5. Çîrokên Hezar û Yek Şevan û Edebiyata Cîhanê
5.1. Di Edebiyata Cîhanê de Tesîra Çîrokan
Her berhem bi qasî ku li serê xebat hatibin kirin û bi qasî ku him di edebiyata neteweya xwe de û him jî di edebiyata cîhanê de cî girtibin bi qedr û qiymet in. Dema ku em li wan xebatên ku li ser Çîrokên Hezar û Yek Şevan hatine kirin dinêrin em heqîqetekê dibînin ku ev çîrok tesîreke gelek mezin li ser wêjeyên neteweyên din kirine. Wek mînak Atiye Nazlı di xebata ya doktorayê ya bi navê “Binbir Gece Masallarının Anadolu Türk Masallarına Etkileri Üzerine Bir Araştırma” (Nazlı, 2011:63-65)yê de û Süleyman Tülücü jî di xebata xwe ya bi navê “Binbir Gece Masalları Üzerine” (Tülücü, 2004:15-52) de cî didin bi sedan gotar, werger, lêkolîn û wergerên ku li ser van çîrokan hatine kirin. Bes ev agahiyên ku di van her du xebatan de hatine parvekirin bi xwe jî nîşanî me didin ka çîrok di edebiyata cîhanê de tesîreke çawa hiştine. Dema ku ji hêla teknîk, naverok û dewlemendiyê ve li Çîrokên Hezar û Yek Şevan bê nihêrtin ew ê bê dîtin ku ev çîrok bes ne ji bo romannûs û çîroknûs bi heman awayî ji bo kesên şanoger, senarîst, fîlmkêş û kesên mîna wan jî bûne kahniya av vexwarinê û zeviya zîldanê. Em dixwazin di vê beşê de bes navên hinek xebatên girîng bidin ku Çîrokên Hezar û Yek Şevan tesîr li ser wan hiştine û ji teref nivîskarên wan ve ji bo xebatên xwe wek çavkanî hatine bikarînîn û di navbera wan û Çîrokên Hezar û Yek Şevan de şibandin hene:
-Voltaire(1694-1778), Pêşengê fikrê yê Îhtîlala Fransayê hema hema di temamê berhemên xwe de di bin tesîra Çîrokên Hezar û Yek Şevan de maye. (Tülücü, 2004:13)
-Montesquieuyê ku bi berhemên xwe yên bi navê Ruhê Qanûnan(1748) û Mektûbên Aceman(1721) navdar bûye; fikra sereke ya cudahîbûna muesseseyên civakî û qanûnan a li gor dem, welat û îqlîman ji Çîrokên Hezar û Yek Şevan girtiye. (Tülücü, 2004:13)
-William Wordsworth ve Alfred Tennyson ên ku helbestvanên Ingilîz in di bin tesîra Çîrokên Hezar û Yek Şevan de mane û helbest nivîsîne. (Onaran, 1992:25)
-Daniel Defoe (1660-1731) yê ku nivîskarê Robinson Crusoe ye jî yek ji wan Ingilîzan e ku di bin tesîra çîrokan de mane. (Tülücü, 2004:13)
-J. Swîftê Ingilîz di bin tesîra serûwenên Sîndbadê ya Çîrokên Hezar û Yek Şevan de maye û bi vê tesîrê romana bi navê Gullivers Travels (Serûwenên Gullîver) nivîsîye. (Tülücü, 2004:13)-Romannivîsê navdar Stendhal dibêjê: “Çîrokên Hezar û Yek Şevan ji wan her du kitêban yek kitêb e ku(a din Donkîşot) ez dixwazim wan ji bîr bikim û her sal bi tehmeke zêdetir dîsa wan bixwînim. (Tülücü, 2004:13)
-Miguel de Cervantes (1605 ), Don Quijote. (Nazlı, 2011:67)
-Nivîskarê Danîmarkayî H. C. Andersen (1805-1875) û Oscar Wîldeyê Îrlandayî di wan çîrokên zarokan ên ku nivîsîne de di bin tesîra Çîrokên Hezar û Yek Şevan de mane ku mimkûn e mirov şopên Çîrokên Hezar û Yek Şevan di wan de bibîne. (Tülücü, 2004:13)
-Di warê sînemayê de O. Henry (1862-1910)yê ku di warê çîroknivîsiyê de li Amerîkayê navdar e, di çîrokên xwe de her tim qala Çîrokên Hezar û Yek Şevan û qala Harûn Reşîdê ku serlehengê çîrokan e dike. Edgar Allan Poe (1809-1849) ve Walt Disney(1901-1966) di bin tesîra çîrokan de mane. (Tülücü, 2004:14)
-Adam Qehlenschlagerê helbestvanê Danîmarkayî di sala 1820î de “Lambaya Alaaddîn” kiriye helbest. (Onaran, 1992:25)
-Jean Paul Sartre derheqê van çîrokan de dibêje “ Ev kitêb bes ji teref Montesquieyê ve zêde nayê hezkirin, ev kitêb bi heman awayî bo her kesekî ku dostên helbestên romantik bin kitêba ku herî zêde tê hezkirin e.” (Tülücü, 2004:14)
-Lawrence (1888-1935), Seven Pillars of Wisdom / Bilgeliğin Yedi Direği. (Tülücü, 2004:13)
-Helbestvanê Amerîkayî Henry Wadsworth, Dengê Xelkê/ Wox Populi. (Onaran, 1992:25)
Onaran di xebata xwe ya wergerê ya bi navê ‘Binbir Gece Masalları’ (Onaran, 1992:23-31) de derbarê vê mijarê de nêzî 3 rûpelan cî dide berhem, nivîskar, lêkolînvan, şanoger û kesên hwd. ên ku di bin tesîra Çîrokên Hezar û Yek Şevan de mane.
5.2. Wergerên Êwil ên ku li ser Çîrokan Hatine Kirin
Çîrokên Hezar û Yek Şevan ji teref gelek lêkolînvan û nivîskarên ji neteweyên cuda ve hatiye wergerkirin ku hinek ji wan wergeran li Ewrûpayê ji bo nasandin û naskirina van çîrokan bûne qendîl û rênîşan. Ji van wergeran a ku li Ewrûpayê cara ewil hatiye kirin a Galland e. Derbarê vê mijarê de Ritter wisa dibêje “Ev kitêba ku hema hema bi temamê zimanan wergera wê hatiye kirin beriya sedsala 18emîn hat Fransayê û ji vir jî belavî temamê dinyayê bû. Kesê ku cara ewil vê kitêbê bi Ewrûpayê daye naskirin Galland e ku ew edîb e û bi Erebî dizane.” (Ritter, 2011:124) Piştî ku bi Fransî wergera wê ji Erebî hat kirin “hêj di sedsala 19emîn de hema hema bi temamê zimanên dinyayê wergera wê hat kirin.” (Onaran, 2004:19) Ulutürk derbarê wergerên çîrokan de di xebata xwe de cî dide van agahiyan “ Kulliyeta Hezar û Yek Şevan li Ewrûpayê ji teref Galland ve ji nusxaya ku jê re ji Sûriyê hatiye şandin bi Fransî hatiye kirin.(I-XIIÎ Parîs, 1704-1017) Dû re Edward William Lane (I-III, London 1839-1841), John Payne Burton(I-XVI, London 1885-1888) van çîrokan bi Ingilîzî werger kirine. Kulliyat ji teref E. Littmann ve bi Almanî hatiye wergerkirin (I-IV, Leipzig 1921-1928). Çîrok di dewra Siltan Ebdulmecîd de ji teref Ahmed Nazîf Efendî ve bi Tirkî hatiye wergerkirin.” (Ulutürk, 1992:181) Tülücü jî di xebata xwe ya ku li ser çîrokan amade kiriye de bi şiklekî berfireh cî dide 16 zimanên ku pê werger hatine kirin. (Tülücü, 2004:7-12)
5.3. Çîrokên Hezar û Yek Şevan û UNESCO
Di sala 2014an de ji teref UNESCOyê ve sala 2014an wek “Sala Çîrokên Hezar û Yek Şevan” hat îlankirin. (Nazlı, 2011:65) Her wisa Kovara Fabula ya ku li Almanyayê weşanê dike jî di heman salê de ji ber ku ew sala wek sala Çîrokên Hezar û Yek Şevan hat îlankirin derbarê Çîrokên Hezar û Yek Şevan de hejmareke taybet weşandiye. Gotarên ku di hejmara taybet a Kovara Fabulayê (Fabula, 2014) de hatine weşandin tev de 10 gotar in û navên wan wisa ye:
-“Marzolph, Ulrich, “Preface to the Special Issue on “The Arabian Nights: Past and Present”, (Fabula, 2004:88-206)
-Naples, Sabir Badalkhan, “The Tale of “Aladdin and the Magic Lamp in Balochi Oral Tradition”, (Fabula, 2004: 207-220)
-Bacchilega, Cristina - Noelani Arista, “The Arabian Nights in a Nineteenth-century, Hawaiian Newspaper” (Fabula, 2004 :189-206)
-Birkalan, Hande A., “The Thousand and One Nights in Turkish” (Fabula, 2004:221-236)
-Naples, Francesca Maria Corrao “The Arabian Nights in Sicily” (Fabula, 2004:237-245)
-Geider, Thomas, “Alfu Lela Ulela The Thousand and One Nights in Swahili-speaking East Africa” (Fabula, 2004: 46- 260)
-Haase, Donald, “The Arabian Nights, Visual Culture, and Early German Cinema” (Fabula, 2004: 262- 274)
-Marzolph, Ulrich, “The Persian Nights Links Between the Arabian Nights and Iranian Culture” (Fabula, 2004:275-293)
-Mills, Margaret A., “Alf Laylah Farsi in Performance: Afghanistan, 1975” (Fabula, 2004: 293- 310)
-Papachristophorou, Marilena (2004), “The Arabian Nights in Greece” (Fabula, 2004:321-329)
Mirov dikare hejmar û navên van xebatên ku li ser çîrokan hatine kirin zêdetir bike, lê bi ya me bo giringiya mijarê bê fêmkirin ev çavkaniyên ku hatine dayîn dê bes bin.
ENCAM
Wek encamê em dikarin derbarê çîrokan û tesîra wan a di edebiyata cîhanê de bibêjin ku ev çîrokên ku dîroka nivîsandina wan û nivîskarê wan nediyar e, bes ne yên çand, netewe yan jî nîjadekê tenê ne; berewajî yên gelek neteweyên mîna Ereb, Faris, Hînd, Kurd û yên gelek neteweyên din in. Ev çîrokên ku ji teref hinek kesan ve wek çîrokên ku dawî lê nayên ango Hezar û Yek Şev hatine binavkirin bes ne di nav Ereban û welatên derdora wan de bi heman awayî hema hema li seranserê dinyayê tesîreke pir mezin li edebiyata cîhanê kirine. Lewra ev çîrok bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerkirin û digel van wergeran ev çîrok tesîrên xwe di çîrok, roman û di gelek qadên din ên neteweyên din de nîşan dane û ji wan re wek kahniyeke ku qet neçike çavkanîtî kirine. Tesîra van çîrokan ne bes di roja ku hatine naskirin de bi heman awayî di roja me ya îroyîn û di demên nêz ên berî vêgavê de bi şiklekî gerdûnî nîşan dide. Wek mînak UNESCO berî vê 11 salan sala 2014an wek “Sala Çîrokên Hezar û Yek Şevan” îlan kir û di heman salê de Kovara Fabula ya ku ji Almanyayê weşanê dike jî hejmareke taybet li ser navê van çîrokan derxist. Ji bilî vê yek ger li wan berhem û xebatên di vî warî de hatine nivîsîn bê nihêrtin ew ê bê dîtin ku derbarê van çîrokan de gelek werger, lêkolîn û xebat hatine kirin ku hejmara van li ser çend sedan dikevin. Ji ber vê tesîra gerdûnî ya Çîrokên Hezar û Yek Şevan em wek gotina dawî dikarin bibêjin ev çîrok di warê çavkanîbûnê de ji bo edebiyata cîhanê kahniyeke têr û tije av e ku digel çend qern ji ser kifşkirina wan derbas bûbin jî dawî lê nayê û girîngiya xwe ya di nav edebiyata cîhanê de wek roja ewil mihafeze dike.
ÇAVKANÎ
Akkonyunlu, Z. (1996). Binbir Gece Masallarının Türk Masallarına Tesiri, PAÜ. Eğitim Fak. Dergisi.,sayı: 1.
Abyar N. û Qasimnîma Ş.(1390) Çîrokên Şêrîn Hezar û Yek Şev, Weşanxane:Peydayeş,
Tahran, c.1.
_______________________.(1390). Çîrokên Şêrîn Hezar û Yek Şev, Weşanxane: Peydayeş, Tahran, c.2.
_____________________,(1390). Çîrokên Şêrîn Hezar û Yek Şev, Weşanxane: Peydayeş, Tahran, c.3.
Borges, J. L. (2000). Yedi Gece. İstanbul: İletişim Yayınları.
Ergül, A. (2000). Binbir Gece Masalları’nda Kadın, İstanbul Üniversitesi İletisim Fakültesi Dergisi sayı: 10.
Fabula. (2014). Preface to the Special Issue on “The Arabian Nights: Past and Present(Geçmişten Günümüze" Özel Sayı'nın Önsözü). Fabula, Cilt 45, Sayı 3-4 (Temmuz 2004).
Juile, E-F. (1993). Binbir Gece Masallarının Kaynakları, Marmara İletişim Dergisi, sayı:3, Çeviri: Prof. Dr. Alim Şerif Onaran.
Kasımoğlu, S. (2017). Binbir Gece Masalları'nda Kahraman İzleği Şehriyar'ın Farkındalık Yolculuğu. Ankara, Ürün Yayınları.
Levend, A. S. (1973). Türk Edebiyatı Tarihi, Cilt:I, Ankara. (Neqilker: Atiye Nazlı, Binbir Gece Masallarının Anadolu Türk Masallarına Etkileri Üzerine Bir Araştırma, Doktora Tezi.)
Onaran, A.Ş. (2004). Binbir Gece Masalları. İstanbul, YKY Yayınları,(werger e.)
Nazlı. A.( 2011). Binbir Gece Masallarının Anadolu Türk Masallarına Etkileri Üzerine Bir Araştırma, Doktora Tezi, Konya.
Nicholson, R. (2007). Binbir Gece. Atatürk Üniversitesi İlahiyat Dergisi, Erzurum, Sayı: 27, Çeviri: Prof. Dr. Süleyman Tülücü.
Ritter, H. (2011). Doğu Mitolojisinin Edebiyata Etkisi. İstanbul, Ayrıntı Yayınları.
Tassuci, A. (1388). Hezar û Yek Şeb. Tahran, İnşarata İlham, c.1.
_______ , Hezar û Yek Şeb. Tahran, İnşarata İlham, c.2.
Tülücü, S. (2004). Binbir Gece Masalları Üzerine(Seçilmiş Bir Bibliyografya ile). Atatürk Üniversitesi İlâhiyat Fakültesi Dergisi, 2004: sayı: 22.
Ulutürk, V. (1992). Binbir Gece(Yazarı ve ne zaman yazıldığı belli olmayan Arapça Masal Külliyatı). TDV Diyanet İslam Ansiklopedisi, c.6.