4ê Adarê salvegera 829emîn a wefata Selaheddîn e. Tevî derbasbûna ew qas sedsalan jî, civaka Îslamî ew ji bîr nekiriye û bi yekdengî wî bi dilovanî bi bîr tîne.
Di sedsala 4an a Hicrî/sedsala 9an a Mîladî de, krîza rewşenbîrî ya Misilmanan veguherî krîzeke siyasî. Îsmaîlîyet, ku di nav bê xemîya dadgeha Ebbasiyan de, bi taybetî jî şaxa wê ya di Kermatiyan de xurttir bûbû, rojhilat û başûrê Cezîra Erebî veguherandibû navendeke bê bextiyê ji bo alema Îslamî. Di vê navberê de, li Bakurê Afrîkayê, wan dewleteke bi navê Fatimî ava kir, Misir fetih kir û têkiliya di navbera rojhilat û rojavayê alema Îslamî de qut kir.
Di sedsala 11an a Mîladî de, Împeratoriya Bîzansê li dijî Misilmanan, yên ku bi mûsîbeta Îsmaîlî mijûl bûn, serdestî bi dest xist û heta derdora Helebê pêş ket. Dewleta Fatimîyan bi Bîzansê re hevkariyê kir. Dema ku Bîzans ji bakur ve zext li alema Îslamê dikir, Fatimîyan jî ji rojava ve zext lê dikirin. Dema ku Bîzans neçar ma ku vekişe Anadolê, beşa rojavayê cezîra Erebî ket destê Fatimîyan. Di dawiyê de, di dawiya wê sedsalê de, artêşên Xaçperestan, berhema hevpeymanîya Filleh a Bîzansî-Ewropî, ji sahilê Deryaya Spî ya ku ew xistibûn bin bandora xwe gihîştin Qudsê, ku hîn jî di bin kontrola Fatimîyan de bû. Fatimî ji bo ku di şerr û di îxtîlafa li nav xwe de bê rehm bûn, li ber çavên Xaçperestan bûn mîna pisîkan, Qudsê bêyî şer teslîmî wan kirin.
Selahaddîn dema ku çû Misrê da ku wê ji ketina destê Xaçperestan biparêze hîn sî salî nebû. Ew hinekî ji sî salî mezintir bû dema ku bû Wezîrê Mezin, li şûna apê xwe Şîrkuh, ku demeke kurt piştî fetha Misrê wefat kiribû. Wî dawî li desthilatdariya Fatimîyan a li Misrê anî, qesrên burokratên kêfxwaz û zindanên ku muxalifên wan li dijî hev ava kiribûn, veguherandin bi bal medreseyan ve.
WÎ, JI BO ÎXTÎLAF JI HOLÊ BÊN RAKIRIN HER DAÎM HEWL DA
Salên pêşîn ên Selaheddîn ku wezîrê Misrê bû, dijwar bûn. Bi dijminên navxweyî û derveyî re rû bi rû ma. Di vê serdemê de, wî hevpeymaniya Bîzansî-Xaçperestan têk bir, zirar da Xaçperestan û bi bermahiyên serhildêr ên dewleta Fatimîyan re mijûl bû. Qebûlkirina wî ji hêla alema Îslamî ve, ku di nav dewlemendiyê de îxtîlaf derdixistin, ne hêsan bû. Lê wî her gav, hêz û dilovaniya xwe wekî şûr li dijî îxtîlafê bi kar anî, her gav hewl da ji bo agirê îxtîlafê vemire.
Dema ku wî Misir fetih kir, ew kesên ku dixwestin wî li hember malbata Fatimîyan hişk bikin guh neda wan. Bi ser de jî dema ku ew neçar ma bi tundî li dijî bermahiyên malbata Fatimîyan ên ku li dijî wî serî hildane şer bike jî, wî ew kesên ku êdî ne kesên zirardar bûn wekî leşker bi kar anî û ew tevlî artêşa xwe kirin.
Dema ku Selahaddîn di sala 1174an de piştî wefata Nûreddîn Mehmûd Zengî derbasî Sûriyeyê bû, ew rastî burokrasiyeke bêserûber hat. Beşeke girîng ji rayedarên payebilind xuya bû ku li benda wefata Nûreddîn Mehmûd Zengî bûn da ku vegerin ser ‘adetên xwe yên kevin. Li Mûsilê, biraziyê Nûreddîn Mehmûd, Seyfeddîn Xazîyê Duyemîn, wefata apê xwe bi şahiyan pîroz kir, kevirê fermanan di mizgeftê de şikand û bi mesrefên ji berîka xwe şahiyên araqê da lidarxistin. Kurê Nûreddîn Mehmûd ê yanzdeh salî wekî sultan hate îlankirin û hat birin Helebê. Li Helebê, Îsmaîlîyên herêmî desthilatdarî bi dest xistibûn. Fraksiyona Heşaşîyan, ku ji nakokiyên navxweyî yên di navbera Îsmaîliyan de derketibû holê, bi rêya Reşîdeddîn Sînan, ku ji Keleha Alamutê hate şandin herêmê, xurt bû. Wan bi Xaçparêzan re hevpeymaniyek çêkir û ev hevpeymanî bi rêya Xaçparêzên Antaqyayê berfireh bû da ku rêveberiyên Heleb û Mûsilê jî di nav xwe de bigire. Selahaddîn her tim Xaçperestan wekî sûcdarên sereke yên vê hevpeymaniya xerab didît. Lê dema ku ew bi neçarî bi rêveberiya Mûsil-Helebê re rû bi rû ma; wî, merhemet derxist pêş û têkoşîna wan a li dijî Xaçperestan bi bîra wan anî.
Dema ku di sala 1175an de li Tel-Sultanê li rastî artêşên hevpeymaniya Heleb-Mûsilê hat, ji leşkerên xwe re got: "Wan nekujin; ew birayên we ne." Wî leşkerên ku di şer de girtibûn, bijartina mayîna li cem wî an jî çûyînê da ber wan û ji bo kesên ku dixwestin biçin hesp û xwarin peyda kir. Seyfeddîn Gazîyê duyemîn ku konê wî hatibû girtin, çûkê wî yê nav malê li dû wî şand. Li hember van qenciyan, hevpeymaniya Mûsil-Helebê ji bo ew li Ezazê ji teref Haşhaşîyan ve bê kuştin amadehî kir. Selahaddîn ji mirinê filitî, lê wî têkoşîna xwe ne li ser Heşşaşiyan, ne jî dema xwe bi şerê wan re derbas kir.
Misilmanan wê rojê du pirsgirêkên wan ên mezin hebûn: Hezkirina pereyan û tîbûna ji bo nakokiyan. Selaheddîn pereyên ku ketin destê wî, tevî yên ji xezîneyên Misrê, bêyî ku guh bide rexneyên emîran, li gel belav kir. Wî her agirê nakokiyan ku derdiketin pêşiya wî li pêl nefsa xwe kir û av pê dakir. Di destpêkê de her çiqas xuya dikir ku ew winda dike, lê di dawiyê de her gav qezenc dikir. Li gorî çavkaniyên têkildar, tenê yek endamek ji artêşa Mûsil-Helebê li Tel-Sultanê hat kuştin û bi hezaran girtiyên ku hatine girtin serê tu kesî ji wan nehat jêkirin. Bi ‘eksê vê, hin girtiyan xêr jî bi wan kiribûn.
WÎ ZERAR NEDA JIN Û ZAROKÊN XAÇPERESTAN
Dema di destê Selahaddîn de desthilatdarî hebû, wî bi rehmê rêveberiya Mûsil-Helebê têk bir û bi ser Xaçperestan de meşiya, careke din edalet terk nekir. Wî her tim têkoşîna xwe li dijî kesên ku bi eşkere di xeterê de bûn dimeşand, ji bo xatirê sûcdaran tu carî zirarê neda bêgunehan. Wî rehm nîşanî jin û zarokên Xaçperestan da û bi rehma xwe di navbera Xaçperestan de nakokî çand, biryardariya wan a ji bo şerê li dijî wî şikand. Di cezakirina yekî ji wan de ew qas sebir kir ku heta Xaçperestan jî digotin, "Vî zilamî vî cezayî heq kiribû.” Piştrast dikir ku sûcê wî kesî eşkere dibe û cezayê wî tê fêmkirin. Dema ku wî bi destê xwe Ernatê Kontê Kerekê (Renaud de Chatillon) li Hittinê îdam kir, teqdîr û heyraniya Xaçperestan jî qezenc kir.
WÎ BERSIVA PROVOKASYONÊN XELÎFE NEDA
Selahaddîn, ku Qudsê fetih kir, razîbûna Xelîfeyê Ebbasî Nasir-Lîdînîllah, ku bi berdewamî bi nakokiyên li Bexdayê mijûl bû, bi dest nexist. Bi ‘eksê vê, Xelîfe, ji ber çavnebariyê û li gorî adetên Misilmanan ên wê serdemê, fikirî ku Selahaddîn dê vê serkeftinê li dijî wî bikar bîne û ultîmatomên ku heqaretên dijwar tê de hebûn, da. Selahaddîn careke din bi dilovanî bersiv da, diyarî û nameyên pesndayinê ji Xelîfeyê Ebbasîyan re şand. Di berdêla vê dilovaniyê de, zilamên Xelîfeyê Ebbasîyan bi xwe yek ji fermandarên Selaheddîn yên herî hêja, Îbn el-Muqeddemê kal ku Şam teslîmî wî kiribû, di Roja Erefê de ligel gelek zilamên wî li Mînayê kuştin û ehlê mala wî li Mala Xwedê dîl girtin. Îbn el-Muqeddem, piştî salên cîhadê, Kebe û Pêxember Muhammed sallallahû eleyhî we sellem ziyaret kiribû. Wî destûr xwestibû ku serdana Pêxember (Silav û Rehmet li ser wî bin) bike û çûbû Hecê, lê di rojên pîroz de li herêma pîroz hate kuştin. Ev yek bi awayekî eşkere sedemek bû ji bo herbê. Lêbelê, Selahaddîn tercîh kir ku şer bitefîne ne ku gur bike; wî li dijî Xelîfeyê Ebbasî şer îlan nekir, lê têkoşîna xwe li dijî Xaçperestan berdewam kir.
Dema ku Selahaddîn di 4ê Adara 1193yan de wefat kir, bê guman wî hemû pirsgirêkên alema Îslamî çareser nekiribûn. Lê ew di wê yekê de serkeftî bû ku bi Misilmanan bide fêmkirin ku ji rêbazeke ku armanca wê vemirandina nakokiyan e qebûl bikin ewê sûd jê werbigirin. Heta piştî wefata wî jî, Misilman gelek caran pev diçûn, lê yên ku li dijî nakokiyan bûn her gav bi ser diketin, Selahaddîn wekî mînak bikar dianîn. Di encamê de, cîhana Îslamî serdestiyeke nêzîkî heft sedsalî li ser kufra cîhanê bi dest xist.
Îro, careke din di alema Îslamê de, hewl tê dayîn ku xelk serdema Nûreddîn, Mehmûd Zengî û Selahaddîn ji bîr bikin û vegerin serdema berî wê demê. Kufr û ew kesên ku bi kufrê hatine xapandin hewl didin ku hêza Misilmanan li dijî hev bikar bînin. Di navbera Misilmanan de hezkirina ji bo nakokiyan vediguherînin bi bal adeteke bêderman.
Armanc ew e ku alema Îslamî bi dabeşkirina wê ji bo bajar-dewletên piçûk lawaz bibe, da ku her çend ew dewlemendiya maddî bi dest bixe jî, ji ber nakokiyên navxweyî bandoreke sifir li ser rêça bûyerên cîhanê neke. Yên ku rêya Selahaddîn li hember vê tîbûna nakokiyan hilbijêrin di dawiyê de dê bi ser bikevin. Lê yên ku nakokiyan teşwîq dikin, her çend îro "aqilmend û rast" xuya bikin jî di dawiyê de wê di nav xerabeyan de werin bîranîn.