Li ber qeraxê Dîcle rûnişt. Bala xwe da çem, ji ku de dihat, bi ku ve diçû. Çiqas xem, çiqas êş, çiqas elem, çiqas xatira li xwe bar kiribû hew Xweda dizanibû.
Çem pêl vedida, çi bi ber biketa bi xwe re radikir û diherikî. Çem sor diherîkî te digot qey xwîn vedireşe. Bala xwe da çem û got:
-Çemo! Ey Çemê Xwînê! Ev çi hal e? Çima sor diherikî? Te çi hal û hewal e? Dawîya biharê ye bo te sekn û sikûnet lazim e. Çima tu har bûyî? Çi bi ber te bikeve radikî û digel xwe dibî. Çima xwîn vedireşî? Çima, çima, çima…?
Li gor hinek rîwayetan vî çemî digel Çemê Firat serkanîya xwe ji cennetê werdigirtin, dihatin dinyayê û der û dora xwe şên dikirin, diherikîn, paşê digehîştin hev û bi hev re daxîlî behrê dibûn.
Li qeraxê çem şopa gelek medenîyetên qedîm hebûn. Lewra ji mêj ve însanan li dorhela çeman xwe radigirtin, kon vedidan û şehr û şehrîstan ava dikirin. Cîhê ku lê rûniştibû jî şopa gelek medenîyetên qedîm li dû xwe hiştibû. Wek mînak; Hurrî, Mîtanî, Asûrî, Ûrartûyî, Med, Pers, Roma, Sasanî, Emewî, Ebbasî, Hemdanî, Merwanî, Selçûqî, Artûqî, Eyyûbî, Osmanî û Îlhanî çend medenîyetên qedîm bûn ku li dorhêla vî çemî rêç û şopa wan xwîya dibû. Ji Qeraxê Çem bala xwe da Kelhê.
Wey Xwedayo! Çiqas bedew û delal bû kelh. Wek qel’eyeke muezzem bajêr radipêça û diparast.
Bi qasî ku tê zanîn xîmê kelhê cara ewwil teqrîben sê hezar sal berîya miladê ji teref Hûrrîyan ve hatibû avêtin. Paşê hêdî medenîyetên cûrbecûr kevirek lê zêdekiribûn û kemilandibûn. Nîhayet teqrîben sê sed çil sal piştî wîladeta Îsa di dewra İmperetorê Rûm Constantînîûsê Duyeyem de kelh gîhabû asta xwe ya nûhayîn.
Axîneke kûr ji nava dil vekişand. Destê xwe da ser qelbê xwe. Dil û cergên wî dikelîyan. Xweydanek ji bedena wî vekişiya, hêstirên çavên wî dawerivîn ser sûretên wî. Heyret ma. Nizanibû ev çi hal e. Gelo sekteya dil derbas dikir, yan halekî dî lê peyda bûbû…
Ji bo ku ser û çavên xwe ji xweydan û hêstirên çavan bişo bi ser çem de xwar bû da ku kulmek av bigire û pê sûretê xwe bişo. Dema kulma xwe li avê xist kağizek sorê pellûrî bi avê re hat ser destê wî. Dema li kaxiz mêze kir li ser kaxiz helbestek hatibû nivîsandin bi navê Kelha Amed.
Li qeraxê Çemê Dîcle ku wek xwîna sor diherrikî, kelh bi ser çem de vedibeşirî, di heman demê de helbestek bi heman navî li ser pêlên çem hatin ser destê wî. Heyret ma. Kaxiz da ber tavê ziwa kir û helbest xwend. Helbest wihareng diherikî digel çem:
Ez dirêj rûniştim îro
Li ser Kelha Amed
Kelha mêra
Xeyalan ez girtim sar û germ
Dil bû hêtûna xeman
Êş û jan bûne berrî
Gelo ka ew mêrxas
Ka ew jîr û zana
Ka ew şûrkêşên riye Heq
Qey neman?
Hew kes tê
Deng nayê ji qebran
Ey Kelha Amed
Qey Seîd neman….
Helbest ji ser Kelha Amed diherikî nav dilan. Mewc û pêl vedida diket nav çem û diçû. Wilo dixwîya ku nivîskarê helbestê ne kesek alelade bû. Gelek derd û xemên wî hebûn, dixwest ku wek Çemê Dîcle xwe berde nav welat, bikeve rehên hişkedaran ji nû ve vejîne, heyatê bixe der û dora xwe û wek peşkê barana rehmetê li her derê welat şînahîyê belav bike. Helbestê gilî û gazinên xwe ji dewrê dikir û hawar û gazîya xwe bi Seîdan de dibir, Seîdên dewrê…
Li vî bajarî dema ku behsa Seîdan dihat kirin agirek bi nav û dil diket. Sêdara Şêx Seîd û Sirgûna Seîdê Kurdî dihatin bîrê. Dema ku helbest xwend û di helbestê gazinca “Qey Seîd neman” dît; hema mû li canê wî bû şûjin. Demara wî ya xîretê lê da û ji xwe re got:
-Bila rûniştin li min heram be. Ta ku merama her du Seîdan neyê cîh ez dê êdî li mala xwe rûnenêm. Di vê dewrê de bo hişyarîya gel li hember koledaran cehd û xebat, teblîx û cîhad li me ferz e. Ev çemê ku wek xwîna sor diherike jî ji dilopên xwîna şehîdan civîya bû çem û herikî. Mîrasa wan cehd û xebat, teblîx û cîhad e. Ezê jî ji nûha û pê ve bikevim nav refê warisên Seîd û şehîdan, digel wan ji bo hişyarîya gelê xwe bêsekn û hedan bixebitim. Ji xwe Seîdê Kurdî bo me sê neyar dîyar kiriye: “Cehalet, Zerûret û Îxtîlaf”. Di heman demê de bo jiholêrakirin û berterefkirina van neyaran sê derman dîyar kiriye: “Wek dermanê cehaletê marifet û talim, wek dermanê zerûretê sin’et û meslek, wek dermanê îxtîlafê jî îttîfaq û wehdeta ûmmetê diyar kiriye.
Hema serê xwe xwar kir û bi denegeke êlî got:
-Qey Seîd Neman! Ey helbestvanê hêja nivîskarê van rêzan! Tu bi xwe şahid î ku gelek Seîd hebûn, li dor we bûn, geleka di oxira de’w û doza Seîdan de canê xwe feda kirin. Gelek jî nuha li benda dora xwe ne. Soz ezê jî bibim hevêlê wan. Digel wan doza heq, doza dînê Îslamê bişopînim û bimeşînin.
Belê rast e qefleyek ji karwanê şehîd û Seîdan barê xwe li me bar kirin ehd û soza xwe bi cîh anîn, perr û baskê xwe hêjandin, firîn û çûn. Soz em barê wan danaynin erdê, emê doza wan bi meşînin. Palo, Dêrsîm, Sûsa, Gelîyê Zîlan, Pîran, Çiyayê Sason û Qewmê Çiyê.
Her çi çemê ku ji welatê me perr û baskê xwe hiltînin, pêl vedidin dibin Çemê Xwînê diherikin ji van war û welatan dibin menbaa jînek nû. Bes Seîd jî li vî welatî her hebûn dê her hebin.
Dema ku behsa Seîdan kir. Çend rêzên ji vê sitrana ku li ser qiyama Şêx Seîd hatibû hûnandin bixwe dawerivîn ser lêvên wî .Ji qeraxê çem bala xwe da sûrê û sitran nuhurand:
De lê hayê hayê hayê….
Qudretê bi sê denga ba dikirî go
De lê lê muhbetê
Korê nemayê li dinayê
Sibe bû ezê bi diyarê Kelê û Kopê
Mûş û Melazgirê diketim
Vê sibengê tu sêr bike
Li Qêrînê li qûtînê
Li nalînê, li hewaryê
Li gazîyê li feryadê li fîxanê
Tu sêr bike vê sibengê
Li vê zulmê
Li vê weşheşet û zulaletê guhdarî kir
Kesekî xwedanî xêra tune
Cewabekî bide Seyyîdê Nêrîyê
Bê herê Seyyîdo! Te ocaxî koro
Tuyê li wî kevirî çi sekinî
Bavê Şêx Elî Rîza
Dîreka dînê Îslamê
Teyrê Îspîrê
Tevî sêsed siwarê me Hesena
Sêr bike ji xwe ra îro
Rêka Îranê li me nîvî kir
Ez nizanim kê û kê kir
Agirê kulê bikeve malê
Belkî tovê wî biqele
Heyra dibê sebebê vî şerrî
Misto Kemal reîsê cimhûrê kir
Bidestê bavê Şêx Elî Riza
Şêxê Îrşadê dîreka dînê Îslamê
Teyrê Îspîrê girtiye
Li suka bajara Diyarbekir
Tevî dused siwara
Bir ber dara Îdamê
Dûsed siwarî
Dane destê Rûman û Tatan Laza
Tu sêr bike
Serê van şêxan û murşida
Ji xwe ra bi balta jêkir….
Di xeyalê xwe de derbas kir ku çiqas derd, çiqas êş û eleman li vî bajarî kon vedane. Ev çem digel çemê Firat şahidê gelek êş û elem û komkujîna ye. Loma wek xwînê diherike dibe çemê xwînê. Ma Hezretî Huseyn û Ehlê Beyta Nebî jî li ber çemê Firat, li Deşta Kerb û Belayê nehatibû qetilkirin? Ma nuha di vê esra ku tê de dijî jî bi milyonan mezlûm û naçar bi bombeyên zalim û kafiran nehatin qetilkirin? Tehran, Bexda, Beyrût, Xezze, Kabîl Kerbela, Fellûce, Hema, Helebçe û bi dehan bajarên ehlê îmanê nehatin wêrankirin. Wey zemano ma tu qatilê wijdan û wijadanan î. Ev bêdengîya ehlê îmanê ma ne elametê qiyametê ye?