Kurd wekî miletekî kevnar xwediyê ziman, kultur, cografya û ronakbîriya xwe ya taybet in. Hemû bingehên netewebûnê di nav de hene. Ew tenê qewmê navçeyê ye ku bêyî dewlet û neserbixwe maye. Di dirêjahiya jiyana însaniyetê de destê wan di avakirina şaristaniyê û xizmeta însaniyetê de hebûye. Qewmê Kurd di avakirina şaristaniya Îslamî û nûbûna fikrî de beşdariyekî çalak kiriye. Bêyî beşdariya zanayan û bîrmendên Kurd tu sedsal û qonaxek derbas nebûye. Mixabin, ji ber ku hebûna siyasî ji wan re tune ye, nav û dengê kesayetiyên wan bi qasî ku layiq û lazim e nayên naskirin.
Şoreş, warê fikrî, zanistî, felsefî û ronakbîrî û her wekî din tijî berhemên xebat, têkoşîn, nivîsar û xizmetên zanayan û bîrmendên Kurd in. Ewan bi awayekî navdarên ummetê serî hildane û bi awayekî kêm-wêne xizmeta warê xwe kirine. Şêxên terîqetê û bîrmendên Kurd di her sedsalekê de di îhya û nûbûnê de beş û para xwe hebûne. Çimkî Pêxemberê Xwedê sallallahû ‘eleyhî wesellem kerem kiriye:
إنَّ اللهَ يَبْعَثُ لهذه الأمَّةِ على رأسِ كلِّ مِائةِ سنةٍ مَنْ يجدِّد لها دينَها
Yanî: “Bêguman Xwedê, di serê her sed salî de ji bo vê ummetê kesekî ku karên dînê wan nû (tecdîd) dike dişîne."
Hişyariya li ser şoreşa rizgarî, fikrî, siyasî û ronakbîrî ji wan bingeh û faktorên herî girîng in ku di nav civakê de dibin sedema nûbûn û guhertinan. Civaka Kurd ji ber cihê xwe yê cografî û rewşa xwe ya siyasî heta radeyekê ketiye goşe û paşperdeyê, taybetî jî piştî hilweşîna Xilafeta Îslamî. Şêxên terîqetê û bîrmendan bi hewl, westandin û şevên bêxew xizmetên herî mezin bêyî berdêlekê pêşkêş kirine. Ne ku piştgirî û paldaneke maddî û manewî ji wan re hebûye, belkî bi sedan asteng li pêşiya wan hebûne. Van haletan bûn sebeb ku berê, ligel firehbûna desthilata siyasî, Kurdistan bikeve goşeyê. Şoreşger, zana û bîrmendên wan bi neçarî koç kirine û welatê xwe bicî hiştine, ji bo ku biçin navendên bajarên mezin û nêzîkî navendên biryardanê bibin, da ku xizmetê ji bo doza Kurd bikin. Bi vî awayî nasnameya Kurd û Kurdistanê bilind kirine.
Piştî hilweşîna Xilafetê, Kurdistan bi mutabeqeta Sykes–Picot perçe perçe hate dabeşkirin û dagirkirin. Bi tevahî ket bin pêla dagirkeriyê. Dîsa gel û miletê Kurd û zanayan û bîrmendên wan yan hatin derbederkirin yan jî jiyana xwe di hundurê zindanan de derbas kirin. Ev yek felaketê zêdetir kir.
Di vê navberê de, kesayetiyên şoreşger û fedakar ên wekî Şêx Seîdê Pîranî derketin holê da ku karwanê rizgariya neteweyî bidomînin û di nûavakirina şaristaniya Kurdî de cî bigirin. Ji bo ku nasnameya Kurd bi Îslamê re ji nû ve were avakirin, ew ket meydana têkoşînê. Di demek û temenekî kurt de, xizmeta herî mezin ji bo şoreşê, netewe, welat û miletê Kurd kir. Navê Kurdî bi şoreşa nû ya herêmê re girê da.
Wekî yekem zanayê Kurd, ew parastina Îslamê û vegerandina şaristaniya Îslamî kir û parastineke bihêz ji netewe û welatê Kurdistanê re pêk anî. Bi têgihiştina xwe ya Îslamî dixwest netewa Kurd ji bin desthilatdariyê rizgar bike. Lê dijminên azadî û rizgariya Kurdistanê rê li ber wî girtin, şoreşa wî têk birin û ew darve kirin.
Ji bo ku ji vî zana û şoreşgerê mezin sûd were girtin, ji bo vegerandina mîrasa zanistî, fikrî û siyasî ya Şêx Seîdê Pîranî û ji bo nasandina hewl, westandin û şoreşa wî ji nifşê nû û ciwanên Kurd re;
Lazim e jiyan, xebat, hewl, şoreş, qurbanî û têkoşîna rizgariya neteweyî û doza Kurd li gorî dîtina Şêx Se’îdê Pîranî bibe mijara civînan û bi hûrgulî were zelalkirin. Wek numûne ev xebat dibe ku werin kirin:
Çend sernavên sereke di şoreşa Şêx Se’îd de:
- Şêx Seîdê Pîranî: Cîhad û mîras di dîroka Kurdistanê de.
- Serhildana Şêx Seîdê Pîranî di sala 1925’an de: Zemîn, palner, wate û bîranîn.
- Şêx Seîdê Pîranî û tekoşîna neteweyî ya Kurd: Xwendineke pir-alî.
- Şêx Seîdê Pîranî – Nîşana berxwedanê û nasnameya Kurd li beranber sekulerizmê.
- Têkoşîna Şêx Seîdê Pîranî û astengên li ber avakirina Kurdistanê.
Çend sernavên ku di şoreşa Şêx Se’îd de girîngiyê didin aliyên dîrokî û siyasî:
- Serhildana Kurdan a sala 1925’an bi serokatiya Şêx Se’îdê Pîranî: Xwendineke nû ya belge û şahidiyan.
- Şêx Se’îdê Pîranî û serhildana wî di çarçoveya guhertinên siyasî yên Rojhilata Navîn de.
- Stratejiya leşkerî û siyasî ya serhildana Şêx Se’îdê Pîranî: Destkeftin û têkçûn.
- Bersiva Turkiye û navdewletî li hember serhildana Şêx Se’îdê Pîranî.
- Şêx Se’îdê Pîranî: Ol, siyaset û avakirina nasnameya neteweyî ya Kurd.
Çend sernavên ku di şoreşa Şêx Se’îd de ronahiyê dixin ser aliyên kulturî, civakî û mirovî:
- Şêx Se’îdê Pîranî: Rêber û dewletmendarekî sofî – lêkolîneke li ser kesayetî û rêbertiya wî.
- Şoreşa Şêx Se’îdê Pîranî: Aliyên civakî û aborî û rola ‘eşîret û desthilata olî.
- Di edebiyat, huner û folklora Kurdî de mîrasa Şêx Se’îdê Pîranî.
- Şêx Se’îdê Pîranî: Jiyannameyeke însanî û qurbanîdan ji bo mafên Kurdan.
- Nûneratiyên Şêx Se’îdê Pîranî û şoreşa wî di hişyariya civaka Kurd de.
Çend sernavên ku di şoreşa Şêx Se’îd de ronahiyê dixin ser ders û pirsên rojane:
- Şêx Se’îdê Pîranî: Dersên rabirdûyî û dûrbîniya ji bo dahatûya doza Kurd.
- Rêbertiya Şêx Se’îdê Pîranî: Modelên îlhama têkoşîna maf û nasnameyê.
- Sedsaliya serhildana Şêx Se’îdê Pîranî (1925–2025): Nirxandin û ramana li ser rêbaza tevgera Îslamî.
Şêx Se’îdê Pîranî ji aliyê yasay