Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

AQILMENDÊN BÊ AQIL

22.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar:Muhemmed Şakîr

Jimara Kelhaamed ya vê mehê wê hê bi wate û bereket be. Lewra ev jimar ya meha şehîda ye. Hîkmetê wê çî ye em nizanin, ancax Xewdâ dizanibe. Lê di vê meha Sibatê de pir Şehîd ji umetê hatine rakirin û stendin. Bes emê ne di vê mijarê de, emê di der barê mijareke dî de mijar û behsa hinek nakokî, xîlaf û hevnegirtiyê zalimên derewçîn de binivîsînin. Kerem kin:

Hûn jî dizanin, çendî mirovên vî zemanî di der barê hiş û ‘aqil da xwe ji însanên demên borî hişdar û aqilmenttir dibînin jî bi rastî rewş qet ne wisa ye. Bi taybetî dewletên zalim û yên îroj serdestin di vê mijara han de pir bixwe bawerin, îddî’a û gotinên wan ev in:
“Em li gorî qa’îde, îlm û aqil diçin… Tiştê îlm û aqil fêr û fermanê me pê dike em wê pêktînin…” wisa dibêjin, lê belê rast nabêjin, çimkî îcraat û pêkhanên ku dikin bi tenê wan îddî’a û gotinên wan dirizîne û pûç û betal dike. Ji we re çend mînak:

  • Mesela, îlm û ‘aqil dibêje, “hemû vexwarinên bi alqol yên serxweş dikin û yên hiş dibin ji binî zerar e.” Ji bilî kesên kêmaqil ê ku î’tîraz û înkara vê bike nîne. Lê di sepandin û tetbîqê de çi rejimên serdest û serwer henin temamê wan araq û wexwarina tiştên ku serxweş dike mubah dibinin. Ka îlm û aqil li ku ma?
  • Mesela, îlm û aqil dibêje, “zîna ji bo hemû kesi û ji bo hemû cıvata kirinek kirêt e û neçê ye. Ji bo alema mirovatîyê, ji bo nesl û neseba însanan fesadî û xerabîyeke mezîne.” Lê li alîyê din em dinerin hemû dewletên cîhanê pêşî û bergî li vê mel’aneta han vekirine. Qîma xwe bi vê ne anîne. Qanûn û rêbendar çêkirine da ku ev mel’enet bi hêsanî bê bikaranîn…
  • Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “qumar û çi leyîstinê di vî warî de hene temamê wan –çi ferd çi civak- ji bo mirovatîyê zerar e.” Lê em dinerin fabrike û çêkirinên van bi destê dewletan têne avakirin… Êdî ‘îlm û aqil li ku, ew li kune?
  • Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “Pîrek û mêr ji zikmakî û aferîşî yanê li gor qanunê fitrî newekhevîn.” Xwedê Te’ala ev her dû cins bastûrî û bunyewî wekhev neafirandî ye. Lê em bala xwe didin dewlet û rejimên werisê serdestîyê xistine dest xwe vê heqîqeta han qebûl nakin, hiş ê wanê bê mejî vê ranake û bi vî hawî dijberîya ‘îlm û aqil dikin…
  • Mesela, ‘îlm û aqil dibêje, “titûn û ciğare vexwartin zerar e.” Kesên î’tîraz û bervêdana vê yekê bike nîne. Ciğarekêş bixwe jî vê heqîqetê qebûl dikin. Lê li alîyê din îcraat û pêkya din ji bo hê bêtir xeritandin çê dibe rê û zemînên berfireh çê dikin.
  • Mesela, çi rojname, kovar û wesîtên din yê ji bo ragihan û muxaberê ku di dest û kontrola wan dene… Dibêjin, “Em bi ya ‘îlm û aqil dikin. Em bi van wesîtên han xêr û bêra mirovatîyê dixwazin. Xizmeta pêşveçûn û bilindbunê dikin û em îslah û xweşîyê dixwazin...” Wisa dibêjin. Lê em li rewş, xebat û kirinên wan dinerin ji binî derewin û bi rastî derewên herî mezin û bê esas dikin. Halbukî çi kirêt û neçêyê mezin hene temamê wan di bin sî û perda van wasîtan de dikin… Bê exlaqî, rezîltî û riswatî, fesadî û gelacîyên hezi mezin û tevlihevîyên herî kûr û pîs bi van wesîlan dikin…

Encam-Dawînek:

            Îcar ma qey ewin yê ku dibêjin em bi ya ‘îlm û aqil dikin? Nexêr! Bi temamî vir û derew in tiştê kû dibêjin. Lê ew vîya dikin: Ewilî fikr û ramanê xwe yên pûç û batil bi zor bi aqil didin qebulkirin û duvre jî ji despotîyên xwe destûr û rêdanîyê nadin ku merev kêmasî û şaşîyên wan bîne ser ziman. Tu car rêdanîyê nadin ku merev ramanê wan ên efnikî rexne bike… Ya din, çendî bi qala ‘îlm û aqil dikin jî, birastî tu cara xwe bi aqil û îlm ve girêdidin û pêşkîner û kontrola îlm û aqil qebul nakin. Ya rast, ew bi temamî êsîr û bendeyên nefs û arzû û xwezîyên xwe ne. 

Bimînên di xêrû xweşîyê de…

Ji kitêba Seîd Hewa ya bi navê “İslam sosyal ve ahlaki Hayat” hatîye îstifade kirin.

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS