Di edebiyata Kurdî de, Mem û Zîn wekî kevirê bingehîn (granît) ê klasîk tê qebûlkirin. Ehmedê Xanî di sedsala 17’an de ev mesnewiya lîrîk û felsefî nivîsandiye; tê de evîna trajîk a Mem û Zînê wekî sîmgeyek ji bo dilsoziya neteweyî û kûrahiya zanista Îlahî bi kar aniye. Xanî rûmeta ku dide zimanê Kurdî û armanca xwe ya nivîsandinê di van rêzikan de pir xweş diyar dike:
"Safî şemirand vexvarî durdî / Manendê durrê lîsanê Kurdî"
Xanî li vir dibêje ku wî hemû zehmetî û durdîya (tortu) vî karî vexwariye, da ku zimanê Kurdî wekî gewherekî (durr/inci) zelal derxîne holê. Xanî dixwest bi vê berhemê îspat bike ku Kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye, lê zimanê "safî" û "gewherî" yê helbestê ye jî.
Gotinên ku em ê li vir analîz bikin, ji destpêka vê berhemê ne. Xanî di van beytan de nêrînên xwe yên li ser "hebûn" û "afirandinê" bi zimanekî hunerî tîne ziman. Fêmkirina van rêzikan, ji bo têgihîştina asta fikrî ya şair û nêrîna wî ya li ser gerdûnê mifteyeke sereke ye.
Em dikarin van rêzikan bi vî rengî bi me’ne (şirove) bikin:
- Ey Xaliqê erd û asîmanan: Ey ew zatê ku erd û asîman afirandine...
- Wey Raziqê cumle ins û canan: Ey ewê ku rizqê hemû mirov û cinan dide.
- Mulk û melek û felek bi carek: Mulk (tiştên tên dîtin), melek û sîstema stêrk û gerstêrkan bi carekê, yanî bi gotina “Kun” (Bibe).
- Bilcumle te çêkirin tebarek: Xwedayê mezin û pîroz e yê ku ev hemû afirandine.
- Lewh û qelem û sewabit û erş: Lewhê Mahfûz, qelem, stêrkên sabit û erş...
- Eywan û nebat û me’den û ferş: Gerdûn, şînkayî, maden û rûyê erdê...
- Zahir kirin ev qeder senaî’: Te evqas huner û hikmet derxistine holê (eşkere kirine).
- Peyda kirin ev qeder bedaî’: Te evqas tiştên bêhempa afirandine.
- Her yek ji adem kirin te peyda: Te hemû ji tunebûnê (adem) anîne hebûnê.
- Ibda’ kirin te bê heyûla: Te ew bêyî maddeyekî pêşîn (heyûla) afirandine.
- Filcumle çi ewwel û çi axir / El-qisse çi mu’min û çi kafir: Bi giştî, çi ya pêşîn be çi ya dawîn; bi kurtasî, çi bawermend be çi jî kafir be;
- Her yek ji te ra we bûne mezher: Ev hemû ji bo Te bûne neynik (ciyê dîtina teceliyan).
- Ew reng di wan tu bûyî muzmer: Tu bi her awayî di nav wan de veşartî yî (lê bi nîşanan xuyayî yî).
Şirove û Analîz Ehmedê Xanî di van beytan de behsa tewhîdê dike. Dibêje ku: Li jor û jêr çi hebe, xaliqê wan hemûyan Xweda ye. Çi tiştên maddî û çi yên manevî, hemû ji tunebûnê (ji ‘edemê) anîne wicûdê. Ji xeynî Wî tu kesî ev tişt neafirandine. Xwedê ev ne ji "heyûlayê" (materyala pêşîn), lê ji tunebûnê afirandine.
Xanî bi vê nêrînê bersiva -bi taybetî felsefeya Meşşaî ku afirandinê bi ‘heyûla’ re têkili dike- dide. Xanî li dijî vê nêrînê ye ku afirandin şertdar bi maddeyekî pêşîn be. Xanî bi gotina “Ibda’ kirin te bê heyûla” dibêje ku: Dema Te; erd, asîman, îns, cin û pergalên gerdûnê afirandin, destpêka wan ne bi maddeyekî amade bû. Te ev hemû ji tuneyiyê çêkirin.
Xanî nîşan dide ku Xwedê yek e û Xaliqê her tiştî ye. Her wiha ew Raziqê hemû îns, cin û heywanan e. Her çiqas di van beytan de navê heywanan derbas nebe jî, îns û cin nîşaneyên zindîbûnê ne û zindiyên din jî di bin vê sîwanê de ne. Dema Xanî dibêje Xwedê "Raziq" e; nîşan dide ku Xwedê hem "Îlah" e hem jî "Reb" e. Yanî hem afirandiye (Uluhiyet), hem jî her gav bi rê ve dibe û xwedî lê derdikeve (Rububiyet). Ne wusa ye ku afirandiye û dev jê berdaye. Ev jî bersiva li dijî “deîzmê” ye.
Encam
Ehmedê Xanî di van beytan de nexşeya gerdûnê û felsefeya hebûnê bi awayekî kamil xêz dike. Xanî di vê beşê de du xalên bingehîn derdixe pêş:
Li dijî Felsefeya Kevn: Xanî bi xurtî li dijî teoriya "heyûlayê" derdikeve û îspat dike ku Xwedê gerdûn ji tunebûnê (ji ademê) afirandiye. Ev yek nîşana qudreta Xwedê ya bêsînor e.
Yekîtiya di nav Pirrengiyê de: Bi navê "mezher" û "muzmer", Xanî diyar dike ku her çi qas em di gerdûnê de hezaran reng û cureyên cuda (ewreng) bibînin jî, bingeha wan hemûyan yek e. Her tişt neynikek e ku sifetên Xwedê tê de diyar dibin. Ev şîrove bi rêzekî ku nêzîkî wahdet-ul wucûdê ye, tê xwendin.
Xanî bi vê nêrînê, di navbera Xaliq û mexlûq de pireke kûr a manewî ava dike. Ew dibêje ku her tiştê em dibînin, di eslê xwe de nîşana wî "Yek"î ye. Ji ber vê yekê, di felsefeya Xanî de "Hezkirina ji bo her tiştî" (mirov, tabîet, heywan) heye, çimkî di her tiştî de şopa wî "Yek"î dibîne.
Bi kurtasî; nêrîna Xanî nêrîneke tewhîdî ye ku tê de gerdûn, ne tenê madeyek e, lê "pirtûka xwendinê" ya naskirina Xwedê ye.