HEVPEYVÎN Bangaheq: Mamoste hûn bi xêr hatin. Ji kerema xwe re bi kurtasî xwe bi me bidin naskirin.
Dr. ‘Usman ‘Elî: Navê min Diktor ‘Usman ‘Elî ye, ez xelkê Kerkûk im. Ez ji Zankoya Mûsilê mezûn bûme. Paşê min li zankoyake Keneda di derbarê peywendiyên navnetewî (‘elaqatên duwelî) mastira xwe temam kir. Min diktoraya xwe jî dîsa li Keneda derbarê siyaseta Îngilîz li ‘Iraq de kir. Paşê sêzde salan li Kenedayê min mamostetiya zankoyê kir. Paşê ez çûm Malezya li zankoya Îslamî ya ‘Alemî û min li wê dere şeş salan mamostetî kir. Ehmed Dawûtoğlu serokwezîrê berê ê Tirkiyê jî wê çağê li wir mamoste bû, em bi hev re bûn. Di sala 2010an de ez vegeriyam Herêma Kurdistanê. Ji sala 2015an heta sala 2022yan ez li Tirkiyê li Zankoya Sakarya li beşa “Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (Ortadoğu Araştırmaları Merkezi)” min mamostetî kir. Niha jî ez li Hewlêr im. Li Zankoya Selaheddîn di beşa dîrokê de mamoste me. Texessusa min ji ber ku hem dîrok hem jî siyaset e bi siyaseta Kurd re jî bi dîroka Kurdan a nû û hevdem re jî meşğûl im.
Bangaheq: Çi berhemên we hene?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Teza min a doktorayê di gel çend lêkolînên min ên din li Zankoya Toronto ya Kenedayê hatiye çapkirin bi zimanê Îngilîzî. Paşê li ‘Iraqê bi zimanê ‘Erebî hate tercumekirin bi navê “Dîrasatun Fî Tehrruri-l Herekti-l Kurdiye-l Mu’asîre (Çend Lêkolîn Derbarê Serxwebûna Hereketa Kurdî a Nûjen).” Paşê jî ev berhem hatiye tercumekirin bi bal Kurdî (Soranî) ve. Kitêbeke min a din jî heye bi navê “El Kurd ve-l Kurdistan Fi-l Wesaîq-îl ‘Usmaniye (Di Belgeyên ‘Usmanî de Kurd û Kurdistan). Kitêbek min ê din heye bi navê “Rola Şaristaniyeta Îslamê di Ronesansa Ewrûpayî de” di gel doktorekî Emrîkî min nivîsandiye. Ev kitêb hatiye tercumekirin bi bal çend zimanan ve bes mixabin nehatiye tercumekirin bi bal Kurdî ve. Kitêbeke min a din jî heye gelek girîng e û ez hez dikim were xwendin, di derbarê Zerdeştiyet û Kurd û Kurdistanê de ye. Kitêbeke min a din jî heye ez gelek wê girîng dizanim bi ‘Erebi ye bi navê “Musteqbel el ‘Emelu-l Îslamî Fî Kurdistan (Paşeroja Xebata Îslamî di Kurdistanê de)” ev kitêb sê sal berê çap bû. Kitêbeke min a din heye ku ez li ser kar dikim: “Karîgerî Qutabxane Karî mêjûnûsî li ser mêjûnûsî Kurdî”. Kitêbeke min a din heye, înşaellah van rojan çap dibe, bi navê “Kerkûk Çend Lêkolînewey Mêjûyî Siyasî”.
Bangaheq: Cenabê we muherrirê yekem bû ê kovara Alay Îslam. We çewa dest bi kovarê kir û hedefa we jê çibû?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Em li Keneda bajarê Toronto di salên 80’yî de sê çar telebeyên Musluman yên nû bûn. Em hatin cem hev, di gel kevaniya min. Ew ji Kenada bû Musluman bûbû. Me temaşe dikir ku li derveyê welat li Ewrûpa, li Emrîka ewanê ku behsa mesela Kurdan dikin hemû çep bûn. Dîroka Kurdan a serdemê Îslamê jî gelek xerab didan nişan didan. Mesela behsa Alayê Hemîdiye dikirin, digotin evana hemû cahş in. Di beyanatên wan de Îngilîz û Emrîka melaîke bûn û milletê derdorên me jî dujminê me bûn. Mesela em çûn bi dehan konferansên Îslamî, me dît ku mixabin, Musluman jî li mesela Kurdî tênegihîştine. Ewanê ku herekatên Îslamî bûn tênedigihîştin ku Kurd çima dibêjin em Kurd in. Wan Muslumanan ji me re digotin “hûn ‘Iraqî ne, çima hûn her dibêjin em Kurd in”. Di wê serdemê de Seddam gelek zilamê Emrîkabû. Ji bo Emrîka û ‘alema Ğerbê îş dikir û ji bo wan li Cumhûriyê Îslamî (Îran) dixist. Di wê weqtê de me got em Musluman in, çima emê bêjin “bijî Seddam”? Me xwest kovareke me hebe ku karê wê yê yekem te’rîfa Kurd bike û di dîrokê de behsa xizmeta Kurdan ya ji bo Îslamê bike. Di heman weqtê de behsa mezlûmiyeta Kurdan bike û di heman weqtê de, warê sêyem jî, behsa heqîqeta dîroka Kurd û Îslamê jî bike. Ji bo van sê hedefan me dest bi kovarê kir. Bi îmkanên gelek kêm û kurt. Bes elhemdû lîllah, tewfîq ji Rebbul’alemîn bû, ev kovar şazde sal hat derxistin. Çar kesan muherrirtiya wê kir. Her muherrirek jî ji ê beriya xwe baştir bû. Ji alî min ve ku temam bû derbasî Emerîka bû. Li Emerîka diktorekî muherrirtiya wê kir. Min du, sê salan muherrirtî kir. Bes ji ber ku min dest pê kiribû her wekî zarokekî xwe min ew dişopand. Yanî her hejmareke ku derdiket min ji wî birayê Emrîkayî re digot wiha wiha bikin. Gelek meqaleyan min bixwe dinivîsand bes bi sê çar navên ciyawaz. Ji bo ê ku kovarê dibînin bêjin evana cema’etik mezin in, gelek kes bi wan re hene. Bes elhemdû lîllah Xweda wusa kir, ew muherrirên ku hatin ji min jî baştir bûn. Baştirîn kar di vî warî de ew bû ku quweta me gihaştê em di sala 1992yan de konferanseke navneteweyî li Elmanya bajarê Kolnê çêkin. Ew konferans me tertîb kir di derbarê çareseriya qirkirina qewmê Kurd de hem li bakûr hem li rojava. 37 herekeyên Îslamî di hemî dunyayê de bi nûnertî hatin beşdarî wê konferansê bûn. Ev, numûneyeke ji karên ku bi kovarê me kir. Her çiqas hejmara me kêm bû bes hevalên me bi taqet bûn.
Seddam di sala 87an de dest bi xerakirina gundên me kir. Teqrîben çar hezar zêdetir gund xera bûn. Di wî weqtî de gelek kes çûn Îranê. Paşê di 88an de hatin Turkiyê jî. Di enfalkirina Seddam a paşî de li Badînan teqrîben 200 hezar kes hatin Turkiyê, gerek bi bîra we jî were. Di wê demê de komela (dernek) me, li mizgeftan ji Muslumanên ku dewlemendbûn, ‘Ereb û Pakistanî bûn karibû pera kom bike û li xelkê feqîr bela bike.
Derbarê çekên kîmyewî ku li dijî milletê Kurd tên bikaranîn de me me’lûmat dida hukûmeta Kenedî.
Di sala 1992yan de ez çûm ba Necmeddîn Erbakan. Li balê şêxekî muhterem hebû bi navê Şêx ‘Ebdurrehman Berzerncî, Erbakan gelek hurmeta wî dikir. Ev şêx, şêxekî mezin ê Kurdistanê ye. Min ji Erbakan re behsa mesela Kurdan kir. Û li çend konferansan jî ez û çend hevalan beşdar bûn.
Cema’etek hebû, nêzîkbûn li Cumhûriyê Îslamî yê Îran li London. Navê cema’etê “El Hîlalu-d Duwelî” bû. Serokê wî Kelîm Siddiqî bû. Li gel Kelîm Siddiqî û kesek bi wan re hebû navê wî Zafer Bangaş bû me peywendî bi wan re çêkir, li Toronto. ‘Elaqên me gelek bi quwwet bûn. Konferansek li London tertîb kir em çûn wê konferansê. Li wê derê heyetek ji Kurdistana Bakûr hatibû. Tê bîra min li gel Huseynê Serokê Hereketa Îslamî yê Bakûr heta çarê şevê em rûniştin û me xeber da.
Yanî bi wesîla vê kovarê me li çend konferansan behsa mesela Kurd vekir. Li Almanya, li Emerîka çar konferans. Yanî ev kovar eger tu temaşa hejmarên wê bikî hemû hedefa wê ew e ku wechê heqîqî ê milletê Kurd e.
Bangaheq: Ew çağ em vê pirsê bikin: Di nezera we de wechê heqîqî ê Kurd çi ye û di kovarê de we bi kîjan mijaran û çewa behs jê kiriye?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Ev wecih dûr e ji oryantalîzmê, yanî îstîşraqiyetê. Li gor oryantalîzmê jina Kurd di bin hukmê Îslamê de gelek mezlûm bûye. Ew dibêjin jina Kurd wek a Tirk û ‘Ereban ne azad bûye. Ne rast e. Jina Kurd jî wek jina Tirk û ‘Ereban Musluman e. Li gor hudûdê şer’î li nav bajaran jina Kurd eger zilamê wê ne li mal be pêşwaziya mêvan nake. Evêya numûneyek e. Numûnê bi vî rengî gelek in. Mesela yek ji wana Alayê Hemîdî û ‘elaqeyên Sultan ‘Ebdulhemîd û Kurd e. Li ser vê babetê me lêkolîn kiriye û di çend mijaran de bi dûvdirêj me behsa wan kiriye. Di sala 1881 konferansa Berlîn de di feqereya 60î de dibêje: Lazim e wîlayattê sîtte (şeş wîlayetên Bakûr) hakimê wan Ermen be. Û ew zulma ku Kurd li ser Ermena dikin lazim e were sekinandin. Ev qerareke navneteweyî ye. Tercuma vê qerarê, yanî me’na wê çi ye? Yanî lazim e hakimekî Ermenî were tayînkirin ji bo hemû Bakûrê Kurdistanê. Ji ber ku Sultan ‘Ebdulhemîd di herba Balkan de têkçû, mecbûren bi vê mutabeqetê razî bû. Hat û gazî ‘eşairên Kurdan kir. Got; Hizba Hinçak û Taşnak hatine damezirandin ji bo ku erdên we bigrin. Ev, îttifaqiyek duwelî ye, nikarim jê vekişim. Bes hûn rol werbigrin û bi şerefa xwe dîfa’ li welatê xwe, li bajarê we, li erda xwe bikin. Ji ber vê gelek ‘eşaîrên Kurdan xwe wek suwariyê Hemîdî qeyd kir. Di vir de purrtirên nivîskarên Kurd ji ber ku li Ewrûpa xwendine, li Rusya xwendine û ustadên wan Ermen bûne dîfa’ li Ermeniyan dikin. Dibêjin Ermenî feqîr bûn, reben bûn, Kurdan ew dikuştin. Ji ber wê Sultan ‘Ebdulhemîd sûcdar dikin û dibêjin “suwarên Hemîdiye cahşê Tirkan bûn, cahşê Sultan bûn û destê wan di qirkirina Ermeniyan de heye.”
Ême di Ala Îslam de bi çendan meqaleyan me gotiye mesele ne wiha ye. Ewwelen Ermenan dest bi şer kirine. ‘Esabatê Taçnak û Hinçak çûne gundên Kurdan şewitandine. Jinên Kurdan ğesib kirine ji bo ku Kurd terka wan gundan bikin. Her wekî hêzên suheywîniyan çûn hinik gundên Filîstîniyan şewitandin, ‘Ereban jî hemû gundên xwe terikandin. Ermenan jî her wiha dikir. Bi taybetî jî Taşnak. Îdî Suwarên Hemîdiye kurên reîsên ‘eşîran bûn. Mektebek, nivîsîngehek hebû bi navê “Eşîret Mektebleri.” Li wê derê perwerde dibûn û dibûne zabit. Û reîsê ‘eşîran jî yên ku gelek girîng in wek Îbrahîm Paşayê Mîllî, evana bi Ermeniyan re şerr kirin û Kurdistan parastin. Paş hatina Mustefa Kemal evana bûn reîsê Hereketa Azadiya Kurdî. Yek ji wan, Hizba Azadî ye, sala 1923yan de hatiye teşkîlkirin. Yek ji wan jî Şêx Se’îdê Pîran e. Û hetta Xoybûn. Evana purrê wan serkirdeyên Suwarê Hemîdî ne pêşkêşiya qiyama şoreşa Kurdî kirine. Belê li ba nivîskarên sekuler vana cahş in. Ê de baş e, madem cahş in, çewa dibin reîsê şoreşa Kurdî dijî Mustefa Kemal? Me di kovara Alay Îslam de van ğeletiyan bi gelek gelek meqaleyan tewzîh kiriye. Di warê siyasî de jî me behsa qirkirina Kurdan, behsa enfalkirina Kurdan kiriye.
Ez gelek caran dibêjim, li rûyê hedarî, şaristanî rola ‘ulemayê Îslamî yê Kurd, xizmeta şaristaniya Îslamî ku kirine, bi qiyasa nufûsa wan gelek ji a ‘ulemaê ‘Ereb û Faris û Tirk zêdetir e. Ez bi mubaleğe nabêjim. Çimkî hiç hissiyateke min a qewmî, nijadperestî nîne. Ez Kurd im, Muslumanım elhemdû lîllah. Bes ev waqi’î ye, bi çendan kes vêya îqrar dikin. Yanî milletê Kurd roleke wê ya girîng heye di xizmeta şaristaniya Îslamê de. Bes ne ‘Ereb vana zanin, ne Turk zanin, kes nizane. Jibo çê? Çimkî dîroka îro ji alî deselatên ‘Ereb û Tirk û Farisan ku dijî qewmê Kurd in bi vî rengî dane nişandan. Nivîskarên Kurdan ên ku wiha nîşandane jî komunîst û PKK û cema’etên sekuler yên ku ez nikarim navê wan bêjim, ê bi ser îsraîl û ê wek wan in. Hetta li ba xelkên ‘Ereb xelkê Kurd îro ne Musluman e jî. Me jî ji hêla xwe de xwest em van mesela tewzîh bikin.
Bangaheq: Kovara Alay Îslam naveroka wê her meseleyên Kurdan e. Bes ji bo çi bi zimanê ‘Erebî derdiket. Gelo dibe ku ji bo ‘Ereb bixwînin û Kurdan nas bikin?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Kovarê ji min dest pêkir. Ez jî xelkê Kerkûk im. Li Kerkûkê xwendina me bi ‘Erebî bû. Min bi Kurdî nexwendiye. Û berî ez biçim Keneda kultura min î Kurdî nebû. Li Keneda jî xwendina me her bi Îngilîzî bû. Bi Îngilîzî jî nedibû ku em kovarê derxin. Ji ğeyrî vê jî me xwest ku kovar platformek be ji bo xwendevanê ‘Erebî jî. Û gelek xwendevanên me yên ‘Iraq û Sûriye bi ‘Erebî dizanin, yanî nesla serdema me. Bes nesla me ya niha li Kurdistanê ‘Erebî nizanin.
Bangaheq: Kovar ziyadetir li kîjan welatan dihate belavkirin û xwendin?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Li Keneda dest pêkir, ji wir çû Emrîka. Diçû Ewrûpa û diçû Îranê. Ê me saziyeke me ya Yekîtiya Qutabiyanî Muslumanî Kurd hebû. Navê wê “Peywendî Qutabyanî Muslumanî Kurd” bû. Bes paş 1991an ku Seddam li Herêmê nema di ser Îran û Turkiye re me kovar tanî Hewlêr. Hevalên me îdî li Hewlêr jî çap dikirin û belav dikirin, karê me herdû aliyan bû yek. Bi sirrî diçû nav ‘Iraqê jî. Zêdetir li derveyê welat belav dibû. Îmkanên me jî kêm bûn. Me nikaribû em gelekan bînin. Bi purranî sed, du sed ‘eded me tanî. Welatên Îslamî bes navên wan Îslam e, di nav wan de Îslam tuneye. Muxaberata ‘Iraqî zeftkiribûn û pirsîn li ser vekiribûn. Belgeyek hebû, ji teref dewleta ‘Iraqê ve li ser hatibû hazirkirin, di wir de digot “evana kîne? Eger were gotin îxwan in ne îxwanin jî.” Wiha digot. Ji ber ku me behsa curmên Seddam û kîmyabaranê wî dikir qedexe bû. Û Seddam dijî Îslamê bû. Seddam dujminê mezin ê Îslamê bû. Min pasaporta xwe şand ji bo ku nû bikim. Ji min re gotin em pasaportê nadin te, tu li Keneda li dijî me kovar derdixî.
Bangaheq: Her carê çend ‘eded çap dibûn?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Hezar ‘eded. Diçû wek Misir, Lubnan jî bes ne me dibir, xelkê dibir. ‘Unwanê me bes li Cezayir li Tûnus hebû. Tu zanî, karê ku ji bo Xweda be, bi ‘Erebî dibêjin “ma kane lîllahî yenmû” yanî karê ku ji bo Xweda be pêş ve diçe. Xweda asan dike, ku dibêje “mîn heysû la te’lem (bi şeklekî ku hûn nizanin)”. Em telebe bûn û me bi perê xwe hem çap dikir hem belav dikir û ti hîzbek jî ne bi me re bû. Paş sal û nîvekê rojekê hevalekî got; gelo hûn agadar in li Waşinton? Me’heda (enstîtu) Fikrî ya ‘Alemî ya Îslamî li wir heye û berpirsê wê Kurd e, Berzencî ye. Me got na welleh em nizanin. Rabû telefona me da Diktor ê berpirsê me’hedê. Diktor rojekê telefonî min kir, navê wî Cemal Berzencî bû. Got “Dr. ‘Usman, kovareke we heye, dighîje me jî, kêfa me jê re tê. Em dixwazin te bibînin.” Min jî got eger zemanê me çêbû em hez dikin werin te bibînin. Got, werin werin. Min got; tu dizanî em telebe ne, falan. Derhal fam kir, got; de werin, bilêtên we yên teyarê li ser min. Em çûn balê me dît ku yek bi yek hejmarên kovara me li balê bûn. Got; hûn kovarê derxin pere ji kîsî me. Multîmilyoner bû. Li hemû Emrîka û sed û sîw sê welatan ‘elaqatên wan a xurt hebûn. Dr. Ahmet Tutuncu ji Tirkiyê, Cabir ‘Elwanî û gelekên meşhûr bi wan re bûn. Çarde sal ewan pere dan. Bes me derdixist wan jî hem pere didan hem jî bela dikirin. Xuda ew kar asan kir bi ew Me’heda (enstîtuya) Fikrê Îslamî ya ‘Alemî. Di serî de ez di bin tesîra ‘Elî Şerî’etî, Mutehherî bûm û wanê ku li Îran pêşkêşê şoreşa Îslamî bûn. Di nivîsan de min vî rengî bela jî dikir.
Bangaheq: Welatên ku kovar lê belav dibû tesîra wê lê çêbû gelo? Yanî kovar gihaşt hedefa xwe? Yan jî we çi netîce wergirt?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Rewşenbîrê Kurd, beriya kovara Alay Îslam, kesên Îslamî bi mela dizanîbûn. Yanî zendikirin ku bu’dên Muslumanan, fikrên wan ên Kurdayetî nîne. Bes Alay Îslam bi meqaleyên xwe û lêkolînên xwe da nîşandan ku ê wek Şêx Se’îdê Pîranî û gelekên din rêberên hereketên siyasî ne. Tarîxê yek bi yek nîşan da. Îdî li Keneda û Emerîka ‘unwanên malên Kurdan li ba me hebû, me kovar bi postê şand wan deran. Dema xwendin, gotin ev kovar gelek xeter e, dîsa bi postê ji me re î’ade kirin. Ev delîl e ku tesîra kovarê gelek bû, çewa kekê ‘Ebdullah Şerîf (berpirsekî kovarê) jî dizane. Di 1993-94an de Celal Talebanî diçe Emrîka li wîlayeteke ku Kurd tê de hene. Ji wan re dibêje çi neşriyatên Kurd li cem we hene? Ew jî kovara Alay Îslam nîşan didin. Dibêje: “Ev çi ye? Ez diçim kêderê her Alay Îslam derdikeve pêşya min. Hûn çend kes in?” Dibêjin em 76 kes in. Dibêje, ê çima tişkî we tune ye? Ji bo çi hûn her Alay Îslam dixwînin?” Yanî bi vî hawayî tesîra wê hebû di nav kesên Kurd de. Carekê jî ez li Îranê çûm merkeza PDKê ku ez bi wan re roportaj bikim. Sal 1988 bû. Min xwest ez bi sekreterê PDKê ‘Elî ‘Ebdullah re roportaj bikim. Ji min re gotin, ‘Elî ‘Ebdullah ne li vir e. Kesek li wir bû navê wî Felakettîn Kakaî bû. Ji min re got, kovara te çi ye? Min got Alay Îslam e. Min dî got “Ferenso, Ferenso were were hevalên ji Alay Îslam hatine”. Ferenso Herîrî li wir bû. Got “em jimar bi jimar kovara we dixwînin. Gelek baş e, hissiyateke Kurdayetî tê de ye.” Îdî evana delîl in ku kuçeyên Kurdî, ‘Erebên Şî’î dixwendin. Biraderên Îxwan gûman jê dikirin. Sebeb jî ku em di tesîra şoreşa Îslami ya Îranê de bûn. Hem jî me li hember Seddam dinivîsand. Ew dem jî Îxwanê Muslimîn ê ‘Iraqî Seddam wek qaidê dijî fikra Şî’î didîtin. Ji ber wê li hember kovara me ne rihet bûn.
Bangaheq: Felakettîn Kakaî ez dibêjim ne Musluman bû. Çewa kovara Alay Îslam dixwend?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Ne Musluman bû, komunîst bû. Di fikra marksîst de bû. Bes kêfa xwe anî. Min bi Felakettîn Kakaî re roportaj jî kir. Bes dema ez zivirîm Keneda, çentê min a ku roportaj tê de bû winda bû. Min li Turkiyê di teksiyê de ji bîr kir û çû.
Bangaheq: Di serê hejmarekê de roportajek li gel Celal Talebanî hatiye kirin heye. Ev jî dide nîşandan ku kesên sekuler jî dixwendin.
Dr. ‘Usman ‘Elî: Belê, dixwendin û nivîs jî dişandin. Em Musluman bi xwe emîn in, natirsin. Me digot, kerem kin, tiştekî we hebe binvîsin. Bi fedla Rebbul’alemîn da’wa Îslamê tê meşandin. Ne ez, ez diçim, kesekî din tê şûna min.
Bangaheq: Gelo çima kovar dewam nekir?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Sala 2001ê muherrirê me yê paşî biraderekî me li London bû. Ew birader muşkîleyên wî yên şexsî hebûn, kulfeta wî nexweşê kansêrê bû, wefat kir. Digel vêya ez li Keneda bûm, ew birader jî li Birîtanya bû. Me nikaribû îdare bike. Her kes ket bin karê xwe û dev ji kovarê berdan. Îmkanên me jî neman îdî. Ê min jî temenê min pêş ve çûye, pêwîstiya me bi gêncan heye. Eger kesên bi vî rengî derkevên pêş emê jî dîsa wek berê dest bi xebatê bikin.
Bangaheq: Derbarê çapa Kurdî de dema em kovara Alay Îslam muqayese bikin bi çapên îro re hûn karin çi bêjin?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Bi ‘eqliyeta wê demê ku hatiye nivîsandin teqsîrat tê de hebûn. Em naxwazin rexneya herekeyên Îslamî bikin. Bes ew rexneyên ku me derbarên wan de nivîsandiye dema merev îro temaşe dike neheq nayê dîtîn. Ev yek. Ew meqaleyên dîrokî ku me di kovarê de nivîsand gelek girîng in. Anha jî ez li zankoyan mamoste me, temaşe dikim ku gelek telebeyên doktora tezên xwe ji wir werdigrin. Û tesîra wê heta dereceyekê hebû li ser fikra herekeyên Kurdî li Kurdistanê. Di vir de hîç gûman nîne. Li vir diktorekî dîroka Kurdî hebû, wefat kiriye, navê wî Kemal Mezher bû. Viya li Rûsya xwendibû, mamosteyê wî jî Ermenî bû. Derbarê Kurd û Ermenan da dibêje “Me Kurdan Ermenan kuştiye. Me wiha bi Ermeniyan kir û me wiha wiha kir.” Re’ya vî nivîskarî di nav civakên Kurdî de qebûl bû. Paş kovara Alay Îslam gelek kes bi heqîqetê hisiyan. Dibêjin ev ne rast e. Me Ermeniya nekuştiye, Ermeniyan sed qat zêdetir em kuştine. Di riya kovara Alay Îslam de em yekem bûn ku van pirsiyaran werin xwendin.
Tu muşkîleya me li gel Tirkan nîne. Em birayên Tirkan in, Tirk birayên me ne. Em birayên ‘Ereban in, ‘Ereb birayên me ne. ‘Ereb nebûna emê li ser dînê agirperestiyê bûna. Tirkan 500 sal xizmeta Îslamê kirine. Bes lazim e ew jî îqrar bikin ku me xizmet ji Îslamê re kiriye. Yanî em ne birayê wan ê biçûk in. Lazim e bi vî ‘eqliyetî mu’amele bi me re bikin. Ew ğeletiya Îxwan heye ku zen dikirin ku em qewmî bûn. Hetta Îxwanên ‘Iraqê jî. Yek heye li Siwêdê xelkê Hewlêrê ye. Navê wî Muhsin Cabir e. Mamosteyê yekem e di edebiyata Îslamê de. Ez çûm balê. Min got: “Mamsote, tu mezinê me yî. Em vê kovarê derdixin alîkariya me bike.” Got “kovar behsa çi dike?” Min got behsa mezlûmiyeta Kurdan dike. Ji min re got: “Ooo! Ev xeter e. Hûnê Kurd û ‘Ereban ji hev biqetînin, de’wa Îslamê li ‘Iraqê wê bibe du beş. Hûnê gunehkar bibin.” Navê Kurd û Kurdistanê tehemmul nedikir. Anha jî ew kes şev û roj dibêje “Barzanî” û “Barzanî” û “Barzanî qaidê Kurd e” û “Cumhûriyeta Kurdistanê” û “Kurd” û her “Kurd”. Dem tê Hewlêr, dibêje “ektub lekum min cumhûriyetî Kurdistan.” (Ez ji cumhûriyeta Kurdistanê ji we re dinivîsim). Ji ‘Ebdullah Ocalan qewmîtir e. Yanî ji Muslumanan hem Turk hem jî ‘Ereb dijî kovara Alay Îslam bûn. Digotin hûn gelek behsa Kurdan dikin. Ê heyra em çi bikin! Kurd mezlûm in, xelkê wan tên qirkirin. Îja ê me ‘elaqeyên me li gel Hereka Îslamî jî başbûn. Şêx ‘Usman ‘Ebdul’ezîz, ‘Elî Bapîr, Mamosta Kirêkar, me li gel wan teva roportaj dikirin. Me piştgiriya hereketa cîhadî ya Îslamî dikir. Çimkî milletê Kurd dihat qirkirin. Milletê te were qirkirin tu jî li mizgeftê bi zikir meşğûl bibî nabe. Îslam ji me re dibêje, heqê me heye li axa xwe, li şerefa xwe dîfa’ bikin. Lazim e bê helwest nebî. Ger bê helwest bî wê wiha bibe, hakimiyet wê ji wan re be. Çimkî ew li sehayê bûn me jî kar nekir, em jî bê ‘elaqeb ûn ji rojevê. Îxwan li Kurdistanê di got:
“Gelo edebiyat bi Kurdî ne heram e?”
Kuro çima heram e! Ev zimanê Rebbul’alemîn e!
Aha wiha bûn. Loma îro Partû û Yekîtî hakim in li ser me. Çimkî kesên Îslamî karê xwe nekirin. Îja ê me Alay Îslam me gelek behsa van tiştan kir. Îxwan û hinek ‘aliman jî rexne li me dikirin digotin “Îslamîyên Kurdistan piştgiriya cîhadê nakin.” Bes hal ew e ku me piştgiri ya wan dikir.
Bangaheq: Yekîtiya Telebe û Xortên Musluman ên Kurdistan di wê serdemê de çi fe’aliyetên din dikir?
Dr. ‘Usman ‘Elî: Bira cewaba vê pirsê hevalê min ‘Ebdullah Şerîf bide. Çimkî wê çağê ew jî xortek bû û di nav karê me de li pêş bû.
‘Ebdullah Şerîf: Ji bo ku we firseta xeberdanê da me ez gelek sipasiya we dikim. Lazim e ez piçkî bizivirim rojên derbasbûyî. Serdema ku hejmara yekem a Alay Îslam li bajarê Toronto derket Dr. ‘Usman ‘Elî û çend hevalên xwe bi navê Yekîtiya Telebe û Xortên Musluman ên Kurdistan hatibûn cem hev. Bi wî navî jî vê kovarê derdixistin. Paş bihara sala 91ê, paş raperînê me jî komelek ava kir bi navê Yekîtiya Îslamî yê Qutabîyan û Lawan ê Kurdistan. Gelek kesên rewşenbîr û telebe û xwedanê dîplomeyên bilind û nivîskar hatin cem hev. Dema ku Alay Îslam dihat digihaşt destê me, me jî ew li Herêma Kurdistanê belav dikir. Paş ku Dr. ‘Usman û hevalên xwe ji derve yê welat hatin Herêmê -çimkî wan li derve temsîltiya vê yekîtiyê dikirin- em û wan gihaştin hev û me biryar da ku di bin yek navî de kar bikin. Îdî di bin wî navî de ew komel hem li derveyê welat hem li nava welat temsîliyetê dikir. Piştî wê me biryar da ku em li welat Alay Îslam bi zimanê Kurdî derxin, li derve jî bi ‘Erebî her berdewam be. Me du hejmar derxistin. Bes xelkê, wê demê ji kovarê zidetir rojnama dixwendin. Me jî got madem Alay Îslam li derve dertê emê jî li nav welat rojnameyekê derxin. Me bi navê “Rabûn” rojnameyek derxist. Rabûn bi me’na hişyarî. Rabûn zimanhalê komela “peywendîyê xwendekar û lawanên Musluman ên Kurdistan” bû li nav welat. Alay Îslam jî zimanhalê komela me bû li derveyê welat. Rabûn bi zimanê ‘Erebî û Kurdî derdiket. Ew jî mehane bû. Me nêzîkî 45 hejmar derxist. Mijara dîrok, fikrî, siyasî, şer’î, tehlîlatên aborî jî tê de hebûn. Deng û sedayê wî jî hebû. Me dişand gelek bajar û qezayên Kurdistanê. Di wê demê de rolek û peywendiyeke me ya baş hebû li ser zanîngehên Kurdistanê. Bi şahidîya gelek aliyan, hetta bi aliyên ‘elmanî re jî ku di seha siyasî de tesîreke me ya bi quwet hebû li Herêma Kurdistanê. Di bajaran de malbend, di qezyan de jî komeleyên me hebûn. Ji Zaxo heta Kelar û Kifrî çûn û hatinên me û biraderên me hebûn û ronakbîr û jîr û têgihîştî bûn jî. Gelek ji wan hê jî hene. Bizîşk in, endazyar in, parêzer in, mamosteyên zanîngehan in, nivîser in, şa’ir in. Wek mektebeke ku li ser fikra “mezlûmiyeta Kurdan bes bi Îslamê çarser dibe” hatibû damezirandin. Me digot kesên ‘elmanî di çerçoveyeke gelek teng de li meselê dinêrin, bes kesên Îslamî di çerçovea medeniyetê de lê dinêrin.
Dr. ‘Usman ‘Elî: Îdî ez jî dixwazim ji we pirsekê bikim. Pêvajoya ku li Turkiyê hatiye destpêkirin, taybet di nav Kurdan de heyecanek peyda kir. Ev pêvajo ji bo çi, çewa dest pê kir û ber bi kûr ve diçe? Hûn çewa dibinîn?
Nasûh Basretî Botî: Piştî ku mesela Ğezzeyê berfireh bû hate Sûrî, nîşan dide ku projeya Emrîka li ser Rojhilata Navîn heye ku welatan teqsîm bike bi navê BOP, ev proje berdewam e. Erdoğan û Turkiye temaşe kirin ku ev proje berdewam e û wê li Turkiye jî tesîr bike. Metirsiyek li ser Turkiye çêkir. Li ser vê, ‘eqlê dewleta Turkiye xwest ku mesela Kurdî li gorî berjewendiyên xwe çareser bike. Yanî wek hawê gotin gorankariyên ku pêşiya wan nayên girtin madem wê çêbibin bira di bin kontorla me de û bi menfî’eta me çêbibin. Bi vê nêrînê Erdoğan û dewleta Turkiye gotin em dixwazin mesela Kurd biqedînin. Berfirehbûna rejima suheywînî jî bû sebeb ku Turkiye gaveke bi vî rengî bavêje. Bi qeder ku ji wan tê fêmkirin, dixwazin di destûrê de gorrankariyekê bikin. Ew gorrankarî ne bi dilê wan be jî qismen çareser bikin. Em bêjin wek pênaseya hemwelatiyê. Mesela Kurdî jî her ji wir derketiye. Dixwazin wê pênaseyê piçekî bi’edilînin, welew ne bi dilê me Kurdan be jî. Mesela di bedêla ku dibêje “herkes Turk e”, wê bêjin “herkes Turkiyeyî ye.” Niyeteke wan heye ku perwerdehiya bi zimanê eslî qismen pêşiya wê vebe. Nêzîk nabin ku zimanê Kurdî bibe resmî. Bi niyetê ji PKKê re gotin emê van gorrankariya bikin hûn jî çekan deynin, werin wek partiyeke yasal û siyasetê bikin. ‘Ebdullah Ocalan û DEM partî jî ji vê yekê re amade ne. Dixwazin ji tesîra Ocalan li ser Qendîl îstîfade bikin. Qendîl jî di destê çend dewletan de ye.
‘Ebdullah Şerîf: Tesîra Ocalan li ser Qendîl gelek ze’îf e. Qendîl jî ne bidestê xwe ye. ‘Usman Baydemir ku niha li Almanya ye, min dît di roportajekê de digot qerar ne di destê Qendîl de ye. 12 muxabertatên ‘alemî di nav rêveberiya PKKê de ne. Ji ber vê ew ji ber xwe ve nikarin qerara her tiştî bidin. Ev î’tîrafa wî ye berî şeş meha gotibû.
Nasûh Basretî Botî: Ji alîyekî din ve jî ev mesele piçekî weke daxwaziya Emrîka ye. Her wekî Emrîka ji Erdoğan re dibêje “eger tu vê meselê helnekî wê ji bin kontrola te derkeve. Vaye em xerîta Rojhilata Navîn diguherrînin, eger tu vê meselê çareser nekî dibe ku tu zirar bikî.” Di vir de Turkiye û Erdoğan piçekî bi hev re danûsitendin dikin. Emrîka jî ji bo ev prose pêş ve here piştgiriyê dike. Ji Turkiyê re dibêje “eger tu çareser nekî wê li Sûriye Îran bibe hakim, ev jî ji bo te xeter e.” Yanî mirinê şanî Erdoğan dan û bi nexweşînê ew razî kirin. Li gor pêvajoya Astana HTŞ û grûpên çekdarên din wê dibin kontrola Turkiyê de bin. Turkiye jî wan perwerde dikir û li ser wan kar dikir. Ev bû sebeb ku menfe’eta Emrîka, Turkiye û rejima suheywînî li ser Sûrî bighîje hev. Dema wiha çêbû rabûn pêşiya wan hêzan vekirin û alîkariya wan jî kirin, hetta ku çûn di Şamê de derketin. Beriya ku ev hêz biçin Şamê; Emrîka, Turkiye û rejima suheywîni razî bûn ku Sûriye bibe sê parçe. Li ser vê tifaq kiribûn. Bes piştî HTŞ û grûbên pê re dest bi hereketê kirin û Esed jî Sûriye terk kir vana jî yekser çûne Şamê. Yanî pêvajo di rê de hat guhertin.
Ev proje bi vî şeklî li gor daxwaziya Turkiye diçe. Turkiye ji alî sîleh û şer ve PKK hinekî ze’îf kiriye. Ji alî din ve Ocalan dixwaze bi Turkiyê re li hev were da ku meselê hel bike. Turkiye dixwaze bi tesîra Ocalan ku li ser Rojava heye bi kar bîne, wan jî razî bike ku hêzên wan bi Şamê re li hev werin û têkevin nav artêşa Şamê û ew bixwe jî têkevin nav siyasetê. Yanî Turkiye kir ku ji Kurdan re sîstemeke wek federal pêk neyê, Kurdan di nav hukûmeta merkezî a Sûrî de razî bike. Tiştê ku xuya dike Kurd jî ne muxalifê viya ne. Peyamên ku Mezlûm ‘Ebdî û Salih Muslim didin xuyaye ku ew jî razî ne. Bes di nav wan de desthilat wê çewa şekil bistîne ew hê zelal nebûye. Turkiye dixwaze hêza Colanî zêde bibe da ku li hember Kurdan bi quwet be. Ji ber vê, Turkiye anha alîkariyê dide Colanî. Turkiye van her du karan bi hev re dike. Yanî hem di nav Turkiyê de vê meselê piçekî aram bike hem jî di Sûriye de xetera ku îsraîl Kurdan têxe bin kontrola xwe ji holê rake.
Şeş meh zêde ye ku dewlet û Ocalan bi hev re danûsitendin dikin. Ocalan jî çend car e ku bi qendîl re bi telefonê xeber dide. Çend caran şandên PYD ji Sûriye hatine Turkiyê û çûne. Şandên Turkiye û Qendîl berdewam diçin û tên. Îrtîbatên Turkiye di gel diaspora Awrûpa danûsitendin dike.
Bangaheq: Mala we teva ava, ji ber ku we ji me re weqit veqetand, Rebbê ‘alemê ji we razî be, em ji we re gelek teşekkur dikin.