Bi hemda daîm û şukrê di dil da
Seferçî me li ser rêka diristim
Bekilçîvî ‘înayet çav me kilda
Di gel ehlê dila şîn bûm û rist im
Bi lefzê xalî û me’na ji wanîn
Li ser wî cadeê dê pê xu ranîn
Bila-l wê defterê xetê nezanîn
Wekî hat emr û weqt e xuş helist im
Me çavê-l katibê qûr’ê û qafê
Tû bûy cûndî were herbê-l me safê
Li vê qişlê xefîke î’tîkafê
Bi serma van çiyanê ez qerist im
Mezîlet bir li ser axê bi sarî
Wekî ava tezî lê bûye carî
Heway lê da firî bêhna mirarî
Li dil helbû me agir lew gevistim
Dil û qelbê me her dû pêk ve sotin
Rihê-b sirrê dû sê awazê gotin
Xefî exfa çi hal û ‘eyş e cotin?
Me got nefsê ji ber te xaf û sist im
Be îsbatê çi ya hey min nefî kir
Miraqib çar û xu-l qişlê xefî kir
Wîlayat ewliya-b rastî sefî kir
Li wî bağî dem û gav ez nevist im
Bi şer min şîr heland û gote nefsê
Be çav şûrî te ez kuştîme xefsê
Me ga berda çerê-l hewda kerefsê
Şehîdê xencer û sîkar û bist im
Ji dexlê bêdera sêlê me sêkî
Li vê zevya me ez dostim bo êkî
Wekî hat ber hisabê bû dehêkî
Ji cotyara-b dû xeta hel guhist im
Cema ğeyrî te ez çûme-b nigê ve
Berê min daîmê bûy raste rê ve
Hema gazî bikey ka werne hê ve
Me xû kêşa denî ez mey perist im
Ji qelbê min derêxe teqn û remlê
Ne dinya milk e ev warê ku em lê
Çi faydey wê ye daîm qehr û ğem lê
Wekî marê ezê girtîm û gestim
Veke vê dergehê-l ser min te girtî
Tu meqsûdî ne hatim mal û girtî
Ji xu min-d wîr neke hûsa be xurtî
Ku ez ew bilbil im her gul bi dest im
Meya zanî çi dujmin ew le‘în e
Ewî-d gel me dewam her kerb û kîn e
Çewa e-j xu vekem ewya-b mi nîne
Ji destê wî çewa dê-b xu verestim
Evê kûratiyû perda li ber me
Wekî rakey wesa bazarê germ e
Bibe dîwangiha xû bê zerer me
Li dîlanê ez ê çespan û çist im
Çi fayde ‘ebd û seyyîd jê cuda bin
Çi fayde ev wucûda hû mixabin
Mehû ne-dgot wekî-l heşrê ne rabin
Be qeyda xû ve dinyaê vebestim
Evî dilxar û dilsûj û bijêrê
Nehêlaye dilê me-l fedl û xêrê
Emirke xêr e rabin werne vêrê
Direw nîne ez ê Yezdan perist im
Eger muhtacî ta’etê me nîne
Eya zanî çewa em dilmirî ne
Nezerke her tu şenê xu bibîne
Ezê zanim ji wê tirsê vehistim
Çu çakî min nekirye her tu çakî
Nebêje ya me gût bû çî tû nakî
Cema te-b kê heya haşa çi pakî
Ezê-j ber vê wekî kevrî xwerist im
Te îman da me bes e ev xelat e
Şukurdar în ku ew xuş îltîfat e
Me lew kir bistehî rehm e xema te
Li dîwanê xwedan awaz û pest im
Wekî ez ‘ebd im û min her tu walî
Şev û roj min hene-j tirsa te nalî
Ji derxanî me serbêxe silalî
Ku ez mestê dem û gava elest im
Ji tirsa cehnemê bê rêk û xulk im
Lew ez pîs ‘ebd im û pîs dexl û milk im
Musulman bû nedan ez ka û zilk im
Li ser sifra te ehlê behr û qist im
Li min çêke bi xû nîşan û deqqa
Bû nik xû min hisab ke-j mesteheqqa
Fe men waleyte fîddînî tereqqa
Ji tirsa te nesax û dil fetist im
Qeçağ im ez belê min kir dexalet
Zelîl û bê delîl û rêk û alet
Eva ku min kirî bes e rezalet
Gelek ez pê rezîlbûm û şikestim
Tu sahib rehmet û ‘efwî tu sani’
Be şenê te ezê razîm e qani’
Tu çibkey ya heq e kes nîne mani’
Li dinyaê be fincanê verestim
Her û ev derseya-l ber me rewan e
Wekî vê ‘alemê her êk xudan e
Rehem yek zerre têra wan heman e
Bi vê keyfê-j ğema xu ez helest im
Bi wê rehmê te ev jenga me-ş wîştî
Emirke şa’irê çir wek benîştî
Xu bistehke tu ne-j dêr û kinîştî
Ev e şenê te ye nê ez verest im
Ewê roja tu dê min bey lîqaê
Be şenê xu bike wê kîbriyaê
Emirke Ehmedê Ridwan me daê
Bi vî qewlî ezê rast û dirist im