Di tarîxê de gelek mêrxasên bêtirs hene ku navên xwe bi herfên zêrrîn li qada berxwedanê nivîsandîne. Ew kesayetên hêja ji bo dîn û milletê xwe di berxwe dane, şer kirine û gelek ji wan jî şehîd ketine.Yek ji wan mêrxasan jî Seyîdxanê Ûsivê Seydo ye ku bi leqebê Seyîdxanê Kerr tê nasîn. Bi rastî gelek zehmet e ku meriv jiyana mêrxasekî yan jî jiyana mirovekî navdar binivîse.
Seyîdxanê Ûsivê Seydo di navbera salên 1897-1900’î de li gundê Qicijêya Mûşê hatiye dinyayê û ji ‘eşîra Hesenan ji qolê Seyîdan e. Seyyidî di nava xwe de du qebîle ne; qebîleya ‘Elikan û ya Îlyasîyan. Seyîdxan ji qebileya Îlyasîyan e. Seyîdxan bi mêrxasî û şervanîya xwe di dîroka Kurdistana Tirkîyeyê de ji milletê xwe re bûye weke sembolekî. Herkes wî ni navê Seyîdxanê Ûsivê Seydo dinase, lê bi leqebê Seyîdxanê Kerr nam daye. Seyîdxanê Kerr di tarîxa Kurdan de lehengekî mezin e.
Piştî damezrandina cimhurîyetê gelek zulm û neheqî li gelê Kurd ê Misluman hate kirin. Tevî hemû astengîyan civaka Kurd ya wê serdemê şerên birakujîyê naxwaze. Gelê Kurd dixwast wek hemû gelên cîhanê xwedî maf bin. Lê siyaseta dewletê ya li pêşberî gelê Kurd ê Misliman diajot, pêşengên Kurdan mecburî qiyamê kir. Seyîdxan, birayê wî Tewfîq û gelek hevalên wî li hember van neheqî û zordestîyan serî hildan. Seyîdxanê Kerr jî weke pêşengê Kurdan ên wek Şêx Abdusselamê Berzanî, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mela Mistefa û Şêx Se’îdê Palewî ji bo dîn û mafên milletê xwe jiyana xwe di qada tekoşînê de biborîne, li hember zilmê beşdarî bizavên herêmê bibin. Seyîdxan pêwendî bi gelek serok û pêşengên Kurdan ên wê serdemê re kiriye.
Şêx Se’îd Efendî berî dest bi qiyamê bike ji Seyîdxan re nameyekê dişîne, lê nameya şêx nagihêje destê Seyîdxan. Dîsa jî ew di sala 1925an de tevlî şoreşa Şêx Se’îd Efendî bûye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Seyîdxan bi sedem dozek xwînê tê girtin, heta sala 1926an di zindanê de dimîne. Seyîdxan piştî ji zindanê derdikeve tevlî serhildana Agiriyê dibe. Tevgera şoreşa wî li mentîqeke berfireh berbelav bûye, ji Serhedê bigire heta deştê û ji wê derê jî heta berîya Mêrdînê têkoşîn kiriye. Di serhildana Agiriyê de cîh girtiye. Di salan 1927an de şerê Agiriyê dema dest pê dike, Seyîdxan beşdar dibe û heta salan 1930î di nava şer de rolekî aktif dileyîze. Ne tenê Seyîdxan û eşîrên xwe, eşîra Berazîyan jî di serhildana Agiriyê de roleke aktif dileyîze.
Di salan 1930î de dema serhildana Agiriyê têk diçe dewlet dixwaze bermayînê tekoşînê yê weke Seyîdxan, Şêx Zahir û Şêx Abdurehman û gelek hêzên li deverê û li mintîqeyên cuda ku di ber xwe didan, dixwazin wan bê erk bikin. Ji ber wê serhildana bermayê tevgera Agiriyê heta sala 1934an dewam dike.
Di sala 1932yan de Seyîdxan tevlî birayê xwe Tewfîqê Ûsivê Seydo û hevalên xwe yên wek ‘Elicanê Berazî, Abdulhamîd, Feyzullah û hemû ‘eşîrên xwe ya Hesenîyan şoreşeke mezin li ser axa Kurdîstanê li dar xistine û di encama wê şoreşê de hinek ji wan şehîd bûne. Dîroka serhildana wan ji Qereyazîya Erzeromê dest pê kiriye, ji deşta Mûşê heta Talorîkê û ji wê derê jî heta mintîqa Xiyan berbelav bûye.
Seyîdxan niyeta sazgerê Cimhurîyetê fêm dike, dema ji zindanê derdikeve ji bo here cem Simko Axa diçe Îranê, lê demeke kurt li cem Sîmko Axa dimîne û dîsa vedgere welatê xwe, şoreşê didomîne. Seyîdxan dîgel ketibû ber efûya wê serdemê, nûnerê dewletê ji bona wî û çendek hevalên wî bigirin an sirgûn bikin li mehneyan digerîyan. Fersende Begê Silêmanê Ehmed ku serokê ‘eşîra Hesenîyan bû, tê bi Seyîdxan re dixwaze civînekê çê bike. Seyîdxan nêta dewletê fêm dike, ew û hevalên xwe li gûndê Qicixê civînekê li dar dixin. Di civînê de ew û hevalên xwe li hevûdû dikin û paşê Seyîdxan bi eşîrên derdorê û bi takekesê girîng dişêwire, di civînê de eşîr û serokê eşîran sozê didine wî dibêjin heger tevgerek li dar bikeve emê piştgiriya te bikin. Dewlet ji vê tevgera Seyîdxan agahdar dibe, nûnerê dewletê dixwazin Seyîdxan û hevalên wî desteser bikin, nameyekê dişînin parezgeha Mûşê û Seyîdxan dixwazin. Seyîdxan naçe û ji bedêla xwe ve birayê xwe Tewfîq dişîne, lê nûnerê dewletê bi israr Seyîdxan dixwazin. Bes Seyîdxan naçe qereqolê. Seyîdxanê Ûsivê Seydo bi panzdeh siwarîyan dest bi şer dike, ev şervanê ewil bi piranî meriv û pismamên wî bûn. Bi demê re 7 alayên siwarî, dîgel bi hezaran leşkerên xwe beşdarî artêşa wî dibin û bi hezaran mîlîs jî li herêmê piştgiriya wan dikin
Seyîdxan mêrxasekî mezin yê serdema xwe bû, li Mûşê, li Erzeromê, li Wanê, li Diyarbekirê û li Mêrdînê bi mêranî şer kiriye. Bi rastî Seyîdxan mirovekî bawermend bû, zulum li kesekî nekiriye û destûra zulmê ku li wî û xelkê were kirin nedaye. Seyîdxan ne şerrûd bû, esker ji bo wî bigirin hertim ew dişopandin, Seyîdxan teslîm nedibû û parastina xwe dikir.
Seyîdxan di dirêjîya tekoşîna xwe de mêrxasekî bawermend, mêr, aktîf, atîk, zîrek û bi tedbîr bû, wî û hevalên xwe li hemberî dujmin pirhindik zayiat dane. Heta derbasî binxetê dibin hema hema zayîatê nedane.
Seyîdxan bi sedem hertim di nava şer de bûye dewlet lê hatiye xezebê û li dû wî digerîya. Dema hemû rê û rêç li ber wî û hevalên wî tên girtin ew lehengê mezin ewil dixwaze derbasî Îranê bibe lê mefera ku here Îranê bi dest naxe. Seyîdxan û hevalên xwe dixwazin binxet bibin, dema digihêjin çiyayên di navbera Mêrdînê û Diyarbekirê de di nabêna wî û esker de şerekî dujwar diqewime. Seyîdxan di wî şerî de birîndar dibe. Seyîdxan û hevalên xwe bi birîndarî xwe dighînin Mêrdînê li mentiqa Surgiciya di nabêna gundê Tizyan, Kuferder û Zonê de û çîroka jiyan û tekoşîna wî bi dawî dibe û di encamê de salan 1934an de li mintiqa Sirgucîya li gundê Zonê ku bi Mêrdînê ve girêdayî ye ji teref eskerên dewletê ve tê şehîdkirin. Gora wî niha bi qasî du kîlometreyan li dervayê gundê Zonê ye
Belê her çiqas dem bibore û gelek tişt bên guherîn jî rêveberê mezin, rê û rêbaza wan ticarî nayê jibîrkirin. Heta dinya hebe navê Seyîdxan dê bê gotin.