Hinek kes henin di nava stêrkan de weke hîvê ne. Çawa çaxê hîv dertê stêrk wenda dibe; her wiha ev kesên xwedî taybetmendiyên Rebbanî, ilmî, îrfanî, exlaqî û xwedî fitreteke paqij, çaxê li meydanê bin ji wan pê ve kesek din li ber çavan naxweyêne. Ev kesayetên wiha xwedî teqwa û xwedî kiryarên qenc, hem di nava civakê de pir kêm in û hem jî di zemanekî dirêj de nayêne peydakirin. Ji bonî rêbertiya civakê her û tim nimûne û mînak in. Pêdiviya civakê her û her bi van şexsiyetan hene. Hem civak bi însanên weke van dikare pêş bikeve. Lewra ji bonî însaniyetê taybetmendiyên herî baş di van şexsiyetan de hene. Bi zanistî, bi exlaqê xweş, bi tevgerên mirovahiyê ji civakê re pêşîvan û rêzan in. Her yek bi zanîn û ilmê xwe weke alemekîne. Ji xwe eşrefê mexlûqan bi van şexsiyetan derdikeve meydanê. Ger şexsiyetên wiha di nava civakê de nebin ma gelo ji vê civakê re kê dikare bêje eşrefê mexlûqan. Bi beyana Qur'an'a pîroz. Însan hem eşrefê mexlûqan û hem jî esfelê mexlûqa ne. Hal ev e însan ji yek dê û bavê zêde bûye. Tenê teqwa û kiryarên qenc merivî bilind dike û dike eşrefê mexlûqan. Herwiha kiryarên neqenc jî merivî dike esfel û xirabtirînê mexlûqan.
Mijara me li ser kurtejiyana insanekî exlaqmelek, fitretpaqij, nefissivik, alimekî tevê heyata xwe bi ilmê derbas kirî û alimekî Rebbanî, Seyda Şêx Huseyînê Binêveyî ye.
KURTEJIYANA SEYDA
Seyda, çend sal paş herba cihanê ya ewil teqrîben 1922 li herêma Bota bajarê Sêrtê navçeya Dihê li gundê Binêve di malekî feqîr de hatiye dinyayê. Navê bavê wî Sofî Ehmed û navê diya wî Zuleyxa bû. Sofî Ehmed her çiqas bi halê dinyayê feqîr be jî belê bi halê me'newiyat û teqwayê dewlemend bû. Ji xwe paş herba cihanê li her derê welêt feqîrî û bêimkanî te'sirekî zêde giran li welêt çêkiribû. Seyda bi halê xwe yê feqîrî, li gundê xwe li cem mela Ebdurehmanê Êrsî dest bi xwendinê dike. Mela Ebdurehmanê Êrsî wê çaxê li Binêve melayê gundê wan bû. Ew çax ji bê imkanîyan medreseyên Kurdistanê ê ku karibin feqiyan xwedî bikin pir kêmbûn. Belê ekser melayên gunda, di hucreyên mizgeftan de dersa feqîyan didan û gundiyan jî bi ratib û xwarin/vexwarinê, feqî xwedî dikirin. ‘Ilim gelekî bi zor û zehmetiyan dihate xwendin.
Seyda li cem gelek muderrisên qedirbilind ders hildaye. Hem li cem şêx Ebdurehmanê Şawirî li Şawiran û hem jî li cem birayê wî mela Ebdulhadiyê Şawirî li gundê Tîrim ders hildaye. Paşê cardin li gundê xwe Binêve li cem herdû kurên mela Ehmedê Êrsî Mela Ebdurezaq û Mela Ebdurehman xwendina xwe domandiye. Paş hingê li cem Şêx Cemaledînê Nepîleyî feqatî kirîye.
SEFERA SEYDA YA EWIL JI BONÎ ILMÊ
Seyda di vê seferê de bi zor û zehmetiyan, bi peyatî ji herêma Botan hetanî Serhedê gund bi gund çel rojî zêde di rêyan de ji bonî xwendinê geriyaye. Dawiyê li Patnosê li cem seydayê mela Qasim bi cî bûye û li wê derê sê salan feqîtî kiriye. Paş sê salan vedigere mala xwe belê eva sê sale ku mala wî jê bê xeber e û herkesî bawer kiriye ku seyda ne sax e. Çaxê diya wî çav pê dikeve ji kêfxweşî bê hiş dikeve.
SEFERA DIDUYAN
Hinekî li gundê xwe dimîne belê bê xwendin sebra wî nayê û cardin berê xwe dide Serhedê. Li Erdîşê li gundê Arnûsê hinekî dimîne, bêle li her derê welêt xela û feqîrî heye, ji bê îmkaniyan radibe ji wê derê diçe Patnosê cem seydayê xwe mela Qasim. Belê li wê derê jî cî nabîne û vedigere Melezgirê gundê Tirtopê li cem Seyda Mela Reşîd hinekî dimîne. Paşê ji wê derê berê xwe dide Norşînê li zozanê Qulingo diçe medreseya Şêx Me'sûm. Bêle li medreseya şêx Me'sûm jî cî nabîne. Şêx Me'sûm wî dişîne cem Seyda Mela Mihemedê Marnîkî. Ji wê derê jî diçe cem şêx Taqyeddîn û li van herdu ciyan jî xwendin nabe nesîb. Ji wê derê diçê gundê Oxînê cem Şêx Eladînê Oxînî. Belê mixabin li cem Şêx Eladînê Oxînî jî cî nabîne û bi vî awayî du mehan zêde li cî digere belê tu derî cî nabîne. Bê umîd dimîne û dixwaze êdî vegere welatê xwe. Şêx ‘Eladîn wî dişîne gundê Heştaxê cem Mela Seyfedîn. Seyda, li cem Mela Seyfedîn dimîne. Paş çendekî Mela Seyfedîn diçe hecê û Seyda jî li ciyê wî de dersa feqiyan dide ku hetanî Mela Seyfedîn ji hecê vegere. Wê çaxê li wê derê Seyda û feqî pir tengiyê dibînin. Feqîrî çiqey diçe zêde dibe. Pirê şevan feqe birçî radizan û bi giyayên çolê zikê xwe têr dikirin. Çaxê Mela Seyfedîn ji hecê vedigere Seyda jî vedigere welatê xwe.
SEFERA SISÊYAN
Seyda cardin bê xwendin sebir nake û bi xwesteka ‘ilmê berê xwe dide seferê. Belê bavê seyda ixtiyar e û ji tirsa nedîtina kurê xwe dibêje pir dûr nekeve, dibe ku ez vê carê te nebînim. Ji ber vê gotina bavê xwe li Sêrt'ê nêzê gundê xwe, gundê Helenzê li medreseya Mela Ebdulhekîm cî dibe. Wê çaxê li vê medreseyê de şêx Muşerrefê Xinûkî û Mela Bedredînê Tiloyî jî feqe bûn. Ev herdû seyda li herêmê bi ilmê xwe û bi xusûsiyetên xwe û bi xebatên li ser medrese û ilmê bi nav û deng in.
Seyda çendekî li Helenzê dimîne belê Mela Ebdulhekîm îxtiyar e û êdî nikare dersan bide. Seyda paş çend mehan ji wê derê jî xatir dixwaze û berê xwe dide Bedlîs û Oxînê. Belê zivistana serhedê zû despê kiriye, ji berfê nikarê derbasî Oxînê bibe û li gundê Qultika Bedlisê dimîne çend caran dixwaze here Oxînê belê ji berfê nikare here. Seyda, wê zivistanê li Qultikê dimîne û li cem Mela Mihemedê Norşînî bi zor û zehmetiyên giran xwendina xwe didomîne. Paş hingê Mela Mihemedê Norşînî diçê hecê, Seyda jî diçê Oxînê di medreseya şêx Eladînê Oxînî xwendina xwe didomîne. Çaxê mela Mihemed ji hecê vedigere Seyda jî vedigere Qultikê cem seydayê xwe. Wê salê Mela Mihemed qîza xwe bi Seyda re nîşanî dike. Paş nîşaniyê Seyda fedî dike êdî li wê derê bimîne û vedigere welatê xwe. Belê hêjî xwendina xwe neqedandiye.
Paş çendekî diçe Terhem li cem seydayê xwe şêx Ebdurehmanê Şawirî dixwîne. Ji wê derê jî diçe Hêsras li cem Mela Ebdulelîm dersên xwe yê dawî dixwîne.
ÎNTÎSABA TERÎQETÊ
Çaxê xwendina xwe diqedîne li Bedlîsê li gundê Porê dest bi melatiyê dike û her wiha dersa feqiyan jî dide. Li wê derê dizewice û nêzî hevdeh salan li gundê Porê dimîne.
Çaxê li gundê Porê dest bi melatiyê dike, têkiliyên wî bi tesewufê jî çêdibe. Ji xwe hêj di feqatiyê de dixwest bi tesewufê eleqeya xwe xurt bike belê xwendin muhîmtir didît, lewra lazim e xwendin paş nekeve. Ji xwe seyda ji biçûkatiya xwe ve têkiliyên wî bi şêx û terîqet û tesewufê hebû. Çaxê xwendina xwe diqedîne li cem şêx Maşûqê Norşînî dikeve silûkê û îcazeya xelîfetiyê ji şêx Maşûq distîne û bi îzna Şêxê xwe digel îlmê, dest bi îrşadê jî dike.
Paş zemanekî dirêj ji gundê Porê diçe Xelatê li gundê Zixakê dibe melayê gund û dersa feqiyan jî dide. Paş heft salan bi tewsiya şêx Me'şûq, Seyda diçe Diyarbekirê li gundê Mîrexura dibe melayê gund û li wê derê dersa feqîyan jî dide. Paş bist û pêncsalan ji Mîrexura diçe Diyarbekirê li mehela Seyrantepeyê bi cî dibe. Li wê derê ji bonî Seyda ji teref xêrxazan ve medrese û mizgeft û xanî tê avakirin. Ji xwe tenê xwesteka Seyda ev bû ku di medreseya xwe de dersa feqîyan bide. Vê gavê jî di pênc medreseyan de (medreseya suffe) nêzî çarsed feqî ders distînin. Xwedê ji Seyda re bike sedeqeya cariye.
WEFATA SEYDA
Li vê dinya xapînok, gelek mêrxas rabûne û qîmet nedane pertalê dinya bê qîmet. Her û her bi hişyarî ji xwe re zexîneya axretê berhev kirine. Seyda jî yek ji wan mêrxasan bû ku guh nedaye dinya bê qîmet. Seyda temenekî dirêj û bi xêr û bêr derbas dike. Paş xwe de çar kes bi îcazeta xelîfetiyê û bi hezaran alim û feqîyan dihêle û 06,02,2018 de diçê ber dilovaniya Xwedê. Rehmet û razîbûna Xwedê li Seyda be.
Agahdariya derbarê Seyda şêx Huseynê Binêveyî de me ji teza lîsansa bilid ya mamoste Hamîd Elçî hildaye. Sipasî û rêzdarî ji mamoste Hamîd Elçî re jibonî van agahdariyên balkêş.