Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

ÇEND DERBÛ MESEL

29.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar:Îsma’îl FURQAN

Derwîş û Pere

Rojekê paşa hinek pere dide xulamê xwe û dibêje wî, “here vî perî li derwîşê bajêr bela bike.”

Xulam pera digre diçe li bajêr digere, mişwerek derbas dibe tevlî perê xwe vedgere cem paşê. Kîsê pera datîne ber wî.

Paşa: - “Xulam te çima pere li derwîşa bela nekir?”

Xulam: - “Paşayê min ez li nava bajêr gerîyam bes min derwîş nedît!”

Paşa: - “Çawa çêdibe bajarekî wiha mazin ma qey derwîşek tenê jî têde tueneye?”

Xulam: - “Ezbenî min pere da derwîşa qebûl nekirin, min pere li yê ne derwîş jî bela nekir.”

Alim û Zarok

Alimek bi rê da dimeşe, leqayî zarokekî dibe. Zarok li ser dîwarekî dimeşîya, Alim gazî wî dikê dibêje; “Kurê min dîqqat bike tê bişemite, wê derekî te bişkê.”

Zarok wiha bersivê dide: “Seyda ez bişemitim tiştek nabe, lêbelê tu bişemite dê ummeta Muhemmed bikeve, ji ber vê di meşa xwe de tu dîqqat bike.”

 

Harûn Reşît û Behlûl

Xelîfê Ebbasîya Harûn Reşît Rojekê di meha Remezanê de mulidekê çêdike gazî birayê xwe Behlûl dike, dibêje wî: “Behlûl! Mexrib here Mizgeftê yê tên nimêjê biezibîne xwarinê.”

Azan tê xwendin Behlûl diçe mizgeftê, piştî cemaat nimêja xwe diqedîne Behlûl 6-7 mirova dide pêy xwe dibe mala Harûn ser xwarinê.

Harûn: - “Behlul ma evqas kes hatibûn mizgeftê?”

Behlûl: - “Ezbenî te ji min re go yê werin nimêjê Bi’ezîbîne. Piştî Seyda nimêja xwe qedand ez li ber derîyê mizgeftê sekinîm, min ji cemaate yek yek pirsî, min gote wan; Mela di ser nimêjê de kîjan sûret xwend. Yê bersiva min dan hew ev bûn. Ezbenî yê hatibûn mizgeftê pirbûn lê yê hatibûn nimêjê hindik bûn.”

Tu Nimêja Xwe Jî Qeza Bike

Mirovekî gelek Zahid hebû, lê rîyakar bû. Rojekê diçe mêvanê Paşê.

Paşe xwarinek rewşedar îkramî mêvan dike. Mêvan diqedime ser sifrê, lê hindikî duxwe. Dema nimêjê tê mêvan nimêja xwe dirêj dike, ji bo paşe qîymetê bidyê û wî teqdîr bike.

Mêvan lehzakê dimîne diçe mala xwe, ji Kevanîya xwe re dibêje ez birçîme ji min re xwarinê bîne. Kurê wî dibêje; “bavo ma tu mêvanê paşê bû çima te têr xwarin nexwar?”

Bav: - “Kurê min paşe ji bo min nelomîne min hindik xwar.”

Kur: - “Bavo te pêwiste tu nimêja xwe jî qeza bike, çimkî te li mala paşê nimêja xwe dirêj kir.”

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS