Tevda biran in em Mela ehlê wefan în em Mela
Cundê Xwedan în em Mela madem me îman e xered
Lazim divêntin wekhevî em kes ji ber kes na revî
Bes bo Xweda em dê çevî madem me îman e xered
Ka ew biratî ey Mela Em tev welatî ey Mela
Çêkin civatî ey Mela madem me îman e xered
Însan hemû mîna hev in kes bo kesê ew na çevin
Rêça Nebî dernakevin madem me îman e xered
Terk kin evê bêdadiyê Her wek sehabên pêşîyê
Her dem li pey vê xwezîyê Madem me îman e xered
Pêşkêşiya van cahila bes rê didin van xafila
Barek didanin ser mila madem me îman e xered
Peyxemberê vê ummetê emrê ji layê qudretê
Her ew tenê b’kêrî me tê madem me îman e xered
Wî got tenê teqwa dibit yê pey biçit ew radibit
Bes ew tenê dilşa dibit madem me îman e xered
Cahil neşin ew rê bibin rêka terîqê fêr bibin
Hin dî li pey xwe rê bibin madem me îman e xered
Hun guh bidêrin ‘alima qet’a nedin pey zalima
J’Cehlê xwe dûr kin herdema madem me îman e xered
Hûn warisê Pêxember in şer’a şerîf ra rehber in
Em peyrewê yek jêder in madem me îman e xered
Şêx û mela yek bin belê qet guh nedin şûla nelê
Da hûn biçin wê menzilê madem me îman e xered
Çaxê nekin hûn qenciya Şaş û şemal kafî niya
Rehbertiya van sofiya madem me îman e xered
Ey talibê şer’a mubîn vê rastiyê carek bibîn
“Behmûri” lew bû dilbirîn madem me îman e xered