- Axayok Kî Bû û Kengî Jîyabû?
Tête zanîn ku Axayok xelkê gundê Bêdarê ye, Bêdar gundekê devera Sipayîrtê ye, Sipayîrt nahîyeka qezaya Hîzanê ye li wilayeta Bidlîsê. Gundê Bêdar dikevite di navbera bajêrê Hîzan û Muksê da.
Jîn û serhatî û esl û hêvênê Axayok heta nuke bi berfirehî nehatîye zanîn, belê ji wê şi’ra wî ya ku wî bi mirina du kurên xwe vehandî diête zanîn ku ew yek ji kurên sedsala diwazdê hîcrî (hejdê mîladî) ye. Axayok di vê şi'ra xwe da aşkera diket ku du kurên wî pêkve li rojeka meha Nîsanê ku roja şenbîyê bû ji sala 1140 hîcrî (1728 m.) miribûn. Ew li cihekê dî ji şi'ra xwe aşkera diket ku kurekî wî sêzde salî bû û yê din pazde salî bû. Me'na; kêm kêm jîyê Axayokî li wê salê divêt nêzîkî çilî bit, ji vê çendê aşkera dibit ku dûr nîne bûna wî li dorên sala 1100 Hîcrî (1688 M.) bit. Ji wan parçeşi'rên wî yên ku me li vêrê kom kirîn bo me aşkera dibit ku Axayok nasnavê xwe yê şi'rî kiribû Xeyn Elîf ku du herfên navê wî ne, dibit ew bi vê çendê yê daxbar bûye bi Feqîyê Teyran ewê leqebê xwe kirîye Mîm û Hê. Ji vê çendê zêdetir heta nuke em tiştekî ji serhatîya wî nizanîn!
- Axayok: Şa'irê Rexnegir
Me got ku heta nuke bi tenê sê çar şi'rekên Axayokî hatîne dîtin û şi'rên wî yên din hêşta li bin toza jibîrkirinê ne di nav berperên berze da. Ji edebê me yê klasîkî û ji wan şi'rên wî yên kêm aşkera dibit ku hesteka rexnegiriyê li nik Axayok hebûye. Rexneya li zemanî û li kurên zemanî bi aşikarî di helbestên wî de xwîya dibitin. Eve jî didit zanîn ku dest û darê xirabiyê li demê wî belav bûye. Eve rexne hindê digehînitin ku Axayok ji wan şai'ran nebûye yên pişt dane waq'î û di hindek burc û kelatên xeyalî da jîya ne, belkî wî xem ji sererastkirina waq'î dixwar û bi çavê çakkirina dest û darên xirab berê xwe dida zemanî û xelkê zemanî jî.
Gelek şa'ir hene, dema em şi'rên wan dixwînîn em dibînîn ew tîrên kerba xwe diweşînin zemanî û her saloxetekê kirêtê hebit, ew bi zemanî radidin û dibêjin: “Zemanê xayîn e, wextê xirab e, dinya ya pûç e...” û hwd. Belkî mexseda gelek ji wan bi zemanî kurên zemanî bit, belê ji ber her egereka hebit ew vê mexseda xwe li pişt perdeyên kînayet û mecazê vedişêrin, kêm şa'ir hene vî perdeyî ladiden[1] û tîrên xwe êsker diweşînine xudan sûçan. Bi hizra min Axayok êk ji wan e.
- Kund jî Birayê Bazî ye û Rexneka di Cihê Xwe da
Şi'reka klasîkî ya hêja heye, ewa hatîye dîtin ji du parçeyan pêk dihêt, şa'ir tê da rexneyeka dijwar û di cihê xwe da ji bo hindek texeyên civakî araste[2] diket, ewên durwîatîyê bi kar tînin. Hewce naket em li dor naveroka vê şi'rê baxivîn. Çunkî em wê bi xwe dê li ber destên xwandevanan danîn. Bi tenê min divêt bêjim; ev şi're bo çar kesan dihête paldan. Dîyarde ku paldana şi'rekê bo pitir ji şa'irekî di edebiyata me ya klasîkî da gelek diête dîtin. Dûrî aqil nîne yek ji egerên belavbûna vê dîyardê ew bit ku şa'irek da êt şi'ra şa’irekî berî xwe yan hevçaxê xwe bo xwe binivîsit bêyî îşaretê bidete navê şa'irî. Piştî wî kesekê dî da êt û wê şi'rê bi xetê wî bînit da hizir ket ew şi'r ya wî şa'irî ye û bo wî pal det. Bi taybetî eger dûmahîya şi'rê ku nasnavê şa'irî tê da diêt nehatibit. Ev şi'ra nuke ku em dê veguhêzîn: (Kund jî birayê bazî ye)[3]yek ji wan şi'ran e ku bo van her çar şa'iran hatîye paldan: Axayokê Bêdarî, Mela Xelîlê Sêrtî, 'Ebdurrehman Axayê Şernexî ewê bi nasnavê Axayê Sor diête nîyasîn û Salihê Begê Hênî. Belê bi hizra min bi xwe ev şi're pitir ji hejî Axayokî ye ji ber du egeran:
Yek: Deqê vê şi’rê di Destnivîsa Mela Xelîlê Sêrtî da hatîye (ku li sala 1778 m.) hatîye nivîsîn. Şêx Cuneydê Zûqeydî jî wê ji mela Xelîlî vediguhêzit û dibêjit: “Min guh lê bûye ku ev şi're ji vehandina bapîrê min e her çende wî li ser nenivîsîye ku ew şi'r ya wî ye. Ez dibêjm; her kesekê ku şi'rên Mela Xelîlî xwandibit û uslûbê wî dîtibit dê bizanit ev şi're gelek dûr e ji uslûbê Mela Xelîlî.”
Du: Salih Begê Hênî û 'Ebdrrehmanê Şernexî her du jî piştî Mela Xelîlî ne.
Hebûna vê şi'rê bi xetê Mela Xelîlî hindê digehînit ku misoger ev şi're ne ya wan her duwan e. Hewe me li deqa jorî da beyan kir ewe ne ya Mela Xelîl e jî dimînit Axayok bi tinê.
Heja ye em bêjîn[4] ku ev şi're li ser kêşa receza musemmen hatîye danan û tef'îla çarê û heştê di her malikekê da ya bûye: mustef'îlun. Dibit dûmahîya vê şi'rê keftî bit çunkî nasnavê şa'irî li dûmahîyê nehatîye lê 'edetê şa'irên me yên klasîkî ew bû ku wan navê xwe yan nasnavê xwe yê şi'rî li dûmahîya şi'rên xwe diînan.[5]
XEZEL
Kund jî birayê bazî ye, eylok dibê terlan im ez[6]
Sûret ji rengê ziblî ye reşreş dibê, mercan im ez
Tawus bi wî şeklê melîh şermende ye ji saqê d’ reş
Li wê qijika gûxwer binêr, qijqij diket elwan im ez
Şêrê ji heft babê xwe şêr, de'wa bi şêrtî naketin
Tûlê pisê heft kûpekan 'ew'ew diket eslan im ez
Qûnê neşêt satir[7] biket, 'ewret ji pirçê satir e
Li wî keçelê parsek binêr, xaqan sifet sultan im ez[8]
Nanê cehî têr naxutin, tiştek di sifrê da nîye
Sinbêl û çavan bel dikit, sûbaşîyê qewman im ez
Ferqa tehûr û tahiran, ew ger nezanîtin çî ye
Şaş daye ser heft mêzeran go: Se'dê Teftazan im ez[9]
XEZEL
Fedl û kemal û me'rîfet ger dê bi şaşa gir bitin (bîya)
Cismê kulindê ser mezin dê Qazî Beydawî bîya[10]
Fedla terîq a Qadirî ger şeq şeq û hey hey bitin
Ew çeq çeqa aşî yeqîn dê Xewsê Geylanî bîya[11]
Fedla terîqa Neqşebend ger dê bi şorba germ bitin
Ew kefçîya şorbe di nav dê Şeyxê Bestamî bîya[12]
Fedl û kemala zahidan ger ew bi rih bihata wucûd
Ew nêrîyê lihîye teweyil dê bêguman sûfî bîya
Fedl û kemala sûfîyan ger fiz fiz û hey hey bitin
Ew qitika ser cemedê dê Şeyxê Sen'anî bîya[13]
Fedl û kemala feqîyan ger dê di medresê bitin
Ew deluka di ratiban dê Îmamê Şafi'î bîya[14]
Fedl û kemala 'abidan ger dê bi libsê sûf bitin
Qismê beranê pir hirî dê Qutbê Rebbanî bîya
Fedl û kemala sûfîyan ger dê bi lerz û cezbe bî
Ew şûşeya zîbeq di nav dê Ehmedê Camî bîya[15]
- Axayok û Şahdeyîya Wî li Ser Zemanî
Gelek şa'ir hene gazindeyê ji zemanê xwe diken, ew bi xwe bi rastî gazindeyê ji xelkê zemanê xwe diken, demê dibînin kesên bêxêr û bêesl têne pêş û kar dikevine di destan da û mirovên camêr û jêhatî diêne paşêxistin. Demê direwker û mudde'î li meydanê mişe[16] dibin; li meydana mêrînîyê, evîndarîyê, camêrîyê û heta dîndarîyê jî kesên rastgo wek direwîn[17] diêne nasandin…
Li van renge zemanan xudanhizr ji şa'ir û nivîseran diêne pêş û gotina xwe dibêjin, bila kes guhdarîya wan neket jî, ya giring ew e ew wijdana xwe rihet diken û bo şahdeyîya li dîrokê axaftina xwe dibêjin. Axayokê Bêdarî jî êk ji wan şa'iran bû. Ew di vê şi'ra xwe da şahdeyîya xwe li ser zemanê xwe didet.
Nuke kerem ken digel deqa[18] şi'rê:[19]
XEZEL
Ê ji ezel sehkirî tama meya cananekê
'Aqibet dê firr bikit dîsa ji dest fincanekê[20]
Muqabilê 'aşiq nebit esseh ne cewherdan e ew
Lê nizanit husn û xûbê kî didit insanekê
Ê ji 'işqê bêxeber bit ademî nabit hisab
Lê ne 'aşiq bit li malî, yan li ker hinbanekê[21]
'Aşiqê kamil ew e perwa bi cerha[22] dil nekit
Ger ji çavan xûn bibarit her wekî şetanekê
Şekweya lew ez dikim îro ji vê dewra kuhen[23]
Rastî nabit, keçrewe her ma li ser gerhanekê[24]
Xesteyê tîra firaqê ji mehweşê mehcûr e her
Mudde'î herdem ji dest dilber dixut dermanekê
Hemser in şêrîn kelam in dil bûye behra durra[25]
Qet nehin vêkra muwafiq xweş bikin seyranekê
Yarîya sadiq di vê 'esrê bi kes ra kes nehin
Yan ji tirse yan ji hêvî yan ji ûmêda nanekê[26]
Ehmeqê naehl û nahemwar û teb'et bed mudam
Hemnefes yan hemqefes hevrê xudan iz'anekê
'Alimê cumle 'ulûman dil bûye deryayê 'ilm
Bê li nik xelqê me dê kes nake ber garranekê[27]
Cahilê echel[28] ku lefza dev bi teqlîdê durist
Ew kû dê sahib qedr bit her wekî sehbanekê[29]
Kerkesê mûn û keçel dê çîte rava ordekan
Teyrekê seydê nema şahîn divê şumqarekê[30]
Tazî espê serfirazî ê li meydanê bimeş
Ling şiqaq e pişt kul e pir 'aciz e ji kurtanekê[31]
Bargîrê bê esl esla nedî zîn û rikêb
Vî demî sahib qutas e qaim e li meydanekê[32]
Rûbeyê penhanê wehm û xewf û tirsa tûleyan
Lefzen hala dibê, dê çim rîya eslanekê[33]
Bazîyê tîxûn ji seydê dûre bê çeng û perr e
Kerkesê xwarin necis çû ser cihê terlanekê
Êdi muhtacî sualê bûne paşa vî demî
Dewlemendê pir kerem muhtacî nan û avekê
Şakirek nîne ku madih bit bi dana serweran
Sahib ikramek bi dil ser lê bikit ihsanekê
Yê ku roja kuştinê de'wa serê Rostem bikit
Bê wezîf û qismet e teşbîhî sergerdanekê
Ê qebûl kit êk li piştê ew li pêş e daima
Belku dê sahib 'elem bit her wekî sultanekê
“Xeyn Elîf” lew şa'ir e kes nîne peyda vî demî
Guftugo mewzûn bikit bînîte ber mîzanekê
[1] Ladiden: Radikin
[2] Araste: Pêşkêş, raber, zelal, aşkere
[3] Seydayê hêja Muhemmed Emîn Borzarslanî gotarek bi navê “Li Ser Du Helbestên Balkêş” nivîsîye, tê da behsê vê şi’rê diket û ev gotare di hejmara 73/74ê da ji kovara Nûbiharê belavbûye, li Nîsan/Gulan sala 1999.
[4] Hejî ye bêjîn: Hêjayî gotinê ye ku em bêjin
[5] Ev şi’re me ji van jêderan wergirtîye: yên destnivîs: destnivîsa Mela Xelîlê Sêrtî û ya Şêx Cuneydê Zûqeydî û ya Mela Ehmedê Cewzî. Û yên belavkirî: Dîwana Cami’ ya Mela Ehmed Hilmîyê Qoxî û kitêba destpêka xwendinê ya Dr. Kamiran Bedirxan û Keşkola Kurmancî ya Celîlê Celîl û kovara Nûbiharê jimara 71.
[6] Di daneya “Cewzî” da “elkok” hatîye, terlan: bazê mezin.
[7] Satir: Nuxumandin
[8] Ev malike di daneya “Cewzî” bi tinê da hatîye.
[9] Se’dê Teftazanî (712-793 koçî) êk ji zanayê navdar e, xelkê Xorasanê ye, kitêba wî “Şerhu’l-Eqaîd el-nesefîye” li medrese û mizgeftên Kurdistanê dihate xwendin.
[10] Qadî Beydawî (?-685 koçî) Ebdullahê Şîrazî, zanayekê tefsîrê yê navdar e.
[11] Xewsê Geylanî mexsed pê Şêx Ebdulqadirê Geylanî ye.
[12] Di hindek daneyan “dîzka” li şûna “kefçiya” hatîye û “Bestamî (188-261 koçî) Ebû Yezîd, sûfîyekî navdar e.
[13] Ev malike jî di daneya “Cewzî” bi tinê da hatîye.
[14] Di hindek daneyan ev malike bi vê rengê ye:
Fedl û kemala feqîyan ger bi bejna dirêj bîya
Mislê mînara Mûsilê dê bê gûman feqî bîya
[15] Ev herdu malikên dumahîyê di daneya Şêx Cuneydî bi tinê da hatîye.
[16] Mişe: Pir, gelek, zêde
[17] Direwîn: Virrek, derewçî, derewgo, Derewîn
[18] Deq: Metin, tekst
[19] Ev şi’re me ji sê jêderan wergirtîye, ew jî ev in: “Tarîxu’l-Ensab” ya Mîr Salih Begê Şêrwanî berper 141-142 û “Keşkola Kurmancî” ya Celîlê Celîl, berper 67-68 û “Kelhên Ava” ya Se’îd Dêreşî, berper 269-272 û bo zanîn di daneya Dêreşî da em li dûv wêneyê destnivîsê çûyîne ewê di kitêbê da heyî.
[20] Ye’nî: ew kesê zemanê minnet lêkirbit û rê dabitê ew tam biket meya lêvên dilberê, her rojek dê êt û ew fincaneka dî ya nexoş “fincana mirinê” bi wî bidete tamkirin û wê xweşîyêbo wî nehêlit!
[21] Di daneya Celîlê Celîl da bi vê rengê ye: yan li gel hem yarekê.
[22] Cerh: Birîn
[23] Dewra kuhen: Serdema kevn
[24] Di daneya Celîlê Celîl da li şuna “gerhanekê” peyva “dewranekê” hatîye.
[25] Di daneya Celîlê Celîl da “Behra ‘Umman” li şuna “behra durra”hatîye. Me’na: ew hevkûfên gotin şîr in û dilê wan weke behra durr û mercanan nagehine êk û pêk ve seyranên xoş naken!
[26] Yarîya: evîna û di daneya Dêreşî da “canekê” hatîye.
[27] Di daneya Dêreşî da hatîye: “bel linik xelkê bedî”û xelkê bedî, ye’nî: mirovên xirab û di daneya Celîlê Celîl da “bên li nik xelkê bûyî hatîye û xelkê bûyî ye’nî: mirovê heyî û dewlemend.
[28] Cahilê echel: Cahiltirînê cahilan
[29] Sehban “Sehbanê Wailî”: Mirovekî navdar e li nik ‘Ereban bi ‘eqildarî û rehwanbêjîyê û di daneya Dêreşî da nêv malika duyê bi vê rengê ye: nezed’ama (?) vê zemanê çêtir e ji sehbanekî.
[30] Ev malike bi tenê di daneya Salih Begê da hatîye.
[31] Di daneya Dêreşî da “taze” li şuna “tazî” hatîye û “her” li şuna “ê” hatîye û di daneya Celîlê Celîl da bi vê rengê ye: esbê tazî serfirazî her li meydanê bimeş…
[32] Di daneya Dêreşî û Celîlê Celîl da li şuna “bêesl” peyva “walida” hatîye. Û di daneya Celîlê Celîl da “serxoş e” li şuna “qaime” hatîye û di daneya Dêreşî da “daîma” li şunê hatîye.
[33] Di daneya Dêreşî da hatîye: rûbeê penhan ji xewfa tûleyan û di daneya Celîlê Celîl da hatîye: rûvîyê penhan ji xewfa tûleyan sebrê nekê.