Bangaheq Bangaheq
E-DERGÎ
TÊKETIN
Bangaheq Bangaheq
  • Sazûmanî
    • Derheqê Me de
    • Kûnye
    • Hesabên Banqayê
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
    • Hevpeyvîn
    • Bexçeyê Zarokan
    • Meqale
    • Çîrok
    • Helbest
    • Portre
    • Kitêb
    • Xeber
    • Zanist | Tenduristî | Teknolojî
    • Reçeteya Kurdan
    • Ên ku ji We Hatine
    • Lêkolîn
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî

                                      ‘HEZKIRINA YAR

21.06.2024
Meqale

Paylaş

Icon

Nivîskar: Mûhammed Şakir

‘Hezkirin: Bi tenê ji bo xwedê, di riya ‘Xwedê de û bi bal xwedê ve rabûn û meş û çûn. Lê meş û çûyinek zexm û qewî. Meylek daîmî. dilpêvebûn, dilxwazî û dilxwestin, dilxwazîyeke kûr, dilxwestinek bi ru‘h, dilxwestinek ji ru‘h û ji bo Xwedê. ..

Dil: Dilekî sewdaser,  dilsozî û sedaqet, ji bo Xwedê, di riya Xwedê de û bi bal Xwedê ve. Çile û ‘Huseyn… ‘Huseyn: Rabûn û qîyam, Yasîn û hevalên wî an Aytac yan jî şehid û şehadet. Yanî di vir de ez vê dibêjim: ‘Hezkirin.. Lê ne ‘hezkirinek vala, ‘hezkirinek tije û bi wate…

‘Hezkirin: A ji bo yar! Bi tenê ji bo yar. Ne ji bo tiştekî dî, ne ji bo kesekî dî, ji bo yar.. Vêca ‘hezkirin û dildayîna ku te da yar, ya ku te bi tenê da wî, vê dixwaze. Dildayînek sirf jibo wî, vê dixwaze. Êdî ‘hezkirina dê û bav, mal û meqam û yên din dê di bin sî û siwana wî de bimîne. Da ku ‘hezker, ‘hezkirina yarê xwe di ser hemû tiştî re bigire. Di ser su‘hbet û meclîsên heval û hogirên xwe re bigire. Di ser hemû kom û civatan re bigire. Wî di ser her tiştî û herkesi re bigire. Yanî bi tenê suhbeta wî, zikr û kelamên wî, yanî ew, ew bixwe dê di ser hemî tişt û kesî re be.

‘Hezkirin: Ya ez dibêjim dibê meriv bi tenê bi a yarê xwe bike. Bi a yarê xwe û delalê dilê xwe bike. Weke ku ew dixwaze, weke ke ku ew dibêje. Bi wî hawî wî çi got, ew. Wî çi xwest, ew. Tenê bi ya wî, ne bi ya kesî din. Wê çaxê, divê ku ‘hezker ji peyv û gotinen wî, ji ferman û hinarîyên wî dernekeve. Çi dibe bila bibe wê dernekeve. Lê, ev jî zehmet e. Lazim e ku ‘hezker astengê herî mezin bide ber çavê xwe. Lewra ‘hezkirina yar ya ji dil bela ye, îbtîla ye. Carna tîbûn û birçîbune, carna derketina ji erd û av û war e, carna ‘hebs e, kuştin e, esîrtî ye. Carna talanî ye , wêranî ye, xizanî û perîşanî ye. ‘Xerîbî, ‘xem, bêrîkirin û nefy û sirgûn e. ‘Hezkirina yar ev e! Lê belê ne ev bi tenê ye. İcar çi dibe bila bibe dîsa jî ‘hezker, yanê ez, yanê tu, yanê hûn, yanê ew, her kî be ew zane dibê ‘hezkerê Rebbê xwe tu car ji peyv û fermanên yarê xwe dernekeve.

‘Hezkirin: Ew e ku dil li gor Rebbê xwe bimeşe. Xwestin û daxwazîyên wî ji xwe re bike rêber. Li gor wî bi meşe. Fikr û raman, jîn û kiryarê xwe li gor fermanê wî ‘eyar bike. Da ku dil bi tenê ji wî re be, bi tenê ji bo wî be. Bi qasî kêlîyekê be jî jê neqete w  dûrnekeve. Di vir de dil, divê xwe nebîne. Ruh, divê xwe nebîne. Bi tenê wî, belê, bi tenê wî bibine. ‘Hezker, tu car wê bi a nefsa xwe neke. Lê ez ji we re bibêjim, encama vê yeka han hem girîng e hem  giran e.

‘Hezkirin: Tiştê ku ji yar tê, her çi be, hindik be jî tu yê bi pirî qebûl bikî wek ze‘hf û gelek bibînî. Lê tiştê ku ji nefsa te bê, her çi be, gelek be jî tu yê wî hindik bibînî. Çimkî ‘hezkirina ji bo yar hesabê beşer ji sêrê derdixe, serobin dike. ‘Hezkirina sirf ji bo wî bawerî ye. Bawerî raman û kardarî ye.

‘Hezkirin: Di îta’eta yar de ‘himbêzkirin e. Lê di muxalefeta bi wî re dijber e, dijraber e, yanî muxalefet u zidçûyîn, yanî ji yarê yarê re yartî  ji neyarê wî re jî neyartî ye. Ji ber vê ye ku ji  yarê yara  re ew jî yar e. Dost û mu‘hibê wî dost û mu‘hib in. Lê dîsa jî dost û mu‘hib wê nebin perde ji ‘Hezkirin û muhabbeta bi bal yar ve. Yar bi serê xwe tercîheke. Tercîh û rasergitina her tiştî ye.

Welhasil: Heqîqeta ‘hezkirinê ew e ku, tu bi temamî xwe ji yarê xwe re bibexşînî. Hemû hebûna xwe bidî wî. Wisa ku bila ji te tiştek lê tu tiştek ji te re nemîne. Da ku tu karibî xwe bikî qurban û nezr ji bo yarê xwe. Xwe bikî boraq. Weke Huseyn. Weke Huseynan. Yanê weka Şehîdan bi şehîdî. ‘Hezkirin bedel e. Çimkî ‘hezkirin derbasbûn û borîne. Lê tu jî zanî, lê hûn jî zanin ku ‘hezkirin jî weke her tiştî îsbatê dixwaze…. Wes’selam.

Rasergitin: Üstünde tutmak

Dijber: Aleyhtar

Encam: Sonuç

Girîng: Önemli

Raman: Fikir, düşünce

Asteng: Engel, güçlük

Hinarî: Çağrı, çığlık

Hezker: Seven

Dilsozî: Bağlılık, sadakat

Sewdaser: Kara sevdalı

 

Paylaş

Son Eklenenler

03.09.2025 Meqale

مانگی مەولود مانگی گۆران،بەدەستخستی مافەکان.

Nivîskar: محمد دارەتویی[...]
05.02.2025 Meqale

EW NE XERÎB IN…

Nivîskar: Elî Dogan[...]
05.02.2025 Meqale

MESELEYA CIXAREKIŞANDINÊ

Nivîskar: Bilal Kahraraman[...]
Bangaheq

Navnîşan û dergûşa edebiyat, çand û hunerê

Menü
  • Sazûmanî
  • Abonetî
  • Hejmar
  • Kategorî
  • Sernivîs
  • Nivîskar
  • Pêwendî
Kategorî
  • Hevpeyvîn
  • Ên ku ji We Hatine
  • Lêkolîn
İletişim
  • Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstoç Oto Ticaret Merkezi 3. Cadde N Blok No:6/103 Bağcılar/İstanbul
  • 0212 562 60 06
  • bangaheqq@gmail.com

© Tüm Hakları Saklıdır | İNS AJANS