Bavpîrê wan Muhemmed Erebî ji ber sedemeke nediyar di sala 1638an de di serdema Siltan Muradê çarem de ji Kurdîstana Iraqê ji navçeya Amedîyê koç kiriye hatiye li qezeya Kerboranê bicîh bûye. Muhemmedê Erebî li Kerboranê çûye cem axayê Eşîra Basikan Yekane Beg. Piştî demek derbas bû Muhemmedê Erebî bûye navmalîyê Yekane û demek dirêj xizmet û karê wî kiriye. Paşê Yekane qîza xwe ya bi navê Gulê li wî mahr kiriye. Ji vê zewacê bi navê Xelîl, Qasim, Xidir, Guhreş, Şerîf, Cafer, û Miço şeş kurê wî û bi navê Gulê jî keçek wî hatiye dinyayê.
Piştî zarokên wî mezin bûn Muhemmedê Erebî ji ber sedemek nediyar ji gund bar kir çû li gundekî nêzî Kerboran bi navê Erbayê bicîh bû. Li gor tê gotin mîrê Erba hebû û mirovekî pir zalim bû. Mîr qizîkên gund yê bedew û çelengî bi zorê ji malbatê wan disitandin, kêfa xwe li wan diqewitand û paşê dişand ser malê bavê wan. Ne li gundê Erbayê û ne jî li mentîqê kesekî cesaret nedikir li ber mîr rabe.
Rojekê dora keça Muhemmedê Erebî hat, Mîr qasidek şand cem Muhemmedê Erebî. Qasid pêşnîyaza mîr pêşkêşî Muhemmedê Erebî kir û go “Lazim e sibehê tu keça xwe Gulê bixemilînî û ji mîr re bîşînî.” Teklîfa mîr bi Muhemmedê Erebî pir giran hat, di cîh de rûnişt, ponijî, nizanîbû dê çi bike. Kurê wî Micwel bi rewşa bavê xwe serwext bû, fêm kir pirsgirêk heye. Bavê wî zarokê xwe tev kom kirin pêşnîyaza mîr ji wan re got, bi wan şêwirî ku ka em çibikin?
Micwel biçûkê birayan bû, rîh û simbêlê wî hê nehatibû, ji bavê xwe re wiha got: “Bavo heger tu destûra min bide sibehê ezê xencera xwe tûj bikim têxim ber xwe, xêlîya bûkanîyê bi serê xwe dakim wekî bûkê ji bedêla xuşka xwe ezê herim qesra mîr. Êvarê ezê mîr bûkujim û vegerim. Ma pêşîyên me nabêjin “Namûs avêtine ser kûçikan, kûçikan jî qebûl nekiriye.” (Di kevneşopîyên Kurdan ên berê de bûk xêlî dikirin, yanî pêşmalek bi ser serê wê de dadikirin wechê wê dinuxumandin, ji bilî zavê kesekî nikarîbû xêlîya ser wechê bûkê hilaniya. Êvarê wexta zave diçû odaya xwe xêlîya bûkanîyê ji ser wechê bûkê dida alî û dizewicî, ev adet heta 20-30 sal berê jî di nav gelê Kurd de didomîya.)
Roja din Micwel projeya xwe pêk anî, xêlîya bûkanîyê bi serê xwe dakir, xencera xwe xist ber xwe û xulamê mîr hatin bi nama xuşka wî Gulê wî li ser pişta hespê siwar kirin û birin qesra mîr. Êvarê saeta zîfafê hat, mîr bi kêf çû odeya xwe, derîyê odê vekir cil û bergê xwe danî, gava berê xwe da bûkê, Micwel bi dizî xencera xwe kişand ji nişka ve xêlîya ser xwe avêt û darbeyeke dujwar li ser dilê wî da, ew li erdê kir term. Paşê bi lez û bez ji qesrê daket xwarê, birayên wî li xwarê ku paşmêrîya wî dikirin jê pirsîn gotin “Keko te çawa kir?” Micwel ji wan re got: “Min ew hellicand” yanî min ew kuşt.
Nevîyê Micwel ev mêrxasî û egîdîya wî nesil bi nesil pesinandin heta gihaşt roja me. Ji nevîyê wî yê niha mamosteyekî bi navê Mela Qasimê Kerboranî ku li Kerboranê dijî helbestek li ser mêranîya kalê xwe Micwel nivîsandiye. Helbesta Mela Qasimê Kerboranî ya ku tê de qala mêranîya kalê xwe Micwel dike ev e:
Mîrê Erbayê Miço
Mîrek hebû li torê
Hukum dikir bi zorê
Ji gundan li ‘Erbayê
Dirûnişt li serayê
Karê wî zulm û zorî
Nehsîyû ça’vesorî
Kuştin û xirabî bûn
Bênamûsî qehpî bûn
Jin û keç tev bi zorê
Wîna kirbûne dorê
Her şev ji gundekî yek
Dixwestin keç û pîrek
Pêşî dorika danî
Ev dora pîs û janî
Bi salan ev roja reş
Domand wî mîrê qeleş
Kesî ji vê zulmê ra
Nego bes wekî mêra
Hetanî ku dor geha
Keçikeka nûgeha
Bavê keçkê Muhemmed
Şatira kir bû beheg
Muhemmed ji basiqil
Zewicî bû ew bi dil
Xelkê digotine Ereb
Wek neslê yan wek leqeb
Gava ku hatin keçê
Wî dît ev karê neçê
Wek tu xencer di dil dê
Lê nikarî dest hildê
Paşî gote wan bila
Dil ma di nava kula
Jibo vê zulma mîrî
Bi şeş kurê xwe şêwirî
Hemû mane heyirî
Heta Miço da derî
Biçûkê heft bira bû
Li ber zilmê ew rabû
Ku fêm kir hal û hewal
Go ev keç naçe ji mal
Wextê hat bû êvar
Mico kar bû, bû xwînsar
Cilka xwe hê li xwe kir
Xencer di bin çeng de kir
Xwe xemiland kurê jîr
Berê xwe da mala mîr
Birne qesrê li banî
Gotine mîr va me anî
Mîr rabû ji civatê
Malik biçe mîratê
Berê xwe da oda jor
Seyyê wî li hawîrdor
Çû odê dît ku keçik
Bi çarşef e bi çarik
Dêwisê wek berazî
Xwe gêr kir rût û tazî
Hêdîka Mico çû cem
Bi qehreke kelegerm
Dest avête xencerê
Go cahşê kurê kerê
Xencer li binê zik da
Yek avêt li qirik da
Kewitî wekî seya
Xilas bû namûs heya
Mico derket ser banî
Dawî li dorê anî
Hey hê min dor betal kir
Min wek Rustemê Zal kir
Ê qebûl nekê bila
Ku mêr e werê hela
Boy Mico dan bersipas
Torî ji zilmê xilas
Lê qey aqil negirtibûn
Wek mîr boy xwe ew girtibûn
Vê carê Erebîyan
Bûn axayê torîyan
Aqil heye ma bi me ra
Qaşo de neqahera
Ji neyvê Mico hinek
Ji mîr xirabtir gelek
Hîn mîr û axa rabûn
Her tişt bihê gura bûn.