Parêzger (walîy)ê Xorosanê ‘Ebdûllah Bin Tahir mezinek pir ‘adil bû. Leşkerên wî çend diz girtibûn û xeber dabûn parêzger. Wexta wan diza tînin, yek ji wan direve. Di wê kêlîkî de heddadekî Hiratî çûbû Nîşabûrê. Leşker heddad di rîya mal da digrin û bi dizara derdixin hafa parêzger. Parêzger got: “Teva bavên girtîxanê.” Wexta ew avêtin girtîxanê, heddad rabû ji xwe ra destmêj girt, nimêj kir û destê xwe vekir û got: “Ey Rebbê me! Tu bitenê dizanî ku ez bêguneh im. Tu Bitenê karî min ji vê girtîxanê xelas bikî.”
Li ser vê dua’ya heddad, parêzger xewnek dît. Di xewnê de çar mirovên wek betlan dikira textê wî biqulpandana. Parêzger ji xew hişyar bû. Çewa ku ji xewê hişyar bû, rabû destmêj girt, du rek’et nimêj kir û dîsa raza. Dîsa di xewna xwe da dît ku çar betil dikin textê wî biqulpênin û hişyar bû. Fêm kir ku axê mezlûmekî hilanîye. Gazî serkar (midûr)ê girtîxanê kir û jê pirsî: “Eceba îro tu mezlûm di girtîxanê de ma ne?” Serkar bersiv da: “Birêz parêzger! Kî mezlûm e, kî ne mezlûm e vêna ez nizanim. Belê ji êvar da yek ji wan nimêj dike û du’a dike û digrî.” Parêzger: “Aniha wî bînin vir!”
Li ser vê xwesteka parêzger, heddad anîn cem. Parêzger li halê wî pirsî, pêra axifî, fêm kir û jê ra got: “Li mi bibore, heqê xwe helal bike û ji te re ev xelata min, hezar zîvî qebûl bik. Hewceyîyeke te çê bibe were cem min.” Heddad: “Mi we bexşand, xelata we qebûl kir. Belê ji bo daxwazên xwe ez nikarim bêm cem we.” Parêzger behîtî û got: “Gelo çima ji bo daxwazên xwe tu nayê cem me?”
Heddad: “Lewra ezê çewa terka Xwedîkî ku ji bo feqîrekî wek min textê sultanekî wek te çend cara hejandîye bikim? Bi ‘ebdîtîya mi nakeve ku ez daxwazên xwe ji ğeyrî Wî ji hinkî din ra bêjim. Bi dua’yên pîştî nimêjê ez ji gelek pirsgirêkan xelas kirim. Ez gihaştim gelek daxwaz û xwestekên xwe. Ezê çewa ji ğeyrî Wî xwe bavêjim hinek kesên din? Piştî ku Rebbê me deryê camêrî û îhsana xwe û xezînên rehmetê ji her kesî re vedike, ezê çawa dev jê berdim û herim cem hinkê dî? Kê jê xwest Wî neda? Kî hat û vala vegerîya? Wexta mirov nizanibe bixwaze, mirov nikare bistêne jî. Heta tu bi edeb der neyê hizura wî, tu nagihêje rehmeta wî.”
Tu her eda ke nimêjê, lewra ji şahîyêr tac e.
Her bizanibe nimêjê, ku ji mu’minar mîrac e.
***
Belê çîroka me ji dadîyê, ji axê mezlûma û di derhêqê nimêjê de em bişîret kirin. Carek din me fêm kir ku dad û ‘edalet, ji bo domandina dewletan şert e. Her çawa bajarek, dewletek, milletek dad û ‘edaletê biterikîne, wê şahî jî wan biterikîne. Bi rastî ev gotina namdar “axê mezlûman, ji text dike zaliman” vê heqîqetê yekcar diqêrîne. Bêşek bandora heqîqeta “di neqeba axê mezluma û Xweda de tu tişt tuneye” li ser mirovan zêde çêbûye. Ji ber van heqîqetan serok, qumandar, parêzger û mezînên dewletan ên ku ehemîyet dane dad û ‘edaletê, navên wan di pelên dîrokê de bi şahnazî hatine nivîsandin.
Dîsa nimêj dua’ye, dua’ daxwaz e. Daxwaz ji Xwedaye. Ji xwe di gelek çîrok, hîkaye, jîn û jîyana mirovan da bandora nimêjê hatîye dîtin. Belê nimêjê carna ğulam kirye sultan, carna hesîr kirye azad. Erê nimêjê tim û daîm mirov kirye abad. Ê ku bi nimêjê serê xwe ji Rebbê xwe ra tewandîye şeref û şahnazî û serbilindîya dinya û axretê bidest xistîye.