Amûra Berhevkarîyê: Bi telefonê, deng hatiye qeydkirin. Cihê pêkanîna berhevkarîyê/dîrok: Gundê Xirbê Ezîm - Navçeya Şemrexê / 02.06.2025
DÛRIKÊN BERBÛYAN
1
Ava bîra cilkecilk e
Mehînê bîne cahnî cilk e
Qîz ji bava-r nabin milk e
2
Min dîtî birek dahnî
Te dîtî birek dahnî
Gerîyabû kanî kanî
Îşev ji gundê me cîranî
Min dîtî birek wahşo
Te dîtî birek wahşo
Geriyabû kaş bi kaşo
Îşev li gundê me şewaşo
Min dîtî birek beto
Te dîtî birek beto
Geriyabû xet bi xeto
Îşev li gundê me daweto
3
Hespê bînin nava qeyd û melbeta, bavên navê
Eger te vê sê (vê sibehê) şewitandiye dilê dê û bavê
4
De bînin ser kommirîşkê qeyd û melbeta têxin îskê
Xwakê qurbanê te vê sê şewitandiye dilê dê û xwişkê
5
Me jî, erdê we jî,
Me lê çandî nokê bejî
Xwakê tu vê sê derket te negot
Yadê bavo bi xatirê we jî
6
Rêya bûkê bi şûzûmûz e
Makîne ereba gûzegûz e
Xwokê qurbanê îro bûk tê wer bi
Zavayê me bikuje
7
Çavê te reş û tarî
Tê bigeriya sibê heta êvarî
Nexistiye kevçiyekê
Qutî qolî tev gemarî
8
Ca bûkê hîkehîk e
Cihîzê bûkê barê dîk e
Ca bûkê cah (Nivîn) hiltîne
Derzîka bûkê şînê dimîne
Hêsrên xwînê dibarîne
9
Xaniyê bavê xwe spî kir
Teyr û teba têd hêlîn kir
Wextê te mala mêrê xwe dît
Te mala bavê xwe jibîr kir
10
Xaniyê bavê te mezin e
Stûna ortê pir mezin e
Xwakê qurbanê tu qîza mala biçûka bû
Tu bû bûka mala mezina
11
Çi newala dû dirêj e
Çi berbûyê ker û gêj e
Xwakê qurbanê nikare
Dûrikê li ser hevala min bibêje
12
Tava me tava zîpikê
Tav xericî ser Dêrikê
Heyfa guliyên sorî sosin
Ketiye bin xavikê
13
Ca bûkê bavê bûkê
Çû zozana jê-r anî hirîya berana
Ca bûkê ne ti dê bû
Jê-r nekir têr û cerê bêrîvana
14
Hurmînê gurmînê
Ew kî bû, çû Mêrdînê
Zava ye çû Mêrdînê
Topê Qumêş tînê
Ber diya bûkê datînê
Pê ca bûkê dixapînê
Pê bûkê jê distînê
15
Rehmeta va teyrokê
Tav xericî ser Xarokê
Lêlê xwakê ezê ber serê
Bûk û zavê biçînim
Şitlê bîhokê
16
Rehmeta va terezê
Gelî gelî gelî hûr dibezê
Lêlê xwakê karê xwe bike
Emê herin xanima bin vê qezê
Lê hevalê hema wî yê
Ka qîzsorê semawîyê
Lê lê xwakê ez hevala xwe
Nadim ser darê hewîyê
17
Destê keleşgewra min bazina
Lêlê xwakê salan îsal
Xwedê ji hina distîne
Dide hina
18
Vê rêka Mazîdax xaromaro
Dudu têr tê, min go çaro
Lêlê xwakê mezinê Mazîdax
Kî zane, min go waya qumandaro