke nezanî û tolazîtiyê heye, ev qonax ji bo xweperestî, quretî, neparastina baweriya zanistî û diziya xwendevanan qonaxeke tirsnak e.

Di sala 1961ê de mamosteyê min Seîd Dêwaçê dîroknas û rêvebirê Muzexaneya Mûsilê, ferman da min ku ez Pêşgotina Îbn Xeldûn a bi nave Muqeddîme bixwînim. Divê ez bipejirînim ku ew pirtûka Îbn Xeldûn gelek tesîr li min kir û min mîna Fatîhayê ezber kir wê kitêbê nehişt ku ez derbasî xortaniyê û nezaniyê bibim. Loma heta yanzdeh dozdeh salan, ez gelek qurre bûm, min xwe ji niha bêtir zanatir dît ku min xwe pir mezin didî. Min wisa fêm dikir millet hemî bejn û balaya min dibîne lê bejneke kurt. Mesela, rojnamevanekî carekê ji min re got: “Xwe amade bike ku ez bi te re hevpeyvînekê bikim û di kovarekê de biweşînim.” Min bi şev li pirtûkeke felsefeyê mêze kir û di hevdîtinê de behsa hin tiştên felsefî kir da ku xwendevan bibêjin Ebdulreqîb fîlozof e. Lê piştî çend rojan min ew felsefe hemû jibîr kir. Niha ez dizanim ku ew xapandinek bû ku min li xwînerên xwe kir. Lê baş bû ku min wê demê dizî nekir, pirtûka Îbnî Xeldûn û bernameya lêkolîna zanistî nehişt ku ez agahiyên xelkê bidizim û pênûsa min neket diziyê. Cara tenê min ew hîle kir û ez hîn jî lêborîna xwe dixwazim.

7. Di warê nivîsîna pirtûk, lêkolîn û axaftinan de di cîhana îroyîn de bername, bingeh û mercên xwe hene, li hemû welatan qanûnên taybet hene ji bo cezakirina kesên ku berovajî van şertan tevdigerin. Di van salên dawî de wek mînak; li Almanyayê Wezîrê Berevaniyê ji ber ku di têza doktoraya xwe de tiştek ji çavkaniyek girtiye û amaje bi çavkaniyê nekiribû ji kar hat avêtin û doktora ji wî standin.

8. Divê tu kes pirtûkên xwe bi pirtûkên nivîskarên din re ê ku li gor rêbaza lêkolîna zanistî hatîye damezrandin bê pirs û pirsyar tevlihev neke, nexwe tu kes ji me nabe xwediyê pirtûkên xwe û salên min ên êş û azaran ku hemû bi diziya kesên din pûç bûn. Ev ji bo çanda Kurdî û hemû Kurdperweran xetereyeke mezin e.

9. Divê em pirtûka nivîskar bê destûra wî wernegerînin. Pirtûka min Dîwana Kurmancî ji aliyê kesekî ve li Sûriyê hatiye wergerandin bo Erebî. Wî bê destûra min ev kar kiriye û ez wî nas nakim, wî bi dehan xeletî kirine û ez ji van hemûyan berpirsyar im. Min ev yek li ser malpera xwe nivîsî, min daxwaz kiriye ku kes ji aliyê zanistî ve sûd ji wê pirtûka min nestîne.

Ev çend nuqteyên muhîm in ku min wek şîret bo nivîskarên ciwan li vir nivîsî da ku di warê nivîsê de xeletîya ilmî nekin û nebin dizê ilmê.  Hêvîdar im fêdedar be.

 

 

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS