Gelî xwendevanên delal! Her wekî ku hûn jî dizanin Helepçe qêrîn e, Helepçe şîn e, Helepçe xwîn e, Helepçe feryad e, Helepçe fîxan e, Helepçe hawar e, Helepçe toqa lanetê ye ketiye ustiyê qatilên xwe û digel wan çûye ‘alema ebedî ku wê di meydana heşrê de bi gerdena wan bigre û wan raberî dojehê bike.
Ji ber vê yekê eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê rêzenivîsa xwe ya bi navê “Tew Dinya”yê de bi kurtî be jî behsa qetlîama Helepçe bikin û mexdûrên vê qetlîamê bi rehmet bibîr bîn.
Herwekî ku hûn jî dizanîn di dawîya Şerrê Cîhana yekem de ‘alema Îslamê ji teref hêzên koledarê xerbî ve wek dewletên muxtelîf hat parvekirin û her dewlet an dewletokek xwedêgiravî Musluman, bû meydana hespê dewleteke koledar. Tenê gelê Kurd di vê parvekirinê de bê par ma. Lewra sûcekî wanê giran hebû ku hem di Şerrê Cihana Yekem de hem jî piştî Şerrê Cihana Yekem alîkariya koledarê xerbî nekirin, hem bi dînê xwe re hem bi fikra ummmetê re sadiq man û piştevanîya dewleta ‘Usmanî kirin ku wê demê merkeza xîlafetê bû. Ji ber vê yekê di dawîya şerre Cîhana yekem de milletê Kurd di nav pênc dewletan de hat parvekirin û her parçeyek Kurdistinê ji teref wê dewleta ku di nav sînorê wê de bû hat pelixandin. Înkar, asîmîlasyon, sirgûn û mu’ameleyên wek wan, bû qedera Kurda di her pênc parçeyên Kurdistanê de. Ev halê Kurda ê pergende halê hazir jî didome.
Dîsa her wekî ku hûn jî dizanin di sala 1979ê miladî de li Îranê bi rêberîya “Ayetullah Xumeynî” û bi şîara “la şerqîyye, la xerbiyye Îslamîyye îslamîyye” şoreşeke Îslamî pêk hat. Di encama vê şorreşê de pîyonê hêzên koledar Şah Riza pehlewî ji Îranê revî û xwe sipart efendîyên xwe.
Şoreşa Îranê a ku di destpêkê de li ser şopeke mezhebi nedimeşiya û fikreke ummetwarî pejirandibû di ‘alema Îslamê de bû sebebê heyecaneke înqilabî. Ji ber vê yekê hêzên koledar pîyonên xwe ê wek Seddam Huseyîn xistin dewrê û bi êrîşa Seddam di sala 1980 miladî de derê herbê li Îranê vekirin. Hêvîya hêzên koledar bi vê herbê ew bû ku di demeke nêzîk de şoreşa Îslamî li Îranê têk biçe û hilweşe. Bes ne Seddam ne jî efendîyên wî bi ser neketin û ev herb bi salan domiya. Di herba Îran û ‘Iraqê de temmamê koledarên cîhanê bi çek û sîlahên xwe li rex Seddam sef girtin lê dîsa jî bi ser neketin.
Di herba Îran û ‘Iraqê de gelê Kurd piştevanîya Îranê kirin. Ji lew herêma Kudistanê di demeke kurt de ji bin kontrola Seddam derket û ket destê hêzên Kurd. Jixwe ji destpêka Şerrê Cihana Yekem bigre ta wê demê gelê Kurd bi dehan serhildan li dar xistibû û serî li ber hêzên koledarê wek Îngilîz û pîyonên wan ê xwemalî hildabû. Mele Mustefa Berzanî û Şêx Mehmûd Berzencî du kesên muhîm bûn ku di wan serhildanan de rêberîya gel kiribûn.
Piştî ku Kurda serî li ber Seddam hildan; Seddam roj bi roj têk diçû. Bi rastî mexlûbîyeta Seddam û Be’sîyên ‘erebperest di heman demê de mexlûbîyeta hêzên koledar bû. Ji lew hêzên koledarê xerbî çekên kîmyewî jî daxil di warê peydakirina çek û sîlehan de bi her awayî alîkarîya Seddam kirin.
Seddam çiqas li hember Kurda têk diçû hewqas har dibû. Loma bi rêzeêrîşên bi navê “Enfal” bi dijwarî çû ser hêzên Kurd. Seddam di rêzeêrîşên Enfalê de ne tenê kesê muharib bi hezaran kesên sivîl, jin û zarok jî qetil kir. Lê dîsa jî bi ser nediket. Di encamê de bi teşwîqa dewletên xerbî li ser Kurda biryara bikaranîna çekên kîmyewî da. Bo vê biryarê wek merkez bajarê Helepçe pejirand. Gelo çima Helepçe?
Her wekî ku tê zanîn bajarê Helepçe wek bajareke qedîm, merkeza hereketên Îslamî bû, bi medrese û camîyên xwe dihat naskirin. Di vî bajarî de Şêx ‘Usman Helepçewî rêberîya hereketên Îslamî dikir. Şêx ‘Usman hem di nefsa xwe de ‘alimeke mutesewif bû hem jî wek temsîlkarê hereketa Îxwan ul-Muslîmîn ‘alimek şoreşger bû. Ji ber vê yekê bû ku muqawemeta herî dijwar a li dij Seddam li herêma Helepçe rûvedida. Li nik Seddam û efendîyên wî sûcê gelê Helepçe gelek zêde bû. Lewra ev gel hem Kurd, hem musluman hem jî dijberê Seddam û koledaran bû. Ji lew li nig wan ji zû ve mirin heq kiribû.
Nîhayet Seddam bo Qetlîama Helepçe birazê xwe ê bi navê ‘Elî Hesen el-Mecîd el-Tîkrîtî wek wezîfedar tayîn kir. Di 16ê Adara sala 1988ê miladî de ‘Elî Hesenel-Mecîd el-Tîkrîtî çekên kîmyewî ê wek xerdel, sarîn, vx, tabûn û hwd ku ji Ewrûpa hatibûn peydakrin bi teyareyên ku malê Ûris bûn li ser helepçe reşand.
Ewil bêhna sêvan li bajarê Helepçe belav bû, paşê bi hezaran jin zarok, kal û pîr bê nefes man û can dan. Ne tenê însanan heywan û nebatên herêmê jî digel însanan ruh dan. Di encama rêzeoperasyonên bi navê “Enfal” de du sed hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes seqet man, bi milyonan însan bûn mihacir, bi dehan kes hêj jî li Helepçe ji diya xwe seqet diwelidin. Kurtiya kurt Helepçe di qirnê dawî de Hîroşîma Kurda ye. Lê ji ber ku Kurd ne Japonî ne û Musluman in bêdengîya li hember vê qetlîamê hêj jî didome.
Bi ser qetlîama Helepçe de sî û çar sal buhurî. Qatilên vê qetli’amê bi destê zalimên wek xwe dinya xwe guherandin. Webalê Helepçe wek toqê lanetê di ustuyê wan digel wan çû ‘alema ebedî. Elbet wê di meydana heşrê de hesab ji wan bê pirsîn. Bes bêdengiya li hember qetlîama Helepçe êş û elemeke dijwar e. Ma bêdengî jî ne şirîkatîye gelo?
Bi rastî ji bil çend kovar û kitêbên Îslamî bêdengiya li hember vê qetlîamê hêj jî didome. Dîsa hêja ye ku em bejin hunermend û dengbêjên Kurd jî li hember vê qetlîamê bêdeng nemane helbest û sitran li ser qetlîama Helepçe hûnadine.
Ev jî yek ji wan sitrana ye ku li ser vê qetlîamê hatiye hûnandin. De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe. Kerem kin.
Ha hî wayê wayê waaaaaa…x
Bê de lê lê berxê
Ay de berxê lê lê berxê
Berxê de razê derenge
Li me êvar e xweş êvar e
Ax de berxê razê derenge
Li me êvar e xweş êvar e
Wî de darê derguşa mi ji darî guze
Ezê darê derguşa delalîkê ber dilê xwe bihejînim
Nizanim ji êvara Xwedê de
Çima delalîkê ber dilê min
Hewqa kûr dinale
Çima bi mirûze berxê
Ax de de berxê
Ay de berxê lê lê berxê
De razê lawo
Şev çû nîvî
Li me derenge
Êvar e xweş êvar e
Lawo waaa….x û waax
Ha hî ha ha…
Ay de berxê
Îro desdtpêka biharê
Dibêjin rojek ji roja basînbarê
Milyaket ji jor de dadikevin xwarê
Dikin qêrîn li biharê
Av dikeve guliyê darê
Ji asîman rehmet dibarê
Wî de berxê
De tu razê bi dilşadî
Bibîne xewn û xiyala
Serê sibê bi dengê dîkê sibê ra
Bi azana melê ra
De tu rabe
Here mizgeft û camîya
Digel şalûl û bulbulên Quranxwîn
Çok vede li ber seydayê xwe
Pê re bi sewteke Bîlalî tu bilorîn
Berxê hê hê
Ha hî wayê wayê waaaa…..x
Ax de berxê
De tu razê
Bila dayika te bi dengê dîkê sibê re
Bi azana melê re
Berxê dayika teyê rabe
Daw û delingê xwe hilde
Bigere li mêrg û çîmenên bajarê Helepçê
Li gorî adetê kevnarê
Ku dibêjin: Adarê xweş Adarê
Milyaket dadikevin xwarê
Dikin qêrîn li biharê
Av dikebe guliyê darê
Gul û gulçîn vedibeşirin
Hildikşên ji xwarê
Îro ew roje
Ku dibêjin roja basînbarê
Berxê bila dayika te
Ji bo xatirê delalîkê ber dilê xwe
Ji mêrg û çîmen û deşt û zozan û mil û banîyên Helepçe
Qefş bi qefş, mil bi mil
Kom bike gul û gihayê rengîn
Basînbarek ji heft renga bihune
Kolosekî gulgîn bine
Bi gul û bi gulçîna bixemlînim
Dest û zendê delalîkê ber dilê xwe
Bi basînbara rengîn xemlîn e
Berxê
Ha hî hî wayê wayê waaa…x
De lê lê berxê
Wexta ez bi vê bi niyetê çûm deşt û zozana
Hayê min ji bayê felekê tune bû
Ku wê di meha Adarê
Roja bihar û basînbarê
Di dewsa gul û kulîlka de
Ji asîman agir û jehr were xwarê
Lawo ax de lo lo lawo
Ax de lo lo lawo
Min dî ewr û asîman li hev ket
Li ser bajêrê Helepçe
Çar hawîrdor vegerî
Ewrekî reş digel mijekî tarî
Min go qey
Nîşana rehmetê ye
Lewra pêşiyê me digotin
Meha Adarê wextê basînbarê
Milyaket ji asîman dadikevin xwarê
Dikin qêrîn li buharê
Av dikeve guliyê darê
Ji asîman rehmet dibarê
Ez nizanim
Ji tali’ ê te bû
Ya ji bextê min bû
Ters vegerî çerxa felekê
Berxê min di rêka camî û mizgeftê
Weya di dewsa şîrê dayikê de
Vexwar jehra ji asîman barî
Ku jê dihat bêhna sêvên sorê sorhinarî
Wax û waaaa…..x
Ha hî hî wayê wayê
Bê de lawo hey la lawo
Heyla lo lawo
Sibeye ezê bi diyarê bajarê Helepçe diketim
Ez nizanim
Gelo suc û gunehê me çi bû
Mi dî keleka me werdigriya
Konê me ji nava kona rabû
Balafirên li asîmana
Mij û dûmanek bi xwe re hilda bû
Bela û musîbeta
Ku di meha Adarê
Destpêka vê biharê de
Hatiye serê ehle Helepçe
Belkî neyê serê bavkujiyên di mirovan
Gur û hirçên ku li dağ û çiya bû
Malmîratên zaliman
Hêz ji kafir û koledarên ğerbî wergirtibûn
Bi çek û sîlehê wan
Ferq nexistin
Nava jin û zarok û kal û pira
Ne gotin ev însan e
Ne gotin ev heywan e
Temamê ruhberên di Helepçe
Bê nefes mabû
Bi ser hevda qeliya bû
Lawo! Ax de lo lo lawo
Ha hî hî Wayê wayê waaa…x
Ax de berxê lawo
Îro sibe ye
Min daw û delingê xwe hil da
Ji jor de hatim
Bi ser bajarê Helepçe de
Mi dî kelok û xan
Sitxawr in bi ser camîya de
Qîzê xama, bukê teze
Zavê dest bi hene
Nefesa dawi didin
Sewtek ji wan dernayê
Zarok li ber pêsîra dayika bêruh mane
Kal û pîr bi ser hevda qeliya ne
Lawo te dibê axir zeman e
Temmamê ruhbera
Yek bi yek ruh û can da ne
Te dibê Fîr‘ewn ji nû ve
Ji misrê hatine ser texta ne
Weya zulma Eshabên Uxdût
Ji nû ve reh û şax veda ne
Berxê lawo
Ax de berxê dilê min dêşê
Dizanim di nabeyna hewara mezlûm û Xweda de
Tu perde nexwîya ne
Loma dibêjim: Rerbbî, Rebbî
Rebîyo!
Tu koka van zalima biqedînî
Kevirê wan li ser kevira nehêlî
Rebbî, rebbî
Heyfa me ji wan bistînî
Em dizanin kesê bêkesa her tu yî
Rebbî, rebbî….
Tu rojên fireh û xweş
Digel temmamî ummeta Muhemmed
Bo van mezlûmê bişînî
Gazî û hewara me her tuyî
Gelî xwndevanên hêja rêzenivîa me a bi navê “Tew Dinya” beşa 26an jî liv ir bi dawî bû. Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destur bide em dê di jimarên dî de jî vê rêzenivîsê bidomînin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.