Çi hebû çi tune bû, li welatekê şêrîn û delal, du birayên feqîr û dilhenûn, lê belê bi xebata xwe karê helal hebûn.
Ji van birayan yek zana û jîr bû, yê din jî saf û nezan bû. Lê belê wan her du birayan pir ji hev hez dikirin.
Rojekê birayê mezin ji yê piçûk re dibêje:
— Birayê min, tu halê me dibînî. Debara mala me îdî zor e. Lazim e yek ji me here xebatê. Tu bi ya min bikî, tu li ber deriyê mala me bimîne, ez ê herim xebatê. Hêvî heye ku Xweda riya rizqekî helal şanî me bide da ku ez bişûxul bim û ji bo debara mala me hinek pere bînim.
Birayê mezin amadehîya xwe dike û dikeve rê. Lê belê berî ku ji mal derkeve, jibo ku birayê piçûk li derî miqatebe temîyan wî dike û dihere.
Birayê mezin dihere welatekê dûr. Li gelek bajaran digere. Piştî demekî dirêj, li ba karsazekî zana û ixtiyar, ew di îşekî de dişûxule. Ji halê xwe razî ye, bi mehan li ba wî dimîne.
Birayê piçûk jî li welatê xwe, li benda derî, li hêvîya hatina birayê xwe yê mezin e. Ji karkerên ku diherin şûxul, birayê mezin dipirse. Salix dike ku ew li bajareke dûr, li ba îxtiyarekî, di karekî de dişûxule.
Gelek meh derbas dibin, lê belê birayê mezin nehat. Li ser vê, birayê piçûk ji xwe re dibêje:
— Kekê min ez li ber derî hiştim û ew çû. Gelek meh derbas bûn lê venegerî. Lazim e ez jî herim ba wî.
Radibe derî jiber malê dike, li pişt xwe girê dide û bi rê dikeve dihere. Dihere, dihere, heta ku digihêje welateke ku birayê mezin lê dixebite. Ji ehlê wî welatî birayê xwe dipirse, lê belê kes wî nas nake.
Piştî wextêkî dirêj, dikaneke ku birayê wî lê dişûxule dibîne. Bi deriyekî li pişt girêdayî dikeve dikanê. Silav dide. Lê belê karsaz û birayê mezin birayê piçûk di vî halî de dibînin û şaş dimînin.
Birayê mezin piştî ku birayê xwe di vê halî dibîne, bi çavekê ‘ecêbmayî dipirse:
— Birayê min, ev çi hal e? Ev çi derî ye ku te li pişta xwe kirîye?
Birayê piçûk bersiva wî dide û dibêje:
— Ma te ne got, “Li ber derî bimîne heya ku ez bêm.” Min dît ku tu ne hatî, ez jî rabûm, min derî jiber kir û li pişt xwe kir, ez jî hatim da te bibînim.
Birayê mezin lê dinêre û ji ber bersiva birayê xwe yê saf, dikene. Jê ra dibêje:
— Birayê minê saf û hêja, qesta min ku ji te re “Li ber derî bimîne” ev bû, armanca min mayîna li ber malê bû, ku tu miqatêyî li malê bikî ne ku li derî miqateyî bikî û wî rakî bînî ba min...