Çend roj berê çûbû çolê, li nav daristanê gerîyabû. Dareke berûyê ya ku berûyên wê pir gir û tamxweş bûn dîtibû. Ji darê têra kêf û dilê xwe berû jê kiribûn. Du şağên rast û zirav jî bi xwe re anîbûn malê. Şağên xwe çepûrast li hev girê dabûn. Her yek bihostek dirêj hebû. Her çar serê wan tûj kiribû û her yek berûyek xistibû wan.
Hazir bû darika wî. Hazir bû lewra ew jî hazir bû. Rojek berê baran barîya bû, ew roj jî în bû. Ewê limêja xwe ya înê bikirana û ewê alav û hazirîya xwe bidana ser pişta keran û berê xwe bidana nav rez. Li cem wan çûna ser rezan, ji meha navîn ya payîzê sê hefte derbas biba, piştî nimêja înê berê didan ser rez û mahsereyê. Darika xwe jî ji bo pelûlê hazir kiribû. Dema ji bo bastêqê pelûl çê bikirana, ewê di pelûlan dakira. Piştî sê çar caran, darika wî qalind dibû û dihiltanî zivistanê.
GUR Û ÇEQEL Û ROVÎ
Gur û çeqel û rovî
Hebûn nav dar û devî
Rojekê gur û çeqel
Gîhan hev her du zeğel
Bûn heval û li rê çûn
Rastî serîk penêr bûn
Wî jî xwar û wî jî xwar
Dûre bûne çavnebar
Gurî got penêr a min
Çeqel got na para min
Yekî ji yê din re got
Her du rabûn bûne cot
Go em herin cem rovî
Zanayê wehş û kovî
Wê me li hev dû bîne
Meselê biedilîne
Ew rabûn çûn cem rovî
Li wê beyar û şûvî
Doza xwe jê re gotin
Dil û gurçik disotin
Rêvî got zû bi bazî
Ji mir bînin terazî
Terazî dar û benne
Rovî bi dek û fenne
Rêvî penêr kir du şeq
Her yek xiste yek tebeq
Danîn ser terazîyê
Çênekir wekhevîyê
Hêlek sivik yek giran
Gur û çeqel lê şaş man
Rovî got ezê niha
Wekhev bikim wan wiha
Lepek xwar ji ya giran
Siviktir bû j-a dudan
Geh ev xwar û geh ew xwar
Heta maye ben û dar
Go j-ber fennê rêvîya
Çeqel nemane l-çîya
Ezîzên malan! Ez dibêjim kêfa we ji vê fabilê re pir hat. Ji xwe hûn zanin, meseleyên rêvîyan pir û pir in. Çîrok û meselokên li ser wan, hinek bi kenin, hinek bi ders û şîret in. Pêşîya gotîye: Rovî têr e, tirî tirş e. Carina jî dibêjin: Devê rovî nedigîhaşt hersim, digot çiqas tirş e. Yanî tiştê ne lazim be û ne bi dilê meriv be, meriv naxwaze. De ka em me’na van gotinên din jî biellimin. Pêşî dibêjin: Gurê pîr dibe, dibe qeşmerê rovîyan. Hirç û govend, rovî û seyran. Şahidê rovî, terîya rovî ye. Me’na wan ji mezinan bipirsin.
Delalno! Niha em ji Mesnewîya Şerîf vê hîkayetê bixwînin.
Yê Dikeve De’fika Nefsê
Li daristaneke pir mezin şêrekî har dijîya. Hemî heywan jê ditirsîyan. Heywanan ji xwe re got: Ka em çareyekê ji vî halî xwe re bibînin. Fikirîn û weha qerar dan. Ji nav xwe grûbek eyar kirin û şandin cem şêr. Jê re weha gotin: “Ey qralê daristanan! Tu her roj ji me yekî digire û dikujî û dixwî. Tu îtîraza me ji vêya re tune ye. Lê çima tu evqas zehmet dikî? Tu li ser meqamê xwe rûne, emê her roj heywanekî ji te re bişînin. Tu jî dê bi rihetî bixwe. Bi vî awayî emê jî heyata xwe bi hizûr derbas bikin.”
Gotinên grûba heywanan, kêfa şêr pir anî. Qebûl kir teklîfa wan. Êdî her sibeh heywanek ji şêr re dişandin heta dor hate ser kêrgo. Heywanan ji kêrgo re got: “Ê em çi bikin? Qismet weha ye. Ji bo rihetîya me teva, divê yek ji me bimire. De heydê bi derengî nexe, têkeve rê da ku şêr neqehire.” Heywanan çi got jî, kêrgo xwe li xemsarîyê danî. Heywanan bi dehf û teqla, bi hêvî û rica, bi berger û lavan kêrgo xistin rê.
Kêrgo bêheyecan, bi kêfa xwe derket hafa şêr, hinekî dereng hat. Şêr ji birçînan agir ji devê difûrîya, zêde qehirî û got: “Tu li ku derê mayî? Tu çima dereng hatî?”
Kêrgo, bi derewîn xwêdana xwe paqij kir, stûyê xwe xwar kir û got: “Mezinê me! Di hurmetê de tu qisûra min tune ye. Ez ji danê sibehê de derketime rê, lê di rê de şêrekî din rêya min birî. Hew Xwedê dizane ji bo ez jê xelas bibim min çi zehmetî dît.”
Îjar qehra şêr, da serî û got: “Ev qurre kî ye? Di vê daristanê de ferman fermana min e. Ev kî ye, de ka zû bêje!”
Kêfa kêrgo pir hat ji vê rewşê re. Tim pesnê şêrê din dikir. Methê şêrê din, ev şêr ji ğurûr dikir. Şêr êdî xwe negirt û got: “De haydê bide pêşîya min, min bibe cew wî.”
Ketin rê. Kêrgo, şêr anî ser bîreke tijî av. Ji şêr re got: “Qralê min! Ew şêr a vaye di bîrê de ye. Lê binêre bê çawa pal daye.”
Şêr bi qehr û hîddet li bîrê nêrî û sîya xwe di avê de dît. Kir ğirîn û nirîn. Şêrê di avê de jî weka wî kir nirîn. Kêrgo firset dît û got: “Tu dibînî qralê min! Çawa meydanê dixwîne!”
Şêr êdî ji qehran hiş ji serî çû, çav lê sor bûn û ji xwe re weha got: “Li dîyarekî du sultan nabin. Divê ez wî perçe perçe bikim.” Û hema xwe avêt bîrê.
Kêrgo jî bi kêf û şen û lîstin di mêrga şipeşîn re vegerîya cem heywanan û mizgîn da wan.
Berxikên bihara dê û bavên xwe! Ez dibêjim kêfa we ji vê hîkayeyê re jî hat. Lê ders û îbret û şîretan jê derxin. Divê meriv ji bo nefsê nekeve hefsê.
Ronîya çavên mezinan! Madem behs û mijar û mewsîma me payîz e, wê çaxê ez ji we re lîstikeke berê ya payîzê bikim. Nebêjin a berê ye, hûn dikarin niha jî bi biskilêtên xwe bigerin û bi qêrîn bêjin.
Xudo Rebbê baran bê, gawir bimire Îslam bê!
Evîya navê lîstika me bû. Di navîna payîzê de dema ser rezan, wexta ba radibû û ewrê baranê çê dibûn, zarokên mehelê li hev kom dibûn, bi bazdan di kuçeyan de digerîyan. Te digot qey îda zarokan e. Ewqas bi cezb û coş dibezîyan, mehel derdiket temaşaya wan. Biçana ber kîjan malê, tevan bi hev re ji malê re digotin “Xudo Rebbî baran bê, gawir bimire, Îslam bê!” Kevanîya malê jî, tiştek dida wan, ev xelata xwestin û duaya wan bû. Ger xwedîyê malê tiştek nedaba wan jî, ne mesele bû, dîsa bi eynî gotin û bazdan, gera xwe dewam dikirin. Ev payîzxêr lazim bû ji bo çandinî û erdan. Ji lew ji Xwedê baran dixwestin. Lê ez nizanim ev gotin ji devê kê hatibû bihîstin. Mesele herhal ne baran tenê bû. Milletê, mirina kufrê û hatina Îslamîyetê jî dixwest. Kî bûne wesîleya vê gotin û lîstinê Xweda ji wan razî be. Lîstineke pir xweş bû. De ka em dîsa bêjin û helbestê jî bixwînin: Xudo Rebbî baran bê, gawir bimire, Îslam bê.
Xudo Rebbî baran bê
Gawir bimre Îslam bê
Xudo rebbî baranê
Rehm û lutf û îmanê
Bi zafera Qur’anê
Bibarîne ser cîhan
Xweda ehlê îmanê
Yek ummeta Îslamê
Ğalib bike bi şanê
Li ser zalim û şeytan
Xudo Rebbî, kafiran
Mustekbîr û gawiran
Bicehmîne b-agiran
Tev zalim û zordestan
Filîstînê azad ke
Yek Ummetê pê şad ke
Quds û Ğezze abad ke
Bi zafer û berxwedan
Mêjîyê sîyon birjîne
Sîyonîzmê bimrîne
Îsraîlê b-cehmîne
Ji ser zemîna cîhan
Xudo Rebbî baran bê
Gawir bimire Îslam bê