Alim û rêber Qazî Muhammed li Mehabada Kurdistana Îranê di sala 1893yan de hat dinyayê. Wî zaroktiya xwe bi xwendina kîtaban û di kitapxaneyan de derbas kir. Bavê Qazî Muhammed, Qazî Elî ji şexsîyetekî mûhîm yê eşîreta Debokrîyê bû. Malbata wî bi fedekarî û comerdî û dîndariya xwe dihat zanîn.
Qazî Muhammed di piçûktiya xwe de dest bi perwerdehiyê kir. Li Mehabad û der û dora Mehabadê ji gelek alim û zanayan ders girt. Bi ‘ilmên Îslamî re, zimanê Erebî, Farsî, Tirkî, Îngîlîzî û Rûsî gelekî baş zanîbû. Mensûbê terîqeta Neqşîbendî bû.
Piştî ku bavê wî wefat kir, li Mehabad û der û dora mehabadê Qazî Muhammed dest bi hakimtî û parêzeriyê kir. Ji ber ku gelekî zîrek û biaqil bû, di demeke kurt de meşhûr bû û bû serokê partiya Komeleyê.
Qazî Muhammed piştî bû serokê Komeleyê, ji xelkê Kurdistana Îranê re dest bi xizmetê kir. Qazî Muhammed di wê heyamê de weha digot:
“Min ji bo refah û hizûr û manewiyata xelkê, gelek çavkaniyên Kurdistanê îstîmal kir.”
Di wê heyamê de Rûsyayê destek dida partîya Qazî Muhammed. Lê dûre li ser menfietan, Rûsyaya xaîn û Şahê Îranê li hevdû kirin. Qazî Muhammed dûvre Komeleyê girt û Partiya Demokrata Kurdistanê ava kir. Qazî Muhammed dûvre beyanatek da û got:
“Em vê yekê dixwazin; bila zimanê dayikê bibe zimanê resmî, bila xelkê Kurdistanê serbixwe bin, bila çavkaniyên herêma Kurdistanê ji bo xelkê Kurdistanê bên bikaranîn. Bila li gor şert û mercêh herêma Kurdistanê qanûneka esasî ya nû bê avakirin. Bila pêşeroja temamê xelkê me bê garantîkirin.”
Di 22yê Çileya sala 1946an de li Mehabadê hilbijartin hat kirin. Piştî hilbijartinê cûmhûriyet hat îlankirin. Ji partiya Qazî Muhammed, 13 wezîr û 30 parlementer hatin hilbijartin. Qazî Muhammed jî wek Serokcûmhûr hat hilbijartin. Li herêma Kurdistanê (a Îranê), Mehabad bû paytext. Ji herêma Kurdistana Îranê re, Ûşnû, Mîyandoab, Serdeşt, Banê, Saqiz û Senendec hat îlawekirin.
Belê Qazî Muhammed Cûmhûriyeta Kurd ya Mehabadê saz kir. Dûre di parlementoyê de axaftinek kir û weha dûa kir:
“Xwedayê min! Tu şahid î ku ji bo da’wa te min her tiştî kir. Xwedayê min tu şahid î ku ji bo xizmeta vî xelkî min her tiştî dikir. Di roja qîyametê de heqê van mazlûman ji zaliman bigire. Ey Xwedayê min! Temamê xelkê Kurd, ji bin emrê xerîp û ecnebiyan derxîne.”
Di wê heyamê de li Îranê, rejîma Şah hebû. Bi her awayî zilmê li Muslumanan û bi xusûs li Kurdên Musluman dikir. Bi zalimtî û dijminantiya bi Îslamê re dihat zanîn. Hê salek derbas nebibû ku eskerên Şahê zalim yê Îranê, di 17ê Kanûnê de ketin Mehabadê. Eskerên rejîma Şahê zalim, temamê serok û lîderên dewleta Komara Mahabadê êsîr girtin.
Di 31ê adara sala 1947an de Serokcûmhûr Qazî Muhammed, Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Muhammed Huseyîn Xan Seyfî Qazî, li Meydana Çarçirayê hatin îdam û şehîd kirin.
Çend gotinên ku ji wesîyeta Qazî Muhammed mane bi vî rengî ne:
"Bi navê Xwedê…
Ji xelkê Kurd û birayên min ên ezîz ra! Ey milletê min ê ku heqê wan ji destê wan hatiye girtin! Ez di dawiya emrê xwe de dixwazim ji we re çend tewsiyeyan bikim: Ji bo xatirê Xwedê êdî dijminantiya hevdû nekin, hevdû muhafeze bikin, alîkarê hevdû bin. Li dijî zalim û zordestan serî rakin, xwe nefroşin dijmin. Dijmin ji bo menfîatê xwe we bi kar tîne, lê vê baş bizanibin ku tu carî bawerî bi we nayîne û wê merhametê li we nake. Tu kêmasiyeke we ji milletên dinyayê tune ye...”