Îsmê te ye mektûbê di dîwanê qidem da
Ḥerfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da
Eya Seydayê hêja! Hezar rehmet li gora we bit. Bi qasî ku em ji vê beyta we ya zêrrîn fêm dikin hûn li ser kevneşopîyeke qedîm dimeşin û beyan dikin ku navê Muhemmed Mustefa (selat û selamên bêhed û hîsab her li ser bin) di Dîwana Qidem yanî di Lewh’ul- Mehfûz de berîya her hebûnê hatîye qeydkirin. Berîya her tiştî û berîya teqwîmê, yanî berîya xulqandina zeman zanîna derbarê Hezretî Muhemmed de bi qelemê li wê lewheyê hatiye nivîsandin. Vêca Lewh’ûl-Mehfuz çi ye, mahîyeta wê çawa ne? Em baş tê nagihên lewra agahîyek ji alema xeybê ye. Li gorî hinek aliman ew defter û lewheyek ji alema xeybê ye ku navê her hebûnan, agahîyên derbarê wan de, tiştên ku bûn û tiştên ku dê bibin her li wê defter û lewheya Rebbanîya xeybî qeyd kirîne. Ew defter û lewhe berîya xulqandina zeman û mekan hatiye afirandin û berîya her tiştî navê Hezretî Muhemmed lê hatiye qeydkirin. Ya çêtir her Xweda dizane. Lewra ew Xaliqê hemî mexlûqatan e digel Lewh’ul-Mehfûz. Di vî warî de em teslîm dibin û heddê xwe dizanin. Lewra me îman bi Qudreta Xwedê anîye, em xwe dispêrin rehmeta Xwedê û tenê dibêjin Ellahû Ekber. Hezar rehmet li gora we bibarin eya Seydayê dilovan!
Eşkal û xetên daîreê nuqteê ‘ilm in
Ev neqş û mîsalên di xeyalat-i ‘edem da
Ellahû Ekber eya Seyda! El heq rast e ku ev nexş û nîgar û xettên ku ji xeyalatên tunebûnê dertên hebûnê, şekl û şemal digirin, dikevin reng û şeklekî, xet û xêz li dora wan vedigerin, dikemilin, ji alema manewî tên alema maddî, xet û xêz li dor wan vedigerin şekil digirin tev de noqte ango dilopek ji dilopê ilmê zatê La Yezal in ku bi emrê “Kun fe yekûn” ji tunebûnê anîye hebûnê. Lewra sînor ji zanîna wî re nîne. Di vî warî de Qur’ana mecîd beyan dike ku temmamên dehl û devî û darên alemê bibin qelem, behr jî bibin hubr dîsa nikarin sînorek ji ilmê zatê Layezal re deynin, rewşa ilmê wî bi awayeke kamil beyan bikin. Lewra ew dê biqedin beyana ilmê îlahî û asarên wî naqedin. Hemî hebûn û mexlûqat tenê nuqteyek ji nuqteya ilmê Xaliqê mexlûq in. El heq, amenna we sedeqna.
Mîm metle‘ê şemsa eḥed ayîne sifet kir
Lami’ ji ‘Ereb berqê li fexxar-i ‘ecem da
Belê Seyda! Ez bigorî. Rast e dema tîrojek nûranî ji herfa Mîm a Roja Ehed yanî ji îradeya wehdanîyetê ku îradeya Wahidê Ehed e serê xwe hilpekand û wek nûra Muhemmedî hat alema mewcûdîyetê, wesf û ewsafên wî di ayîneya sifetan de teyyîsîn, êdî qenaeta ehlê yeqînê di dil de rûnişt ku ew heq qasidê Xwedê û Xatem’ul-Enbîya ye, bi nubuweta wî re hukmê hemî hakim û hukumdaran betal dibin, nura Tewhîdê bi wî digihê kemalê û hemî pût û taxut sernigûn dibin. Lewra tîrojên wê nûrê ji welatê Erebîstanê birq vedan û li Qesra Busra ya li Şamê danîn, kufr û kufrîyat tev ji hev pelişîn bi wê nûrê. Hîleyên şeytan û şeytanperestan, sihrê sihirbazan tev de pûç bûn. Textê Kîsrayan hilweşî. Ma berf dikare xwe li ber tîna tîrojên rojê rabigire? Elbet na. Seydayê min! Ji ehlê kelamê gelek kesan ev agahî anîne ziman. Lê kêm kesan wek we bi du beytên kurt bi awayeke belîx karibûne vê heqîqetê bînin ziman. Yek ji wan kesan jî Şîhabuddînê Suhrewerdîyê meqtûl e ku ev mesela mîsalên nûrê û tîrojên ku ji nûrê peyda dibin beyan kiriye. Bawerîya me ew e ku hûn di vê beytê de li ser şopa Suhrewerdî dimeşin.
Da şahidê esma bi hemî wechî binasin
Yek mestê Semed kir bi yekî neqş-i senem da
Eya Seydayê evînê! Ez dibêjim mebesta we di vê beytê de ev e: Ji bo ku mexlûq wek şahid hemî navên Xwedê digel kunhîyeta wan navan binasin, sirra navên wî zatê Wahid û Ehed bi her wechî îlm’el-yeqîn tê bigihên Heq Te’ala hinek kesan mest dike ji bo sirrê navê xwe yê Semed, dike evîndarê Heq, hîdayet dike nesîbê wan û wan tîne li ser heqiyê. Li ber hinekan jî riya delaletê şîrîn dike, hubba pût û seneman dixe dilê wan û wan dişîne ser delaletê. Her du alî jî di vî warî de sûcdar nînin. Lewra îradeya Îlahî nayê nirxandin. Seyda! Ez wisa zen dikim ku di vê beytê de tesîra felsefeya Îbnî Erebî aşîkar e. Lewra di vê beytê de hem çûna însan a li ser hîdayetê hem jî çûna wî ya li ser delaletê wek îradeya Îlahî hatiye beyankirin û tê de hîkmetek hatîye dîtin ku ew jî nasîna kunhîyeta navên Xwedê ye. Li gor vê felsefê ehemmîyeta îradeyê zêde nîne, çi heq çi batil her tişt di encamê de ji Heq peyda dibe. Di heddê zatê xwe de tewhîda li gor sirrê Wehdetul-Wicûdê esas e. Bi rastî nirxandina vê felsefê meseleyeke dûvdirêj e. Lazim e di vî warî de bi cîldan kitêb bên nivîsandin. Ji xwe hem di leh hem jî di eleyhîyê vê felsefê de bi dehan kitêb hatine nivîsandin. Em xwendevanên kovara Banga Heq di vî warî de xwe dispêrin wan kitêban û meseleyê li vir kurt dibirin.
Yek girtiye zulfê we yekê xalê nûmaî
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
Belê Seyda! Heq Te’ala hinek kes kiriye mubtelayê zulfê yarê, derdê wan li ber wan şîrîn kiriye. Kesên ku bûne mubtelayên zulfê yarê qewî bi yara xwe girtine, rûh û canê xwe di oxirê de feda kirine. Bes para hinek kesan tenê hesreta rûyê yarê ketiye. Ev sirrek ji sirrê îmtîhanê ye ku ayîneya zelala Îskenderî ya ku her der û her tiştî nîşan dide daye Îskender û qedeha ku xemla dunyewî tê de xwîya dibe û xeman direvîne jî daye Cemşîd. Ji hîkmeta wî sual nayê kirin lazim e her kes ji nesîbê xwe razî be. Çi dabe kê elbet hîkmetek tê de heye. Madem Xaliq ewe dibe mexlûq her dayîna wî bo xwe wek nîmetek Îlahî bibîne û qebûl bike.
Erwaḥê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbaḥ-i di qendîl-i Ḥerem da
Eya Seydayê min! Bi rastî hûn warisên enbîya ne. Hûn ji me çêtir dizanin ku di her wext û an û hînan de însanîyet û hemî erwahên muqeddes muhtacê sîwana tewhîdê û rêberîya enbîyaya ne. Nexasim bi wesîleya dahatina wehyê şev û rojan qedr û qîmet girtine. Leylet’ul- Qedra ku di meha Remezanê de ye jî qedr û qîmeta xwe ji dahatina wehyê wergirtiye yek ji wan şevan e. Erwahên muqeddes yanî milyaket di wê şevê de dadikevin li ser rûkê erdê. Wehya îlahî di wê şevê de nazil bûye, alem ron kiriye ji tarî û zulumatê. Her wiha di her Leylet’ul-Qedran de erwahên muqeddes liqaya Nûra Muhemmedî ji Heq Te’ala dixwazin da ku bi dîtina wechê Muhemmed Mustefa muşerref bibin. Ji xwe ew ew Nûra Muhemmedî ye ku bi wesîleya wehya Îlahî di wan qendîlên Mekkeya Mukerrem de ronî dide, dibiriqe, ew ronahî û şewq, bala her kesî bi bal xwe ve dikşîne û vedixwîne bi bal xwe ve. Berê her Muslumanî di nimêjan de ber bi Mekkeya Mukerrem ve dikşîne. Înşallah dê di roja mehşerê de jî li ser Hewza Kewserê, li gel wî, di bin ala wî de biçin huzura Heq Te’ala. Bes ji bo pêkhatina vê yekê jiyaneke li gor sunneta nebewî û wehya Îlahî lazim e.
Da weqtê liqayê bi te ḥey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Eya Seyda! Elbet her tişt bedêlek ji însan dixwaze. Di vê jiyanê di hîç mukafatek bê zehmet nîne. Her kes yarek dipejirîne û can dil dixe oxirê. Ji bo ku em li ser Hewza Kewserê bigihên Nebî û bibin ummeta wî her wekî ku hûn jî di vê beytê de beyan dikin ji nûha ve pêşînen wek neqd lazim e em rûh û canê xwe, mal û milkê xwe digel hemî heskiroxên xwe wek selem di oxira Îslamê de, di oxira tebliğa tewhîd û peyama nubuwetê de serf bikin da ku li axretê di roja hevdîtinê de em karibin bi îkrameke Îlahî li gel Resûlê Xwedê bi jîneke ebedî û bextewar jîndar bibin û xelas bibin ji fenayê. Bes ev rê ne rêyeke hêsan û rahet e. Elbet gelek tade û eziyet, gelek zor û zehmet di vê rê de hene û li benda me ne.
Yaqûtîfiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefḥe ê elmas-i ku neqqaşî reqem da
Eya Seyda! Bi rastî boyaxa herî xweş û baş her a Xwedayê Teala ye. Li ber kemala hunera hunermendê hunermendan her huner kêmasî ye. Kemala ku serkaniya xwe ji kemalatên Wahidê Ehed wernegire bê kemal e. Her wekî hûn jî di beytê de beyan dikin dema ku Neqqaşê Ezel çav û birîyên yarê wek elmaseke giranbiha dixemilîne bi nexş û nîgaran, kevirên yaqût ji kefa destê yaqûtfiroşan dikeve û dişikê, hîç bihayek xwe namîne. Lewra her tişt kemal û qîmeta xwe ji siya kemalata Wahidê Ehed werdigire. Êdî lazim e îbad xwe bi kemalatên îlahî bixemlînin ku ew jî zuhd, teqwa, teslîmîyet, meşa li pêy pêxemberan e di bin sîbera wehya îlahî de.
Ya Reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subḥaneke len uḥsiye fî şe’nîke ḥemda
Eya seyda! Ez li vir tenê beyta te dubare dikim û ji dil û dibêjim: Ya Reb! Bi çi rûyî dê karibim devê xwe ji bo hemd û senaya te vekim, ev ne mimkûn e ez nikarim ji heddê min der e. Tu her Subhan î, ji her kêmasîyan pak û bêrîyî. Bi rastî ez çi qas bixwazim jî ji heddê min der e ku ez karibim pesnê te bidim û wesfên derbarê te de bibêjim û bijmêrim. Lewra tu Ellah î, tu Rebb î, tu Subhan î, tu Rezzaq î, tu Xaliq î, tu Rehîm î, tu Rehman î, tu Ehed î, tu Semed î. Ne heddê min e ku ez karibim pesnê te bidim. Ellahû Ekber, Ellahû Ekber Kebîra. Temmamê hemd û senayan her layiq û babaetên te ne. Her wesf û ewsafê te, her îş û karê te, her nîmetên te, her şe’nê te ji her kêmasîyan bêrî ye. El-Hemdû lîllahî Rebbîl-Alemîn...
Minnet ji Xudayî ku bi ‘ebdê xwe Melayî
Iksîrê ẋema ‘işqê, ne dînar û dîrem da
Eya Seyda! Bi rastî dewlemendîya rast tenê tegihîştin û wuqufîyeta sirrê evînê û teslîmîyeta emr û nehyên Heq Teala ye. Temmamê mal û milkan digel rûh û can gorî bin di vê oxirê de. Rizqê herî qenc di dinê de bo însan li vê dinyayê sirrê evîna Îlahî û têgihîştina heqîqeta tewhîdê ye. Dewlemendî û gencîneya herî payeberz her ev e li vê dinyaya fanî ne dînar û dîrhem û zêr û zîv in. Bes îksîra vê jî xemxwarina heq û heqperestîyê ye. Çawa ku bi îksîrê sifir dibe zêr her wiha bi xema eşqa îlahî mirov qîmetdar dibe, dibe eşrefê mexlûqatan. Eya Seydayê min! Hezar rehmet li we bin, sirrê xema işqê ye ku navê xistiye nav deftera nemiran û bi sed salan e ku insan bi rehmet we bi bîr tînin û beyt û ristên we di dîwanan de dixwînin….