Beḥra remel, Beyta Wafî
Fa‘îlatun/ Fa‘îlatun/ Fa‘îlatun/Fa‘îlun
Salim, salim, salim, meḥzûf
Zahidê xelwetnuşîn, pabendê kir darê xwe ye
Tacirê reḥletguzîn, derbendê dînarê xwe ye
‘Aşiqê dilberḥebîn, dilbendê dildarê xwe ye
Da bizanî her kesek bê şubhe ẋemxwarê xwe ye
Bê ‘emel tu-j kes meke hêvî ‘etaya himmetê
Bê ẋered nakêşitin qet kes ji bo kes zeḥmetê
Kes nehin qet hilgirit barê te ew bê ucretê
Gerçê ‘Îsa bit ewî fikra ker barê xwe ye
Hoşiyar be da nekî ‘umrê xwe bê ḥasil telef
Lew ku nadit faîde mal, genç û ewlad û xelef
Maceraya Xudr û dîwarê yetîmê bû selef
Vî zemanî her kesek mî’marê dîwarê xwe ye
Ca nezer de tû bi pêla we kû waqi’ bit sewaş
Ger nebêtin îltifatê mewceê debr û me‘aş
Cundîyû rumbazê Faris naditin canê belaş
Sa‘eta serbazî, hêvî wî ji serdarê xwe ye
“Xanîya!” Zayi’ meke ‘umrê xwe ey nadan ‘ebes
Bê teleb nabî ji ‘işqê behremend ey bil-hewes
Sani‘ê mutleq ku nîne îltifatek wî bi kes
Lutf û îḥsan ji ewî derḥeq telebkarê xwe ye