Îsal jî hat û çû ji meha yek meh mubarek
Jîna me pê çê bû ma bi rastî ez nizanim
Çendî me îhya kir bes heroj mehê bicarek
Ji 'efwê nesîbdar in qey rastî ez nizanim
Meha tebî'et neşwe hind wê xweşî mijarek
Tali' û bext pê şadî bûn gelo ez nizanim
Şahî li min çilmisî nepêça min tucarek
Şadîman bûn qey gelek ez tenê pê nizanim
Hemî âlema Îslam li xwe poşîn ji yarek
Bi ta'et û zikrê heq dibe ku ez nizanim
Ger bibêjin ji mehê her yek hilda xwe parek
Çima agir dibare warê Îslam nizanim
Bişaftin û qir kirin xwey wehşetê neyarek
Dojeh reşîn hêjaran mel'ûn çima nizanim
Ne wextê bereketê ne êvaran fetarek
Şewt û êşa birçîya ma dibîr hat nizanim
Dadixim rast û çepa ji gewrîyê hewarek
Sebeb çi li me rûnişt bê rûmetî nizanim
Rû zemîn tim şîyar e dîtir bi derd û barek
Xemsar in çima Îslam li vê gelşê nizanim
Dem giran e bi teqdîr eya Celle Tebarek
Kêfa 'îda jî şikest li me heqq e dizanim
'Îda me ne, dibêtin her 'îd li wan mubarek
Barkêşên ehlê Ğezze 'izzet perwer dizanim
Ne liyaq e her kesan bilindî wext û gavek
'Emel bi 'edalet û heqanîyet dizanim
Atîye ev cewher in kêm dibin xwuye parek
Peyda dibe li ehlê rast û durust dizanim
Ji kesên bi dev gotin ez dikim yek sûalek
Li kêdera vê êşê hûn diseknin nizanim
Ji vê elemê çiqas hûn dikêşin nizanim
Dunya xwey biçûk tu car bi wir nadin dizanim..
Neşwe: Neş’e
Hind : Li bal
Mijar : Mewzû’
Jîyar : Heyat
Bişaftin: Perçiqandin
Dîtir : Evê din
Gelş : Pirsgrêk