Melayê Cizîrî çi dibêje gelo? Helbestên wî cara pêşî ku mirov lê dinêre, hinekî giran in. Lê gava mirov rûdinê û baş lê dinêrî, dibîne ku ew bi rastî ji bo jiyana me ya rojane diaxive. Mela ne ji bo ku hişê mirov tevlihev bike bes ew ji bo mirov hişyar bike axifîye. Ka li van her du beytên em ê li ser wan bisekinin binêrin. Di yekê de behsa deryayekê, Deryaya Qulzumê û di ya din de jî behsa cambazekî, ê ku bi darekî di destê wî de ye li ser qinapeyekî dimeşe dike. Ev her du jî mînakên hêsan in. Lê Mela bi van mînakên hêsan dixwaze me bigihîne wateyeke kûr.
Mela dibîne ku ev dinyaya me jî wekî wê deryayê ye; tê de bahoz, bayên bişid û tengasîyên jiyanê hene. Cambaz jî wekî me mirovan e; divê em li ser wî benê hevsengiya xwe biparêzin, nekevin. Ya herî girîng jî ev e ku em xwe bi kû ve girê didin û hevsengiya xwe bi hevsengîya kê re diparêzin, hevseng kî ne ji me re. Ger nêrîn û girêdahîyên me xelet bin, keştîya me ewê bişikê û binav bibe. Ger hevsengiya me xerabe be, emê bi serserî ve toqlanî nav xerabîyan bibin û bixeniqin.
Niha werin em hûr bifikirin bê ka Mela di van beytên xwe de bi rastî çi gotiye û ji me re çi şîret kirine.
15- Qulzum û bayên muxalif tê de pirin,
Da ku bikelîşin darê sukkanê xelet.
Qulzum: Navê deryayekê li Misrê, Behra Sorik
Tê de: Di nav de. Da ku: ji bo ku.
Bikelîşin: Biqelişînin, qelişandin.
Sukkan: Cihê sekinê, dawiya keştiyê.
Wate: Heqîqeta herî mezin, murşid e, murşidê herî mezin jî Resulullah (s.xl.) e. Mela di vir de kînaye kiriye. Dibêje, heke tu di Deryaya Qulzum de bi keştiyê çûyî, ji ber ku li wir pir ba û bahoz hene, lazim e tu gelekî haydar bî û rêberekî te hebe. Hekena ew ba ewê keştiya te biqelişînin û tu û ên bi te re noqî avê bibin. Lewra di deverên wisa xeternak de keştîyên rêbertîyê ji keştîyan re dikin hene û bi silametî wan digihijînin cihê wan. Îca ev dinya ha jî wekî Deryaya Qulzum e. Heke tu dev ji Sen'etkarê heqîqî berdî û biçî pey sen'etên wî, tê di nav wê deryaya derewîn de noq bibî û helak bibî. Heya xwe ji xwe bîne, biçe pey Sen'etkar, neçe pey sen'etê wî. Mela vê yekê bi tevahî ji bo jiyana me dibêje. Ev dinyaya ku em tê de dijîn jî wekî wê deryaya Qulzumê ye. Fireh e, kûr e, û tê de xem, derd, hewesên bêaqil û haletên ku mirov ji rêya rast derdixin, bi qasî bahozan ji her alî ve tên û mirov dorpêç dikin. Heke mirov xwe bispêre van bayan, ango bispêre mal, mulk, hewes û mêraniyê, yan jî tenê aqilê xwe yê tazî, ewê li ber van ba û bahozan pişta wî bişkê. Mela dibêje ku cihê sekina rast, Xwedê ye û rêya wî ya rast e, bi taybetî jî girêdana bi Pêxember û rêber û mûrşidên ruhanî ve ye. Heke tu xwe bi vî cihî ve girê bidî, êdî bayên çi qas bi şid û dijwar bin jî, ewê keştiya te noq nekin, tê bigihîjî sahîla selametê. Xulasa, "Ba û bahozên bişid û xirab pir in, xwe li ber wan winda neke. Cihê ku tu jê re dibêjî 'cihê sekin û girêdahiya min' baldar be ka ew cih çi ye, çiqas bi silamet e. Heke ew cih xelet be, tê di nav wan xeletîyan de noq bibî."
Ev bi rastî jî şîretek e ji bo her kesî ku di jiyanê de di nav xeletîyan de digevizin.
16- Da ku bizanî pehlewanê mûyekî,
Dest nedê lillahî mîzanê xelet.
Pehlewanî: Cambazî.
Mîzan: Darekî dirêj e, pehlewan wî darî di destê xwe de digire, bi alîkariya wî darî li ser qinapan dimeşe. Heke ew dar xwar bibe, mîzana wî xera bibe, ewê ji ser wî benî de bikeve erdê.
Wate: Her kes nikare her tiştî bi rastî rexne bike. Lewre “uslûba şaş, celladê gotina rast e.” Naveroka gotinê ne tenê tişta girîng e. Awayê gotinê (uslûb) jî pir girîng e. Heke gotina herî rast jî bi uslûbeke nebaş, bêedeb, an jî şaş were gotin, bandora xwe nake. Armanc pêk nayê, heta dibe ku berevajî encamekê jî bide.
Ka em bala xwe bidin vî cambazê ku Mela behsa wî dike. Cambaz li ser wî benî/qinap dimeşe. Darekî dirêj, ku jê re dibêjin mîzan, bi destê xwe de digire. Bi xêra wî darî cambaz li ser wî benî hevsengiya xwe çêdike û nakeve. Lê heke ew dar piçekî jî xwar bibe û mîzana wî xera bibe, ewê cambaz hevsengiya xwe winda bike û ji ser wî qinapê bikeve erdê.
Mela tîne bîra me ku, çi cismên li asîmanan û çi jî ên li erdê û ên di binê erdê de, yek ji wan jî li dijî qanûnên ku Xwedê danîne dernakevin, îta’et dikin. Niha Mela vê mînakê tîne ser jiyana me û baweriya me. Ew dibêje, her kes nikare her tiştî bi rastî rexne bike. Ka em li vê gerdûna mezin binêrin: çi tiştên li asîmanan hene, çi yên li erdê hene, û çi jî di bin erdê de hene, hemû bi temamî li gorî qanûnên ku Xwedê danîne tevdigerin. Yek ji wan van qanûnan binpê nakin, hemû jî bi dil û can îta’eta Xwedê dikin. Mela, wekî ku di vir de pirseka veşartî dike, dibêje: tu benîademê ku ji hemû afirandîyan rindtir û bilindtir hatî afirandin (eşrefê mexlûqatî), ma ne divê tu ji wan hemûyan pirtir îta’etî Xwedê bikî? Ma ne şerm e ku tevahiya gerdûnê ku hijdeh hezar alem in bidilê xwe îtaat dikin, lê tu, ku Xwedê ewqas rûmet daye te, di nav îsyanê de noq bûyî? Ma tu însanê ku eşrefê mexlûqatî, ne divê ku ji wan pirtir îta’eta Xwedê bikî? Heke bi tevî vî halê xwe ku di nav îsyanê de noq bûyî, bi qasê mûyekî jî qabiliyeta te a hevsengiyê hebe, ranêje mîzanê û “aşiq” û “meşuq” newezinîne. Tu ku di vê îsyanê de mayî, heke bi qasê tîrêjek (mûyekî) jî hevsengî û hişê te hebûya, te bi vî şiklî mîzanek li dar nedixist û te yê negotiya "aşiq û meşûq" (ango evîndar û evîndarê rastîn, ku mebest Xwedê ye) wekî hev in an wekî hev têne pîvan. Qet ne wekî hev in! Tu nikarî Xaliq û mexluqatan bidî ber hev û bibêjî "ew wek hev in". Ev mîzaneke xelet e. Heke tu vî darê mîzanê bi vî awayê xelet bigirî, encama te jî wekî wî cambazê ku ji ser qinapê bikeve erdê ye. Ango tu yê têk biçî û helak bibî. Ji ber vê yekê, bila mirov hay ji xwe hebe û li cihê ku xwe bi Xwedê re bipîve, xwe bispêre Wî û îta’eta Wî bike.