Neqşên li Ser Keviran
Bangaheq
‘Ebdul’ezîz El-Rantîsî (1947-2004):
“Em ê rojekê bimirin!
Ger hûn bibêjin ku bila mirina te gelo bi helîkoptera apaçî be, yan bila bi qrîza dil be; ezê apaçîyê tercîh bikim.”
‘Ebdulqadîr Molla (1948-2013):
“Min ti sûc nekiriye… Ger efû bixwazim, ezê ji Xwedê bixwazim.”
“Ji ber ku min tenê ji Xwedê re ‘evdîtî kir, wan ez sûcdar dîtim.
Ji min re gotin: “Ji me re ‘evdîtî bike.” Min jî got, “Min îdam bikin.”
Cewher Dudayev (1944-1996):
“Dikarin me bikujin, me bi’eciqînin, bi tanqan di ser me re biçin û bên û bilîzin, laşê me perçe bikin, lê nikarin rihê me yê azadî û serxwebûnê tine bikin.”
“Me cîhadê danî li ber çavên xwe û her serê sibê, me şehadet xist destpêka duayên xwe.”
“Dewsa ku ez sedsal weke koleyan heyata xwe bidomînim, ez ê bi rûmet û serbilindî tenê rojekê heyata xwe bijîm.”
Fethî Şîqaqî (1951-1995):
“Zehmetîya di bin cîhadê de, ji rihetîya di bin zîlleta dijmin de hêjatir e.”
“Hereketeke ku rêberê wê şehîd bûbe, qet mexlûb nabe.”
“Heta ku em Qudsa azad li ser dilê xwe weke niviştekê negirin, em nikarin behsa yar û evînê bikin.”
Xalid El-Îslambûlî (1955-1982):
“Dayikên min, xemgîn nebin! Xwedê ev ‘emel bi me da kirin û em gihandin şehadetê.
Tiştê ku li we dikeve girtina bi Qur’anê û ‘emelkirina bi wê ye.”
“Ger gulle îro li sînga min nekevin, wê sibê li Qur’ana pîrozê bikevin.”
Hesen El Benna (1906-1949):
“Ger çîyayan li me bikin zîndan jî, nikarin nûra Xwedê bivemirînin.”
“Xayeya me Ellah, rêberê me Resûlullah, qanûna me Qur’an, rêya me cîhad, daxwaza me ya herî mezin jî, şehîdbûna di rêya Xwedê de ye!”
“Xêra ku tu di serî de bikî, dûrketina ji xirabîyan e.”
“Pêşeroj ne ’aidî kesên betilandî ye, ’aidî wan kesan e ku dev ji rihetîyê berdane.”
Şêx ‘Îzzeddîn El-Qassam (1882-1935):
“Ne ferz e ku em ji vî şerî bi serkeftî derkevin, ya girîng ew e ku em derseke baş bidin ummetê û nifşên pêşerojê û rihê cîhadê di wan de îhya bikin.”
Malcolm X (1925-1965):
“Emerîka muhtac e ku Îslamê fam bike, lewra ev dîn pirsgirêka nijadê ji holê radike.”
“Li cihê ku Emerîka lê be xweşî û aştî nehatiye dîtin. Cihên ku ew çûyê bûye mîna cehennemê.”
“Ger hûn ne baldar bin, wê rojname mezlûman weke zalim, zaliman jî weke mezlûman bi we bidin naskirin.”
“Şîreta xweştirîn, mînakbûna ji derûdora xwe re ye.”