Mele Eḥmed li ser çîyayê Milkê dêna xwe dida alîyê Erdîşê. Çend roj bû ku millettê Zîlan ji gunda direvîyan. Mele Eḥmed, kurê wî Miḥemed, çend hevalên wan û çend gundî li hespên xwe siwar bûbûn û li gelî digeriyan. Miḥemed serê xwe vegerand dêna xwe da Tapê Tîran. Bi ḥaleke şaş û mehter dest bi xeberdanê kir:
-Seyda! Dêna xwe bidin Tapê Tîran
Seyda: “Kijan alî Mihemed?”
-Ji vî alî ve binherin.
Çavê Mele Eḥmed fire bûn. Xweda alîkarîya me bike. Ev qas esker! Ev artêş bikeve Zîlan dê kes ji Zîlan sağ dernekeve. Eskerê rêvî, eskerê sarê û nîzakê! Bi hezaran esker dikîşîya gelî. B i qasî pênsed eskera nava Zîlan de pêşîvanî dikirin. Nava wan de milîs ji zaf bûn. Millet di nava daristan de, di şikeftan de xwe veşartibûn. Henek kesan jî xwe di zozanê alîyê Agîrî de veşartibûn. Gîhayê Zîlan bi qasî çokekî bilind bûbûn. Havîneke dirêj di pêşîya ehlê Zîlan de bû. Mele Eḥmed, mîna ku ji xewnek giran hişyar be, ji şûna xwe rabû, vegerîya li hespê xwe swar bû û ji hevalê xwe re got: “Em vegerin gunde xwe, xeberê bidin millet.”
Mihemed: “Çi bû Seyda?”
-Tû nabînî ev dujmin ji bo me hatîye. Kî bikeve destê wan dê bikujin. Em çiqas insanan ji destê wan xelask kin ew qas kar e. Rabin. Roj, roja xeberdanê nîne. Rabin li hespên xwe siwar bin.
Mele Eḥmed û hevalên wî berê xwe dan gundê xwe û hespê xwe bi çargav ajotin.
Esker tev kîşîyan û di Çaxirbegê de edîlîn. Dewrêş Paşa ferman da konê wî hate vegirtin. Gazî Qomandanê din kir û li ser plana Zîlan fikirîn. Qomandanek direj û çavşîn dest bi xeberdanê kir:
-Ji me ra xeber hatiye ku milletê vê heremê hay ji me heye. Di hinek gunda de kes nema ye. Hinek revîne çûne alîyê Îranê. Nuha em kesî nabînîn. Hele Qaçax! Tev çûne çîyayê Agîrî. Destê me de kes namîne. Em çi bikin û çawa vê heyfê hilînin.
Dênê reş destûr ji paşê xwest û dest bi xeberdana xwe k i r:
-Tû meraqa meke Qumandan! Em van tişta zanin. Me tedbir hildaye. Bafirokên me her alîyê Zîlan bombebaran dikin. Em xeberê bişînin gundên Zîlan û bêjin: “Efû derketîye. Hûn dikarin vegerin. Kî bawerîyê bi me bîne û vegere em wî bernadin. Tu meraq neke.”
Paşa di bin simbêla ve de kenî û got:
-Te rast got. Em nahêlin tu kes firsetek bibîne. Emê tedbirâ xwe hildin. Hûn qet meraqa nekin. Zîlan dê zû me nas ke. Tabî eger ‘emrê van têr bê. Êdî her kes herin û li isterḥeta xwe binêrin.
Fermana Zîlan ji zû de hatibû dayîn. Qelêma gelî hatibû şikestin. Millettê Zîlan li hêvîya gurê devbixwûn mabû. Tarixê ji Xayîn û zaliman re şahidî dikir. Hubra qelêmê kul û derdê van mezlûma di stranan de dianî ziman. Bêhna xwûnê, bêhna barûdê ketîbû rê û diçû pozê zalîma. Gulû sosin, çîçek û rêz tev çilmisîn. Ji ber vê zulmê dûjminê dînê Muslumanan şerî'eta dînê Mihemed firotibûn ecnabî û xwedênenasan
Di her alîyê Zîlan de dengê bafirok û xefirmakineyan guhê mirov kerr dikir. Millet tev revîbûn nav daristanên Zîlan. Eskerê Romê di her alîyê Zîlan de ketibûn pey millet. Kî li kê derê bigirtina li wir dikûştin
Hinek gundî hê di malê xwe de bûn. Mele Eḥmed eqrabayên wî ji gund derketbûn û xwe di şikefta Seyyid Şêx Şahabeddin de veşartibûn. Her wekî ku tê zanîn Şêx Şahabeddîn di Qiyama Bilisê de hatibû vî gundî û li Mala kalikê Melle Eḥmed xwe veşartibû. Navê kalê Mele Eḥmed, Sofî Tahir bû. Sofi Tahir însanekî dîndar û muntesîbê Terîqa Neqşêbendî bû. Sofîkî mûtewazî û qencekî Xweda bû. Wexta Sex ji Bilisê hatibû gelîyê Zîlan navê ‘eşîra Hecîdêrîya bihîstibu. Ev ‘eşîr, eşîreke dîndar bû ji seyyîda û şêxa hes dikir. Gundê Mele Eḥmed zêde dîndarbû. Şêx Şahabeddîn di gun da rastî sofî Tahîr hatibû û bûbû mevanê wî. Sofi Tahîr Bilîs rind nas dikir. Navê Sêx bihîsti bû. Rabû Şêx dawet kir û bir Mala xwe. Şêx şeveqê li jora gund di şikefteke de xwe veşdişart, êvara dihate nava gund û millet îrşad dikir. Di vê demê de Sofî Tahîr xîzmeta şex dikir. Wexta bihar bihata Zîlan û Çêmê Zîlan har dibû. Sofî Tahîr diçû devê şikevtê gazî Şêx dikir. Sofî Tahîr digot:
-Keko! Çem zaf rabîye ka emê çawa derbas bin.
-Şêx: Sofî Tahîr derdê te ev tenê ye?
Sofî Tahîr: Ne xêr Seyda! Ez bona te ditirsim. Şêx:
-Sofî tû çavê xwe bigre û encamê li hêvîya Xweda bihêle.
Sofî Tahîr karê xwe hêvîya Xweda dihîşt. Ema. Qeder û karê qederê? Sofî Tahîr li pey şêx zaf
gîrîbû. Mehkema wan di dergahê Xweda de. Heta roja hatibû girtin şêx di gund de mabû.
İro rojake din bû. Mele Eḥmed mina kalê xwe, xwe avêtibû şikevta Şêx Şahabeddîn. Bafirok bi ser serê wan ve difirîn. Loma ‘ecele kirin û zû hatin mal. Cinarê wan kecika xweya piçûk li malê hîştîbû. Zarê wan zaf bûn. Kes tinebû here wê zarokê bîne. Keçik heft an heşt mehî bû. Dayika keçikê ji bo wê digîrîya. Mele Eḥmed li dengê girîna wê dayîkê guhdarî dikir û dilê wî dîşewitî. Ema bê care mabû. Esker nava Zîlan digerîya û bafirok bi ser serê ve difirîn. Mele Eḥmed gazî bavê keçîke kir û got:
-Esed keçik ya te ye? Esed:
-Belê Seyda. Min nikaribû ku ez wê bînim. Mele Eḥmed:
-Bi îzna Xweda emê êvarê herin û kêçika te binîn. Esed :
-Belê Seyda! Hûn rast dîbejin. Karê aqil ev e.
Mele Eḥmed û Esed çawa tarî kete erdê berê xwe dan gundê xwe. Xwe di darên devê çem de veşartin heta hatin gund. Her cîh şevereş bû. Ewil Esed paşê jî Mele Eḥmed ket nava gund. Esed got:
-Seyda! Em bi tedbîr herin nava gund dibe ku ‘esker hebin. Mele Eḥmed:
-Tû rast dîbejî. Ka bêje em di ku ve herin?
Mele Eḥmed û Esed ji alîyê Mala Esed ketin rê û hatine ber Mala Esed. Bêhnek li der û dorê xwe guhdarî kirin. Dêna xwe danê ku dengê zarokekî tê. Ji girîna pirr dengê zarokê ketiye. Esed bi dengeke hêdî got:
-Seyda! Ev deng, dengê kecika me ye. Hê li ḥeyatê ye.
-Erê eva dengê zarokekî ye. Ka em herin dêna xwe bidinê.
Mele Eḥmed xwe berda hewşa Mala Esed. Esed pey wî hat û ket hûndêrê malê. Dêna xwe dayê ku keçik ji dergûşa xwe derketîye û hatiye ber deri. Esed bi kelecanî kecika xwe bilind kir û da milê xwe. Keçik henek tirsîya bû. Lewra du roj bû ku birçî mabû. Ji ḥal ketîbû. Esed keçika xwe hembêz kiribû serê wê maç kir. Ken û girî tevlihev bûn. Esed hem digrî û hem dikenîya. Mele Eḥmed jî digîrîya. Mele Eḥmed çavê xwe ji hêstira paqîş kir û got:
-Esed! Haydê zû ke. Em vegerin. Rabe di malê de çi xarin heye bîne bide keçik ê. Esed çû alî kulînê. Hinek qatix anî, nan hûr kir navê û da keçikê. Piştî ku keçikê têr nan xwar rabûn û ketin rê. Lê ji ber birçîbûna çend rojan keçik naçar û bêḥal ketibû. Nexweşînek li keçikê peyda bûbû û nalîn jê diçû. Mele Eḥmed fêm kir ku keçik ketiye ber sekeratê. Lewra hem diçû hem jî difikirî. Tirs û xofê digel zulma Romê her der rapêça bû. Şevreş û tarî dujmin hov û har. Bayê zulmê hat tofanek rabû û Zîlan da ber xwe. Di nav fikr û ramanan de xweydan ji enîya wî dawerivî. Dilopek li erdê ket. Ha ku dîtin wa di şikefta Şêx şahebddîn de ne. Ji nişkave deng û sewt ji keçikê hate birrîn. Teqdîra îlahî teyrê ecel emanatê xweda ji keçikê sitendibû. Zarîn ji Esed çû. “Wey mala Romê xirab bibe…” Gotin di qirikê de asê bûn. Tenê sebir lazim bû sebrek ‘ezîm. Ji bêḥemdî ev gotin ji devê wî rijiyan
Înna lîlah we Înna îleyhî racî‘ûn. Înna lîlah we Înna îleyhî racî‘ûn…