Di ser qetlî’ama Ḥelepçê de 32 sal derbas bûn. Qatilê Ḥelepçê ji teref xwedî û hamîyê xwe ve hate daleqandin. Xweda li dunyayê heyfa mezlûma ji wan sitend û nişanî me da. Li axîretê jî ewê rezîltîya wan nîşanî me bide înşellah. Qatil çûn dunya heq lê belê li ser wê curma wan hê jî zarok seqet diwelidin. Pîrek hemlê xwe dixînin. Çavê însana bi ‘umrê wan re ku pêş da diçe kêm dibin, baş nabînin, çavê wan ji ber tesîra jehrê hêdî hêdî kor dibe. Kezebê wan îflas dikin…
Di salvegera qetlî’ama Helepçê ya sala çûyî de Xweda kir nesîp ez çûm Ḥelepçê. Min bi însanê wê derê ra hevdîtin pêk anî, bi wan însanên birîndarên qetlî’amê re. Li ser zimanê wan şahidan, ez dixwazim ku we bibin roja qetlî’amê. Di salvegera qetlî’amê de, di sala 2020î de, em bi hevre wê birîna xwe ya ku di sala 1988an de hatibû vekirin û hê jî jana wê berdewam dike di dilê me da, binhêrin.
Ḥelepçe, cîhekî stratejîk nebû. Li Ḥelepçe petrol dernediket. Pişta wê li çîyê û berê wê li deştê bû. Xelkê wê di bin rêbertîya Şêx Osman da Misliman û mesûd bû. Serê xwe ji zulma Seddam ra neditewandin. Seddam, li ser xwestina xwedîyê xwe yê emperyalîst, berê şer dabû Îranê. Pêre neyartîya Mislimanê Ḥelepçê jî dikir. Ewçax nifûsa Helepçê 70 hezar bû. Di sala 1987an da Seddam xwest ku xelkê Ḥelepçê ji bajarê wan derxe û di qampa da li hev bicivîne. Di wê da jî neyteke wî ya xerab hebû. Xelk pê ewle nebûn û koçberî Îranê bûn. Piştî demeke kin car din hatin bajarê xwe.
Di sala 1988an di meha Adarê de roja 16an sa’et yekê nav rojê 3-4 firok bi hevre li ser ‘ezmanê Ḥelepçê dest bi firandinê kirin. Berî wan firokên bi jehr, çend firok li der û dora Ḥelepçê bombayên nepalmê avêtin. Bi deng û zelzele teqîyan daku însan bitirsin û dakevin malê xwe. Bi wî awayî çêbû û xelkê Ḥelepçê bi lez ketin malê xwe û derê xwe girtin. Firokê jehrê xuyabûn û bombayê jehrê avêtin ser Ḥelepçê. Firokan bombe davêtin, lê belê wek gavek berê ku nepalm avêtibûn û diteqîyan, zelzele çêdikirin nebû. Ew bombe pir bêdengbûn. Li nav bajêr diketin û bi dûmaneke qehwe jehra xwe belav dikirin. Sebîyên biçûk ji dayîkê xwe re digotin:
- Dayê bîhna sêva tê, bîhna xiyara tê…
Ew bîhna sêva û bîhna xîyara ji wan re mirineke bi dehşet û komkujîyeke bi wehşet anî. Qismekî jehrê ku jehra xerdelê, goştê canê wan diperitand û dianî xwarê. Qismekî jehrê jî nefesa wan diçikand û wan difetisand. Hinek malbat bi temamî li ser xwarina xwe ya nîvroj, di cîhê xwe de diqelibîn û bi hevre can didan. Zarok û dayikê zaroka di hindirê malê da nefesê nastînin û bi alî derve de baz didin, ji bo li derve nefesê bistînin. Belê jehra giran li derve jî hewa paqij nehiştîye. Sebî di destê wî/wê de sola wî/wê li ber derî dikeve û can dide. Zemanê ku sola xwe bike pîyê xwe nabîne û radihêjê dixe destê xwe, sol di destê wê de can dide. Lewra nefesa wî/wê li hindir çikîyabû. Ji hewla riha baz dabû derve. Sebî li ber pêsîra dayîka xwe, digel dayikê can dabû. Însan bi ber camiya va direvîyan û di hindirê camîya da can didan. Hinik malbat bi tevî zarokê xwe kor dibûn. Her ku zeman pêşda diçû, jimara kesên ku çavê wan kor dibûn, zêde dibû. Du qîzikên biçûk destê xwe bi sitîyê hev de dibin û hevdû himêz dikin, bi wî halî can didin. Bavekî malbata xwe gihandibû ‘ereba xwe, ji bo wan ji nav wê cehennemê xelas bike. Bi tevî hev di hindirê ‘erebê de can dabûn. Li ber dilê wan sebîkî qumatkê hebû. 3 roj şunda, ji şahidên ku me bi wan re hevpeyvîn pêk anîn, diçin ku wan ji ‘erebê derxin û wan defin bikin, destê xwe davên serê sebîyê, serê wî ji laşê wî heldiqete û serî tenê bi destê wan ve tê, laş di cîyê xwe de dimîne. Goştê laşê sebîyê hê nazik bû û jehrê ew pijandibû. Kesê ku ber bi derva de baz dabûn jî hinek ji wan di nav çar derê xwe de ketibûn û can dabûn. Kesê ku berî jehrê revîyabûn bi alî çîyê de, firokê Seddam ên jehrê, ew di rê de qefaltibûn. Jehrê avêtibûn pêşîya wan û her yek ji wan pîrek û zarok li kêlekî rê ketibûn û can dabûn. Şahidên me behsa rakirina cesedê wan ku piştî 3 rojan dikirin û weha digotin:
- Em ji çîyê daketin Helepçê. Qiyamet û heşir bi serê Ḥelepçê de hatibû. Me cesed li hev civandin. Zemanê me yê ku em wan ceseda bi nusûkê Îslamî defin bikin tune bû. Lewra firokê Seddam hê li serserê me difirîyan. Me destê xwe davêt milê cesedê sebîya, goştê mile wan ji hestî dihat xwar û di destê me da dima, cesed li erdê dima. Jehr goştê canê wan helisandibû, pijîbûn hatibûn xwar. Bihna ceset û goştê însan meriv difetisand. Temamê heywan û heşere jî miribûn. Me cesedê ku li hev civandin, bi hevre li ser halê wan avêtin çala bombeya nepalmê û ax avête ser wan. Çala bombeya nepalmê ji wan re bû mezel…
Sembola qetlî’ama Ḥelepçê, ‘Emer Hawar ê ku sebiyê wî li ber dila û bi hevre can dabûn, li ber pêlika derê malekî me dît. Ew mal kirine mûze. ‘Emer Hawar, piştî ku heft qîzê wî çêdibin, Xweda du sebîyên lawîn, cêwî didê. Xweda daxwazîya dilê wî bi cî tîne. Ji kerema xwe du ewladê lawîn bi hevre didiyê. Bi tevî malbata xwe pir şad û dilxweş dibin. Belê roja qiyameta Ḥelepçê, ew û zarokê xwe bi tevî pîreka xwe li mala xwe bûn. Bi teqîna bombeya nepalmê, ketibûn hundurê mala xwe û zarokê xwe diparastin. Carek dîtin ku di malê da nefesa wan diçike. ‘Emer rahişt kurekî xwe û bi derve de baz da. Pîreka wî jî rahişt kurê xwe yê din bi tevî zarokê xwe yê qîzîn, ew jî derket derve. Lê belê ew jehra ku nefesa wan diçikand, li derve jî hebû. Nizanibûn wê çibikin. ‘Emer bi jêr de baz da û sebîyê xwe bi ber dilê xwe ve şidand. Ji mala xwe hinek dûr ket, belê taqeta wî nema û ji bênefesî fetisî. Li ber derîyê malê, bê taqet ket erdê. Sebîyê wî di hemêzê de ser dev ket. ‘Enîşka xwe ya milê rastê çikand erdê û serê xwe danî ser pêlika ber derî, da ku sebiyê wî yê qumatkê di bin wî de te’de nebîne û giranîya laşê wî nekeve ser sebîyê wî. Bi tevî sebîyê xwe bi wî halî can da. Pîreka wî û bi tevî sebîyê wî yê lawînê qumatkê û qîzê wî jî, ji bo ji nav wê cehennemê birevin, ketin ‘ereba mala bavê wî, ew ‘erebe ji wan re bû mezel.
Bi jehra mirinê di nav çend roja da ku avêtin Ḥelepçê û dora Ḥelepçê, zêdeyî 5 hezar însanan can dan. Bi hezara însan birîndar bûn. Hinek pîrek hêjî sebîyê wan çênabin. Hinek sebî hêjî seqet diwelidin. Dê û ewlat ji ber hev hinda bûn. Koçberî Îranê bûn û ew sebî bêkes man, malbatê Îranê, ew bi ewladî girtin ba xwe. Hêjî sebîyê ku hundane hene. Heta sala 1991ê xelkê Ḥelepçê nehatin bajarê xwe.
Qetlî’ama ku ji teref Seddam li Kurdê Iraqê hatin kirin, bi hereketa Enfalê dest pêkir. Helepçe, helqa dawîn a wan qetlî’aman bû. Di nava çend salan da bi qetlî’ama Enfalê 182 hezar însan qetil kirin. Hinik ji wan însanan bi saxî kirin erxa û ax avêtin ser wan, di bin axê da bi saxî fetisandin.
Xweda heqê mezluma ji zalima re nehişt û ewê nehêle jî.
Ji bo zalimê xwînxwarî bijî cehennem!