Bîllahî em, ji yarê re, feda can in!
Ji xizmeta deryê wî, em bûne mestane.
Ji deryê yâr nikare kes, me qut bike;
‘Eşqa me ji temamê ‘alem ve ‘eyan e…
Em rêwing in, rêberê me Resûl e;
Qelbê me her bi ‘eşqa wî mijûl e,
De’wa me, qet ne mal û mulk û pûl e;
Dinya ‘alem temam bi me di zane…
Me pir dîtin li şopa yâr rojê giran,
Me pir bûrand dem û dewranên bi îmtîhan,
Ji ber ‘ezm û evîn û dozdarîya me,
Zor û zehmet û îmtîhan tev westîyane…
Heger yâr razî be, ev ji mera bes…
Ev e meqsed, ji mer meram û hewes.
Hubba yâr e, dide me bêhn û nefes;
Li dora yâr lew em bûne perwane…
Dengê Qur’an, tînê qelbê me hizûrê;
Der û dor tev rewşen dibin, ji şewqa nûrê;
Wekî Tûrê, ji hişê xwe dil dibûrê;
“Ellah! Ellah!” ji zikrê şêrîn dil sekrane!
Li ser soza xwene, em ji elestê;
Narê tecellayê, me dî di bestê;
Ey neyaro, xwe bi me tû ne westê!
Ji Xweda re, rih û can me tev dane!